Rojnameya Ronahî

`Xizmên şehîdan: Em bi şehîdên xwe serbilind in`

Darîn Silê/Qamişlo

Şoreşa rojavayê Kurdistanê bi hevgirtina gelên herêmê û xwîna şehîdan bûye çavkaniya azadî û berxwedanê. Pakrawanên azadiyê ji bo azadiya gelê xwe jiyana xwe feda kirin. Herwiha riya azadiyê li pêşiya gelê xwe vekirin û di dilê mirovayiyê de cihekî birûmet girtin.     

Şoreşa Rojava bi berxwedan û fedekariya bi hezaran şehîdan pêk hat. Şehîdan bi ruhê xwe yê azad û pak canê xwe fedayî zarokên welatê xwe kirin.

Di şoreşa Rojava de ji bo jiyaneke azad û demokratîk gelên herêmê têkoşîneke bêhempa derxistin holê. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hemberî hêzên paşverû û dagîrker yên ku dijminê mirovayiyê ne, hat meşandin û ji gelên cihanê re bû mînakeke dirokî; Şoreşa Rojava hovîtiya DAIŞ’ê hilweşand, nirxên mirovayiyê parastin û nirxên demokratîk diyarî tevayiya cîhanê kirin.

Lê dewleta Tirkan ya dagîrker her tim li dijî nirxên demokratîk û li dijî şoreşa Rojava êrişên xwe pêk tîne. Di her êrişê de berxwedanke mezin tê kirin. Ev berxwedan bi saya fikrê Rêbertiyê û xwîna şehîdan rojbiroj pêş dikeve û bi awayekî bêhempa dewam dike. Jixwe nirxên esasî û pîroz yên ku hiştin ev şoreş pêş bikeve û bigihîje vê astê şehîd in. Gelên herêmê jî îro ji her demê zêdetir li derdora vê têkoşînê kom bûne û xwedî li şehîdên xwe derdikevin.

Destpêka şoreşa Rojava bi hezeran ciwan, jin û kesên temenmezin, ji her pêkhateyê (Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Tirkman û Ermen) tevlî berxwedana azadiyê bûn û çek hilgirtin. Herwiha van kesan bi hev re û bi yek ruhî, li dijî dagîrkerî û dijminê mirovayiyê şer kirin û bi hezaran şehîd di vê berxwedanê de hatin dayîn. Ji her pêkhateyê û malbatê şehîd çêbûn, hin malbat jî zêdetirî 5 şehîdên hene, hin jî yekaneyên malbata xwe bûn, hin şehîd jî ji bo parastina welatê xwe hevjîn û zarokên xwe tenê hiştine û piştî şehadetê jî hevjînên wan li ser şopa wan çek rakirin û tekoşina wan dimeşînin.

Li gorî agahiyên Meclisa Malbatên Şehîdan ya bakur û rojhilatê Sûriyê dayîn, diyar bû ku heta niha 16 hezar şehîdên bakur û rojhiolatê Sûriyê yên ji tevayiya pêkhateyan hene. Di nav de 4 hezar û 250 Ereb, 7 Tirkman, 60 Suryan, 2 Ermen, 5 Êzidî, 11 Aşûrî, 150 enternasyonal û 11 hezar û 315 Kurd in.

Hin malbatên şehîdên şoreşa Rojava derheqê nirxên şehidan û pêwîstiya yekîtîya gelên  bakur û rojhilatê Sûriyê de ji me re axivîn û banga xwedîderketina li nirxên şehidên xaka walat kirin.

`Ezê li ser şopa hevjînê xwe bimeşim`

Hevjîna şehîd Piling Amûdê, Şînda Hisên ku dayîka 3 zarokan e wiha got: “Piştî şehadeta Şehid Piling, min sozda ku çeka wî li erdê nehêlim û niha jî li Saziya Malbatên Hêzên Leşkerî ya Qamişlo dixebitim. Roja merasima Piling, min li pêşiya tevayiya kesên hazir got, ‘Ez soz didim ku li ser şopa hevjînê xwe bimeşim û çeka wî li erdê nehêlim’.”

