Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zeyd El-Eyûbî: Erdogan li ser aştî û ewleyiya navneteweyî dîktatorekî xeternak e

14/06/2022
in Uncategorized
A A
Zeyd El-Eyûbî: Erdogan li ser aştî û ewleyiya navneteweyî dîktatorekî xeternak e
Share on FacebookShare on Twitter

Parêzer û nivîskarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî da zanîn ku Erdogan li ser aştî û ewleyiya navneteweyî dîktatorekî xeternak e û ji bo hesabxwestinê ji dewleta tirkî ya dagîrker du xalên sereke destnîşan kirin

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li ser sûcên ku Erdogan pêk tîne, parêzer û nivîskarê siyasî yê filistînî yê ji Qudisê Zeyd El-Eyûbî bi rêya online bi ajansa me ANHA’yê re, axivî.

El-Eyûbî di destpêka axaftina xwe de îşaret pê kir ku tiştê herî xeternak li dijî gelan tê kirin dagirkeriya hovane ye. Li dijî filistîniyan sûcên şer pêk tên û pê re rû bi rû ji demekê ve dijîn.

El-Eyûbî anî ziman ku panelên  têkildarî herêmên Sûriyê yên ji hêla artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, tên lidarxistin şêweyek ji şêweyên berxwedanê ye û got: “Bi rêya panel û konferansan bendest, birîndar û xwediyê xakê dikarin dengê xwe bilind bikin û bibe dengvedaneke mezin.”

El-Eyûbî dagirkeriya Tirk a li herêmê bi dagirkeriyeke hovane ku gefan li çarenûsa gelan dixwe wesif kir û ev tişt got: “Dagirkeriya Tirk dagirkeriyeke hovane ye, êrişî pêşeroja gelan dike. Ew dagirkeriyeke sûcdar bi hemû wateya xwe ye, bi hezaran welatî kuştin, mal wêran kirin, welatî koçber kirin û bi qutkirina avê li ser bakur û rojhilatê sûriyê welatî tî kir.”

‘Li gorî qanûna navneteweyî qutkirina avê sûc e’

Girêdayî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, El-Eyûbî wiha domand: “Her kes mijara nakokiya li ser çem dizanin ku êdî dewleta Tirk parçeyek ji serweriya xwe dihesibîne. Lê li gorî qanûna navneteweyî, çem ji jêderê heta derbasbûna li deryayê de yek e, mafê tu kesî nine ku avê fînanse bike.”

El-Eyûbî bi domdarî got: “Bê guman qutkirina avê cureyek ji şerê li dijî welatiyan e, ji ber şerê qirkirina etnîkî ye. Dema mirovî tî dibin, mebest qetilkirin e. Bi wê re niyeta komkujî û niyeta koçberiya bi darê zorê heye. Ev yek di peymana Cinêvê ya 4’an û peymana Lahay a 1917’an de, her wiha di Mîsaqa Roma de ku damezrînerê dadgeha sûcên navneteweyî ya 1998’an ya madeyên wê yên 7 û 8’an de jî heye. Di naveroka wan peymanan de hedefgirtina welatiyan bi sûcên mezin û bi zanabûn ji bo armancên siyasî, sûcekî şer e.”

El-Eyûbî destnîşan kir ku dema malên welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên wêrankirin, çi Kurd, çi Ereb û çi pêkhateyên din dibin, ev tê wateya ku dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne. El-Eyûbî wiha pê de çû: “Ji ber wê divê cîhanê bi tevahî ji bo rawestandina wêrankirina malan, koçberkirina welatiyan, qetilkirina wan, avakirina avahiyan û bicihkirina şêniyên nû li şûna yên resen ku demografiya herêmê pêk bê, tev bigere. Ev hemû mijar dikevin xana sûcên xeternak ên li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî. Ji berpirsiyariya cîhanê ye ku van sûc û binpêkirinên ku Erdogan dîktator pêk tîne bi dawî bike.”

‘Dozên bi ser dikevin ew dozên ku li ser asta raya giştî ya cîhanê tê hembzêkirin’

Parêzer û nivîskarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî îşaret bi rêyên guncaw ên sekna li hember dewleta Tirk kirin û wiha berdewam kir: “Pir girîng e em wek beşekê di vê mijarê de li ser du rêyan bixebitin; ya yekemîn peyama welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihinin derve. Divê têkilî bi civaka navneteweyî re bi hemû beşên wê re werin çêkirin, çi li ser asta fermî dibe yan jî hikumet, partî, rêxistinên mafên mirovan an jî civata sivîl dibe, divê rayeke giştî ya cîhanê ji bo piştgiriya vê dozê ava bikin û ji bo li kêlek bendestan li pêş vê dagirkeriya Tirk bisekinin.

