Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Qamişlo sererastkirina riyan didomîne

14/06/2022
in Uncategorized
A A
Şaredariya Qamişlo sererastkirina riyan didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Şaredariya Gel ya Qamişlo projeyên xwe yên di plansaziya sala 2022’yan de didomîne. Şaredarî li taxên rojava û rojhilat sererastkirina riyan didomîne.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo dest bi projeyên xwe yên herî girîng ên îsal kirin. Ji wan projeyan sererastkirina rêyan û çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyonê ne. Ji taxa Hilêliyê ya li rojavayê bajar heta taxên rojhilatê bajar ev proje tên pêkanîn.

Ji 17’ê Gulanê ve şaredarî rêyên taxa Cimaya ya rojhilatê bajar bi kevirên şikandî radixe. Her wiha ji 1’ê Hezîranê ve rêyên hin kolanên taxa Hilêliyê qîr dike. Ev xebat hîna dewam dike.

Endamê rêveber ê beşa lêkolînên hunerî ya Şaredariya Gel a Qamişlo Hesen Hisên diyar kir ku ji plansaziyên şaredariyê, dê rê bi kevirên hur werin raxistin, piştre dê werin qîrkirin.

Hisên got: “Me ji komîna Şehîd Mizgîn a taxa Hilêliyê ya rojavayê Dibistana Seade dest pê kir. Her wiha me projeya kanalîzasyonê ji komîna Şehîd Hacî dest pê kir. Xebatên qîrkirinê jî tenê li kolana Hîzam pêk hat ku di sala borî de hatibû kirin.”

Plan û projeyên salane yên şaredariyê

Hesen Hisên got:” Di plana me ya îsal de projeyeke mezin a zifitkirinê heye, bi 14 hezar mîtrekab dê tevahî taxên Qamişlo bên zifitkirin, her wiha projeya kanên qûmê û kevirên şikandî di plansaziya wan de ye.

Plana zifitkirina Qamişlo

Plana zifitkirinê li ser van taxên Qamişlo tê belavkirin:”Taxa Hilêliya Rojava, taxa Kornîş û taxa Hilko” li aliyê Rojhilat jî “Taxa Cûdî, Cimayê, Um El-Firsan, Erebewiyê, Pîşesazî û Zeytûniyê.”

Her wiha kar li ser zifitkirina rêyên giştî û şaxî jî tê kirin weke rêya Ehmed Şewqî ya sereke, ku li ser wê gele gilî û gazin hatibû kirin.

Hisên got:” Piraniya giliyên ku di çend salên borî de dihatin şaredariyê, ji bo zifitkirin û Bîtomîn bû. Me madeya Bîtomîn ji mecbela nû ya li bajarê Hesekê ku par hatibû çêkirin peyda kir. Em hêvî dikin ku zifta vê carê ji salên berê baştir be.”

Hesen Hisên ev tişt jî anî ziman:”Weke tê zanîn divê rojeke sax an kêmî rojeyekê, li gor asta başbûna ziftê, divê erebeyên sivik û giran li ser ziftê nemeşin.

Erebeyên giran ziyan digihînin ziftê, çareseriya baş, dîtina rêyên din ji bo wan erebeyan ku ew rê li derveyî bajaran bê çêkirin.

ANHA

 

Post Views: 100
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.