Endama Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker hewl dide gelê Kurd qir bike û hevkariya PDK’ê bi dewleta tirkî re bi armanca temamkirina planên dagîrkeriyê bi nav kir.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Ji 17’ê Nîsanê ve gerîlayên HPG û YJA Starê li herêmên Avaşîn û Metînayê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke bê hempa didin meşandin.
Beriya çend rojan HPG’ê hişyarî dabû ku PDK’ê amadekariyan dike tev li nava “Cenga dîrokî” ya di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de bibe.
HPG’ê bang li hêzên siyasî, rewşenbîr, hunermend û saziyên niştîmanî yên Başûrê Kurdistanê kiribû ku li hember rûdana êrişeke wiha bi erkên xwe rabin.
Di vê çarçoveyê de endama Koordînasyona Kongra Star Eyşe Mehmûd hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.
“Dewleta tirkî li derfetekê digere ku gelê Kurd qir bike”
Endama Koordînasyona Kongra Star Eyşe Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk ti derfetê ji bo qirkirina gelê Kurd ji dest nade û got: “Lê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker di girtina aliyê başûr ê herêma Metînayê ji bo temamkirina planên bi sûc ên dewleta Tirk a dagirker a PDK’ê ye. Bi vê yekê PDK’ê beşdarî pêvajoya qirkirinê dibe.”
Eyşe Mehmûd destnîşan kir ku Ji ber ku PDK’ê dibîne îdeolojiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ne li gor berjewendiyên wê ye, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike û li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê dorpêçê ferz dike.
Eyşe Mehmûd hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re bi xiyanet bi nav kir û got: “Em baş nas dikin ku dewleta Tirk dijmina dîrokî ya gelê Kurd e, me dît ji bo qirkirina gelê Kurd çi kir û çi dike, dixwaze xîlafeta Osmanî careke din ava bike, lê dixwaze bi rengekî berfiretir li Rojhilata Navîn desthilat û hegemoniya xwe ferz bike.”
“Divê hêzên kurdî li hember dagirkeriyê helwest nîşan bidin”
Eyşe Mehmûd diyar kir ku hevkariya PDK’ê dewleta Tirk re nakeve xizmeta gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê bi taybet û bang li Kurd kir ku li hember dagirkeriya Tirk û planên wê yên dagirkeriyê helwesta xwe eşkere bikin.
Endama Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di nava aliyên kurdî de fitne derbixîne û got: “Divê em ji van hewldanan hişyar bin, em nekevin dava dewleta Tirk. Divê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê hewlestekê nîşan bide û yekitiya xwe ava bikin da ku bighêjin aştiyeke mayînde.”
Eyşe Mehmûd da zanîn ku bi nêzbûna dawîbûna peymana Lozan û hilbijartinên li Tirkiyê gelê Kurd di rewşeke zehmet re derbas dibe û bang li gelê Kurd kir ku dûr berjewendiyên partî bikeve û berjewendiyên xwe biparêze.
Eyşe Mehmûd hişyarî da ku eger PDK’ê di siyasetên xwe de dewam kir dê gelê Kurd destkeftiyên xwe ji dest bide û got, divê destkeftiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bên parastin.
Der barê şêwazên xweparastina li hember êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî de endama Koordînasyona Kongra Star got: “Divê civak û jin bên hişyarkirin û li gor pîvanên parastina cewherî û parastina rewa amadekariya bersivdayîna êrişan bê kirin.”
Eyşe Mehmûd bang li hemû jinên siyasetmedar û hiqûqnas ên Kurdisanê kir ku xwedî helwest bin û ji bo çareserkirina nakokiyên kurdî yekitiya xwe ava bikin û wiha anî ziman: “Aştî bi destê jinê pêk tê.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Eyşe Mehmûd bang li hêzên kurdistanî kir ku bi PDK’ê re bicivin û ji wê bixwaze ku hevkariya bi dijminê kurdan re terik bike.
ANHA