Ya duyemîn jî, wek parêzeran û qanûnnansan mijara me ye, ew jî em berê xwe bidin dadgehên navneteweyî û vê dozê vekin da ku dozê li van sûcdaran vekin, ji wan jî Erdogan, fermandarên leşkerî û siyasî, her wiha li dijî her kesê destên wan di qetilkirina mirovan, koçberkirin, tîkirin û wêrankirina malên wan de heye.”

Mebesta dadweriyê; Dadgeha Cezayan a Navneteweyî yan jî dadweriya gelek dewletan e ku darizandina dozên bi vî rengî dipejirîne, nemaze li dewletên Ewropayê li gorî rêgeza “gerdûnîbûna tawanan û cîhanîbûna navarokê” ku sûcên bi vî rengî di çarçoveya berpirsyariya navnteweyî ya her dewletekê ku aştî û ewlehiya navneteweyî û mafên mirovan li seranserî cîhanê biparêze de ceza dike.

Li ser vê yekê, El-Eyûbî ev tişt got: “Divê em van her du rêyan bi hev re bimeşînin û hewl bidim tîmekî çapemenî û qanûnî ava bikin ku bi cîhanê re nîqşa bikin, serdana zanîngeh, sazî heta komeleyên li ser astên dewletên cîhanê jî bikin. Da ku rayeke giştî ya cîhanê ji bo vê dozê wergirin, dostan û hezvanên vê doza adilane û rast qezenc bikin. Ev berpirsiyarî dikeve ser milê hemûyan, di radeya yekemîn de erka partiyên siyasî ye, her wiha erka her beşekê û her kesê dikare binivîse û biaxive û bi gihandina peyaman bes nebînin. Ji ber dozên bi ser dikevin, dozên ji aliyê raya giştî ya cîhanî ve tê hembêzkirin e.”

El-Eyûbî diyar kir ku têkildarî sûcên Erdogan û alîgirên wî dikin, helwesteke wan a qanûn û siyasî heye û ev tişt anî ziman: “Em dikarin filistîniyan bi qurbaniyên siyaset û berjewendiyên Erdogan ên li herêmê wesif bikin. Ji ber ku Erdogan destekê dide koman ku parçebûn û darbaya di nava gelê filistînê de çêke.”

Der barê siyasetên Erdogan li dijî doza filistiniyan de El-Eyûbî ev yek xuya kir: “Em siyasetên Erdogan ên nebaş ên li dijî doza filistîniyan dizanin, herî dawî jî astengiyên li Qudisê bû. Beriya çend rojan wezîrê karên derve yê Tirkiyê serdana Mescid El-Eqsa kir, dûre serdana gorê Theodor Herzl kir û kulîlk danî ser gora wî yê damezrînerê cihûya cîhanî bû ku jiyana xwe kir xizmetî avakirina statûya Îsraîlê li ser hesabê gelê Filistînê.”

‘Hilbijartinên 2023’yan wê zirarên mezin ên erdogan eşkere bikin’

El- Eyûbî diyar kir ku Erdogan ne tenê sûcên şer li dijî kurdan û Sûriyê dike, lê belê li dijî herêmê tevahî dike. Hemû ji ber vî sûcdarî û dîktatorê xeternak diêşin, lê yê nebaş ji bo Erdogan, rojane derewên wî û bazirganiya wî bi dozên gelan tên îsbatkirin.

Li ser hilbijartinên Tirkiyê, El-Eyûbî texmîn kir ku Erdogan di hilbijartinên 2023’yan de bi ser nakeve, lê tenê heke sexte di hilbijartinan de kir an jî bi xwe darbe li ser saziyên destûrê yên li hundirê Tirkiyê çêkirin, wê demê bi ser dikeve.

Parêzer û nivîskarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî wiha dawî li gotina xwe anî: “Li dawiyê, siyaseta Erdogan a bi sûc eşkere ye. Ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk, ji hespvan bigire heta bi şervanên ji bo çarenûsê pêdiviya me bi danîna plan, stratejiyan û baweriya rasteqîn bi edaleta vê dozê heye.”

ANHA

 

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

21/05/2025
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
QUNCIK NIVÎS

Gelo jiyaneke din pêkan e?

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.