Şînda da zanîn ku beriya şoreşa Rojava ew û hevjînê xwe li derveyî Sûriyê dijiyan, dema ku şoreşê dest pê kir vegeriyan Qamişlo û wiha pê da çû: “Dema me dengê şoreşê bihîst, em di cih de vegeriyan Rojava û Pling tevlî karê leşkerî bû. Em ji bo şoreşê vegeriyan.

Şehîd Piling 2011`yan tevlî hêzên leşkerî bû û 3yê Tebaxa 2017`an li bajarê Reqayê di teqîneke DAIŞ`ê de şehîd ket.

Şînda Hisên di dawiya axaftina xwe de got, Şehîd Piling bi ruhekî seferberî tevlî gelek şerên li dijî dagîrkerî û mirovayiyê, bûye û li dijî dijmin her tim serkeftinê ji bo xwe wekî erkekî bingehî didît. Herwiha bi taybetmendiyên xwe ve di mejî û dilê rêhevalên xwe de cihê xwe girt. Min jî hêz û baweriya xwe ji wî girtiye. Ji bo wê jî heta ez sax bim ezê li ser şopa wî û şopa tevayiya şehîdên azadiyê bimeşim.

Yekîtiya gelan hurmeta li hemberî şehidên xaka walat e’

Bavê şehîd Kabî Yaqûb Dawid, yê bi navê Yaqûb Hanûn Dawid yê Suryanî jî, behsa kurê xwe Şehid Cûdî kir û wiha got: “Bi berxwedan û fedekariyeke mezin, di gelek eniyên şer de yên li dijî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, li El-Yerubiye, Tal Hemîs, Tel Temir û Reqa yê şer kir. Herwiha çar salan di nava hêzên ewlekariya Suryanî Sotoro de xebitî û di 16`ê Çileya 2017`an de di hemleya Hesekê de bû şehîdê xaka welatê xwe.”

Yaqûb Hanûn Dawid, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bêyî yekştiya gelên herêmê ewlekarî çênabe û got, li hemberî şehîdan em hemû qerdar in û ji bo rûmeta xwe û hurmeta li hemberî şehîdê xwe em mecbûr in yekîtiya xwe xurt bikin û şopa şehidên xwe bernedin. Em bi fedekariya şehîdên xwe serbilind in, ji ber ku li hemberî zilm û dagîrkeriyê walat û gelê xwe parastine.

`Li destkeftiyên şehîdan xwedî derkevin`

Dayîka Şehîd Bêcan Tiwêna, Şaha Silêman ya ji pêkhateya Ereb da zanîn ku ku biratiya gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û sekna wan li hemberî dijmin hêzeke mezin ava dike. Heriwha got, emê bi fikir, armanc û vîna xwe ya xurt û bi keda şehîdên xwe yekîtiya xwe bi ser bixin.

Di dawiyê de Şaha Silêman wiha got: “Herwiha şehîd Bêcan bi sekna xwe ya bicoş û kelecan di dilê gel û hevalên xwe de wekî qehremanekî ku ti carî neyê jibîrkirin, cihê xwe girt. Ez şehadeta Bêcan li tevayiya gelê xwe bi taybetî li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz dikim û ji gel re dibêjim, yekîtiya xwe bi hev re ava bikin û xwedî li destkeftiyên şehîdên xwe derkevin.

‘Eger 10 kurê min yên din jî hebûna minê ew jî fedayî vê xaka pîroz bikiran’  

Dayîka şehîd Ednan Hisên Zubeyde Îsmaîl jî li ser şehadeta kurê xwe yê yekane wiha axifî: “Şehîd Ednan li bajarê Qamişlo di Asayişê de kar dikir, piştî tevlîbûna wî ya Asayişê bi 3 heyvan di 30ê Nîsana 2016`an de di teqîna bombeyekê li taxa Xelîc ya bajarê Qamilo de şehîd bû. Dema şehîd ket bi jin bû û kurê wî jî 9 heyvî bû. Ez bi şehadeta kurê xwe yê yekane serbilind im. Çimkî ew di ber axa welatê xwe de şehîd bûye. Eger 10 kurê min weke Ednan hebana minê ew jî fedayî vê xaka pîroz kiriban.

Zubeyde Îsmaîl di dawiyê de got, wek welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê di her cejin, şahî, êş û xweşiyan de yekemîn em berê xwe didin goristananê û zarokên ku canê xwe ji bo axa xwe feda kirine bîr tînin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle