Mihemed Xanim / Qamişlo
Dewreyên perwerdeyê yên mamosteyan li Akademiya şehîd Egîd Cîlo ya Branşan, bênavber dewam dikin. Armanca wê amadekirina mamosteyên pispor e.
Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk (21’ê Çileya 2014), Desteyên Perwerde û Fêrkirinê bi pêşxistina warê perwerdeyê li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk hatin erkdarkirin. Desteyan kedeke mezin dan û ji sifirê dest pê kirin.
Pergala perwerdeyê ya herêma Cizîrê li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk û zimanên gelên herêma Cizîrê ye. (Kurdî, Erebî û Suryanî ) Li herêma Firatê Erebî û Kurdî ye. Ev gav wek gava yekê li Sûriyê tê hesibandin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê di demeke kin de di warê perwerdeyê de xebateke mezin kir û peymangeh, akademî û zanîngeh vekirin. Di sala 2019, an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Ji bo pêşxistina asta perwedeyê, pisporiya branşên zanistî û wêjeyî, herwiha amadekirina mamosteyan ji bo dayîna perwerdeyê li dibistanan, Akademiya şehîd Egîd Cîlo ya Branşên Kurdî li bajarê Qamişlo vekir û bi dewamî dewreyên perwerdeyê yên mamosteyan li akademiyê bi rê ve diçe.
Dewreya nû
Di destpêka meha, 6,an ya sala 2022,an de, Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Branşên Kurdî li Qamişlo, ji bo pisporiya ya mamosteyan dewreyeke nû vekir û wê mehekê dewam bike. Li ser girîngiya Akademiyê û kar û xebata wê, rêveber û mamosteyên dewreya nû ji me re axivîn.
’Armanc, bidestxistina şarezayiyên nû û pêşxistina jîriyê ye’
Ji Rêveberiya Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Branşên Kurdî Zîlan Îbrahîm diyar kir ku mamosteyên ku tevlî perwerdeya akademiyê dibin, ji bo pisporiya meteryalên zanistî û pedagojî tên amadekirin û axaftina xwe wiha domand: “Armanca vê dewreyê wek dewreyên din yên qediyîn, bidestxistina agahiyên nû yên perwerdeyê, hînkirin, zêdekirin û pêşxistina jîriyên mamosteyan e. Herwiha fêrkirina awayên hînkirin û çawaniya danûstendina li gel xwendekaran e. Ji tevayiya navçeyên herêma Cizîrê mamoste tevlî perewrdeya li akademiyê dibin. Jimara mamosteyên tevlî dewreya nû bûyîn 41 e. Ji destpêka perwerdeyê, mamosteyên tevlî bûyîn dest bi dayîna waneyan dikin, herwiha fêrî rêbazê amadkirina waneyê ya nûjen û rêbazên wanedayînê dibin.”
’Bi rêbazên pêşketî û curbicur wane tên dayîn’
Herwiha mamoste Sîlva Osman ku endama komisyona branşa zanyariyê ye, da zanîn ku dema perwerdeyê li gorî asta têgihiştina mamosteyên tevlî bûyîn tê diyarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek beşa branşa zanyarî, ji bo mamosteyan em noteyeke akademîk amade dikin. Li gorî têghiştina mamosteyan rêbazê fêrkirinê tê diyarkirin. Dema agahiyên hin mamosteyan lawaz bin yan jî di hin mijaran de kêm bin, em bi riya dîmen ( Vîdyo ) yan jî bi riya tecrûbeyên zanisî wan fêr dikin. Di akademiyê de, mamoste bi destê xwe tecrûbeyên zanistî li teqîgehan çêdike. Armanca me ew e ku rêbazên pratîkî derbasî dibistanan bibin û teqîgeh li tevayiya dibistanan bên amadekirin. Ji bo fêrkirina beşa zanistî, pîwîstî bi amûrên fêrkirinê heye û tevayiya amûrên zaniastî li vir peyda dibin. Herwiha ji her mamosteykî projeyek tê xwestin û bixwe li ser kar dike. Ji ber wê mamoste di warê zanistî û teknîkî de pêş dikeve.”
’Ji bo serkeftinê perwerde pêwîst e’
Mamosteyê bi navê Mihemed Badînê ku tevlî perwerdeya branşa erdîngarî li Aakademiya Şehîd Egîd Cîlo bûye, da xuyakirin ku ji bo pêşketina zanist, rêbazên wanedayînê û naskirina amûrên fêrkirinê, pêwîstiya mamosteyan her dem bi perwerdeyê heye û wiha got: “Akademiya Şehîd Egîd Cîlo, ji bo mamosteyan derfeta pêşxyistinê diafrîne. Di perwerdeya li akademiyê de amûrên nûjen tên bikaranîn. Herwiha ya girîng fêrbûna perwerdenasînê ye, ango mamoste çawa danûstendinê bi xwendekaran re bike û heskirina dibistanê li cem wan çêke. Mamosteyên ku dixwazin serkeftî bin, pêwîst e her dem tevlî perwerdeyê bibin.”