Darîn Silê/Qamişlo
Cîgira Hevserokatiya Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Umer da zanîn ku paqijiya jîngehê herî zêde civakê eleqedar dike, ji bo wê pêwîst e civak parastina paqijiya herêma xwe bike. Herwiha got, kesê zagona paqijiyê binpê bike wê were cezakirin.
Ji bo qedexekirina avêtina çopê ji pencereyên malan û erebeyan, herwiha li kolanên sereke û pişta avayiyan, Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê destpêka vê heyvê zagoneke nû ragihand, ku cezayê binpêkirina vê zagonê jî heta cezayê girtinê diçe. Herwiha belavokên hişyariyê jî li gel belav kirin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê bi Rêveberiya Giştî ya Trafîkê û Komeleya Keziyên Kesk ya Jîngehê, 5`ê Hezîranê belavokeke hişyariyê li gel belav kirin. Di belavokê de hişyarî li ser qedexekirina diyardeya avêtina çopê li ser riyan, ji bencereyên malan û erebeyan hatiye kirin. Herwiha zagonek hatiye eşkerekirin û li gorî wê kesên ku gelaşê ji pencereyên malên xwe û erbeyan biavêjin yan jî biavêjin pişta avahiyan wê ceza li wan were birîn. Ceza di cara yekê de wê 25 hezar lîreyên Sûriyê be, eger were dubarekirin wê ceza duqat bibe, cara dawî wê herî kêm mehekê di zindanê de bimîne.
Derbarê belavkirina belavokên hişyariyê û derxistina biryareke nû ya paqijiyê de Cîgira Hevserokê Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Umer ji me re axivî û nêrînên xwe anîn ziman.
`Ev zagon ji bo parastina jîngehê û tenduristiya civakê ye`
Bêrîvan Umer ddiyar kir ku zagona paqijiyê ji milê meclisa zagonsaz ve hatiye erêkirin û axaftina xwe wiha domand: “kesê ku zagonê binpê bike wê ji aliyê şaredariyê ve were cezakirin. Me ev zagon ji bo hişyarkirina gel derxistiye. Em naxwazin ti kes bigihe asta cezakirinê, çimkî ne bargiraniyek e eger mirov li paqijiya derdora xwe hişyar be. Ev zagon ji bi barastina jîngehê, di serî de parastina tenduristiya civakê ye. Heriwha ji bo ku civak bikeve rastî û baweriya paqijiya jîngehê.”
Bêrîvan got, bi hevkariya Tirafîkê û Komeleya Keziyên Kesk me belavok li gel belav kirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Emê li her devera herêma cizîrê belavokan belav bikin. Emê heta demekê belavokan belav bikin, pişt re emê dest bi cezayan bikin. Di demên pêş de wê ev zagon bibe ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê.”
`Armanc xwedîderketina li paqijiya jîngehê ye`
Bêrîvan diyar kir ku pirsgrêka herî mezin li herêmê qirêjbûn e û wiha pê da çû: “Ji ber ku qirêja li herêmê zêde bûbû û çanda parastina jîngehê di nava civakê de kêm bû me xwest em pêşî li vê qirêjiyê bigirin û çanda paqijiyê di nava gel de belav bikin. Jixwe armanc ji vê zagonê ew e ku gel parastina paqijiya jîngeha xwe bike û lê xwedî derkeve. Bi taybetî di dema havînê de, çimkî di havînê de germayî zêde ye. Dema çop li ber tavê dimîne bêhna wê derdikeve û sewal jî wê çopê belav dikin. Ev tev dibin sedema nexweşiyên nû û zirarê li jiyana mirovên li jîngehê dike. Ji bo wê jî em hewl didin ku paqjî li herêmên me zêde bibe. Da em jiyana xwe û ya kesên derdora xwe biparêzin.”
Bêrîvan bîr xist ku pêngavên wan yên ji bo paqijiya jîngehê dewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêngavên me li nava bajêr û derveyî bajêr hene. Herwih cihê ku xweza lê hebe em parastina paqijî û darên lê dikin û darên nû jî lê diçînin. Ji bilî pêngav, proje û zagonan em semînerên derbarê paqijiyê de jî didin.”
Cîgira Hevserokatiya Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Umer di dawiyê de bang li gel kir ku xwedî li pêngav û zagonên paqijiyê dekevin. Herwiha got, kar û xebata me tev ji bo gel e. Pêwîst e gel jî parastina çanda paqijiyê bike. Da em bajarekî paqij û ewle ava bikin.