Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dibistanên Kurdistanê polîtîkayên qirêj 

14/06/2022
in Uncategorized
A A
Li dibistanên Kurdistanê polîtîkayên qirêj 
Share on FacebookShare on Twitter

Li bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayên şer bi awayekî sîstematîk her dewam dikin. Nexasim jî jin, ciwan û zarok dibin hedefa van polîtîkayên qirêj.

Li bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayên şer bi awayekî sîstematîk her dewam dikin. Nexasim jî jin, ciwan û zarok dibin hedefa van polîtîkayên qirêj. Li dibistanên ku kirine parçeyekî polîtîkayên şerê taybet, xwendekar ji aliyê mamoste û îdareyê ve tên tacîzkirin û heta dest diavêjin van zarokan. Li aliyê din jî bi madeyên hişbir yên li ber dibistanan tên firotin, ciwanan dikin bin lepê xwe.

Li Êlih, Amed, Şirnex, Sêrt, Riha û Wanê jî li ber dibsitanan hişbir tê firotin û gef li xwendekaran tê xwarin. Rayedar gelek caran tiştên li ber dibistanan diqewimin înkar dikin û dibêjin, tiştekî wiha tine ye.

Lê sala 2019’an derketibû holê ku li navçeya Şirnexê Cizîrê, li dibistanekê alîgirê midûr û nûnerê Egîtîm Bîr Senê, Burak Ercan dest dirêjî 40 xwendekaran kiribûn û di dozê de dadgehê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dabû wan. Li aliyê din li dibistaneke gundê Pîranê ya Amedê, Diyadîn B. yê 8 sal bû mamostetî dikir, xwendekar îstîsmar kiribûn û ev dest dirêjiyên wan bi riya nûçeyên ajansan hatibûn deşîfre kirin.

Hevseroka Şaxa Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn derbarê mijarê de got, tiştên li dibistanan diqewimin nêzîkatiya dewletê nîşan dide.

‘Siberoja zarokan tarî ye’ 

Emîneyê got, ji bo zarokan siberojek nayê amadekirin: “Siberoj tarî ye. Pêşî li siberoja zarokan girtine. Malbatan bi xizaniyê terbiye dikin.

Ev bandoreke mezin li ser perwerdeya zarokan dike. Li cihên ku rewşa aborî ne baş e, zarok ba perwerde nabin. Newekheviyek heye. Ligel van li ber dibistanan madeyên hişbir tên firotin. Li hinek deveran bi destê rayedaran ev tê kirin. Hikûmet hewl dide civakê di bin kontrolê de bigire lê çi balkêş e agahiya wan ji tiştên ku li ber dibistan diqewime, tine ye.”

Emîneyê got, yek ji wan cihên ku nirxên civakî li wan tên rizandin êdî dibistan in û wiha dewam kir: “Bi polîtîkayên newekheviyê, nirxên civakî yek bi yek dirizin. Divê em nirxên civakî biparêzin û xwedî li wan derkevin. Em dibînin ku ciwanên me dibin qurbanê van polîtîkayan.

Li dibistanan bûyerên îstîsmarê pêk tên. Li ber dibistanan bi zanebûn madeyên hişbir tên firotin. Fuhûş li ciwanan tê ferzkirin. Em bi polîtîkayeke bêcezahiştinê re rû bi rûne. Mirovên dibêjin, em birçî ne, tên binçavkirin û girtin. Lê tecawizkar û kujerên jinan tên berdan.”

Emîneyê di dawiya de bang kir ji bo têkoşînê: “Rêveberên vî welatî zimanekî şidetê bi kar tînin. Ji ber vê jî civak xistine bin lepê şidetê. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Em dixwazin ji bo ciwan û zarokan siberojeke ronî ava bikin.”

JINNEWS

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

21/05/2025
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
QUNCIK NIVÎS

Gelo jiyaneke din pêkan e?

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.