Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo dijberiyê di nava pêşbirkê de ne

14/06/2022
in Uncategorized
A A
Îrade destkeftî û hevkaran çêdike
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di  van deman de ku Erdogan gefên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine û li bendê ye çiraya kesk ji hêzên qaşo garantor Rûsiya û Amarîka bigre da êrişî herêmê bike, di nava civaka herêmê de metirsiya careke din şer, koçberî û wêranî çêbûye. Di heman demê de jî civak bi hemû beşên xwe di nava amadekariyeke mezin de ye. Bi her awayî wê li ber xwe bide û li kêleka şervanên xwe parastina nirxên xwe yên bi xwîna dehezaran şehîd bi dest xistine, bikin.

Di rewşeke wiha de hikûmeta Şamê û Rûsiya bi her awayî piştgiriya wê dike, ketine nava liv û tevgerê ji bo ji xwe re qezencekê bi dest bixin. Dixwazin di binê sîwana gefên Erdogan de QSD’ê û Rêveberiya Xweser bixin binê zexta bi mecbûrî ji bo xwe ji êrişên dewleta Tirkan biparêzin, bi hikûmeta Şamê re itîfaqan çêke û herêmê ji wan re berde.

Di vê çarçoveyê de hin alî behsa danûstendineke xurt di navbera QSD’ê û hikûmeta Şamê de heye, dikin. Heta di hin dezgeh û saziyên girêdayî hikûmeta Şamê de tê gotin, QSD’ê û hikûmeta Şamê lihev kirine û wê bi hev re li dijî dewleta Tirkan ya dagîrker şer bidin meşandin.

Di hevdîtina Serokê Sûriyê Beşar El-Esed ya dawî de ya di saziyên ragihandinê de behsa berxwedana li dijî êrîşeke muhtemel ya dewleta Tirkan kir. Lê di heman demê de got ev di cihên di binê serweriya artêşa wî de, di heman demê de got gelek herêmên Sûriyê ne di binê serweriya wan de ne.

El-Esed di vir de peyama xwe eşkere anî ziman, dibêje ew bi tu awayî nêzîkî êrişa muhtemel ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser nabin. Pê jî ji Rêveberiya Xweser herêmê beranberî tiştên erzan û bêqîmet, herêmê radestî wan bikin.

Aliyê serkêşiya vê  plana hikûmeta Şamê dike jî Rûsya ye. Rûsya her çendî di şerê Ukranya de tengav bûye jî, dixwaz gefên Erdogan û dijberiya wî bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ji bo berjewendiyên xwe istismar bike. Di heman demê de û têkildarî heman mijarê daxuyaniyên fermandariya QSD’ê jî hebû. Ew jî bi zimanekî nerim amadekarî û piştgiriya xwe ya ji bo parastina herêmê nîşan didin. Ev helwesta fermendariya QSD’ê di hemû şert û mercan de ne hatiye guhertin, lê wekî me berê jî got, Rûsyaya li Ukranya winda dike, dixwaze dewleta Tirkan li dijî me bi kar bîne û bi qezencekê di herêmê de derkeve.

Ji ber wê pêwîstî bi beldarî û hişyariyeke mezin heye. Ev jî di civîna sê alî ya QSD, Rêveberiya Xweser û MSD’ê de xuya bû. Li wir jî baş diyar dibe amadekariyeke baş ji bo parastinê di aliyên leşerî, dîplomasî û civakî hatiye, kirin. Ev jî wê bibe sedem deng û hevsengên şer ku dewleta Tirkan, hikûmeta Şamê û Rûsiya dixwazin ji xwe re istismar bikin, wekî ew dizwazin pêk neyê.

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.