“Bi jinên fedekar yên weke te wê gelê me azadiyê bi dest bixe”. Dayîka bi navê Emîne ku dayîka 2 şehîdan e, ev gotina rêber Abdullah Ocalan jê re gotî bîr xist û hêvî kir ku careke din rêber Abdullah Ocalan bibîne.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Fikir û felsefeya rêber Ocalan hişt ku jin ji bo azadiya xwe berê xwe bidin xebat û têkoşînê. Rêber Abdullah Ocalan dema ku li Sûriyê bû bandoreke mezin li ser jinan kir ku bi wî re civiyan. Heta niha jî jinên ku rêber Ocalan dîtine behsa hevdîtinê dikin weke ku duh pêk hatiye.
Nîqaşa çend saetan bi rêbertî re, rê li ber jinan vekir ku ji bo azadiya civaka xwe dest bi têkoşînê bikin. Rêber Ocalan her dem azadiya civakê bi azadiya jinê ve girê dide.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5’an “Manefêstoya şaristaniya demokratîk” de dibêje: “Ez dibînim ku doza sereke ya şoreşê, bi taybet a şoreşa Kurdistanê, lêkolînkirina jiyana jinan e, ev doz çareseriya gelek dozan di nav de doza aştiyê jî pêk tîne.”
Dayika bi navê Emîne Reşîd ku dayika du şehîdên HPG`ê ye Nesredîn Silêman (Siyamend) ku li Zapê sala 1995`an şehîd bûye û Xeyredîn Silêman (Rustem) ku li Avaşînê sala 1997`an şehîd bûye. Her wiha yek ji jinên ku bi rêber Ocalan re hevdîtin kiriye û li ser fikrên Ocalan xwe bi rêxistin kiriye.
`Şoreşa me şoreşa jinê ye`
Dayika Emîne di navbera salên 1992-1994`an de li Şamê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Dayika Emîne wiha behsa hevdîtina xwe bi rêber Ocalan re kir: “Em 3 jin bûn, rêber Ocalan pêşwaziya me kir û got, “şoreşa me şoreşa jinê ye”, dema em jinê azad bikin em ê rewşa civakê baştir bikin. Em ê ji bo doz û rizgarkirina welatê xwe de di rêya rast de bimeşin.”
Dayika Emîne dema ku ji rêber Ocalan re dibêje, “ez dayika 2 gerîla me” rêber Ocalan wiha bersiva wê dide: “Bi dayikên mîna te fedekar, dê gelê me azad bibe, zarokên te yên mezin dê rêya xwişk û birayên xwe ronî bikin, heta ku dayikên weke te hebin dê rêyên girtî li pêşiya gelê me vebin.”
Dayika Emîne diyar kir ku rêber Ocalan di wê hevdîtinê de behsa damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û fedekariyên şehîdên destpêkê weke şehîd Mezlûm û şehîd Hakî Kerar, her wiha azadiya jinan û rola jinê di avakirina civakê de kir.
“Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e”
Dayika Emîne behsa hevkariya bi hevjînê xwe re ji bo meşandina kar û xebatên partiyê û bandora rêber Ocalan li ser kesayeta xwe kir û got: “Êdî li civatan, min bi zilaman re nîqaş dikir û behsa rola gelê xwe dikir.”
Dayika Emîne vegotina serpêhatiya xwe wiha berdewam kir: “Dema serdana goristanên şehîdan dikim, bi hezaran gorên şehîdan ên canê xwe ji bo doz û rêberê xwe feda kirine dibînim, wê demê fêm dikim ku êdî şoreşa rêbertî bûye rastiyek ku gelê me têgihiştiyê. Gelê me dê hemû armancên xwe pêk bîne.”
Dayika Emîne Reşîd bang li gelên herêmê bi taybet gelê Kurd kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan dakevin qadan û got: “Çiqas em ji bo rêbertî kar bikin dê li hember fedakariyên rêber û şehîdên kêm bin. Azadiya rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e û tevahî gelên herêmê ye.”
Dayika Emîne Reşîd hêvî kir ku careke din karibe bi rêber Ocalan re bicive û teqez kir ku ew ji bo rêbertî amade ne fedekarî bikin û dê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin.
ANHA