Parêzer Xalid Îbrahîm diyar kir ku PKK têkoşîna siyasî, civakî, exlaqî û aborî dike, ev têkoşîn jî nûnertiya têkoşîna gelên Rojhilata Navî dike. Herwiha da zanîn ku tawanên terorê yên li hemberî wê tên wateya tawanbarkirina gelên Rojhilata Navî bi terorê.
Konseya Dozên Biyaniyan ya Belçîka de barê PKK’ê de biryar da û got, PKK’ê ne rêxistineke terorîst e.
Li ser vê mijarê parêzer Xalid Îbrahîm got, ji destpêka dîrokê ve û heta roja îro Kurdan êrişî ti kesî nekiriye û di têkoşîn û rizgariya xwe de teror li dijî ti kesî pêk neanîne, lê belê PKK her tim parastina gelê Kurd, maf, çand, dîrok û hebûna wî dike.
Xalid Îbrahîm diyar kir ku hêzên navneteweyî û herêmî li dijî Kurdan plan û komplo pêk anîn, Kurd jî neçar man ku parastina nirxên xwe bikin, ji ber wê jî diviyabû ku helwestek li dijî plan û êrişan derkeve da ku parastina hebûna xwe ya dîrokî li Rojhilata Navîn bike.
Xalid Îbrahîm îşaret pê kir ku divê mijara ku ”PKK`ê partiyeke terorîst e yan na” neyê nîqaşkirin û anî ziman ku PKK`ê nûnertiya kurdên ku li azadiyê digerin û têkoşerên ji bo hebûnê, dike.
Têkildarî hinceta qanûnî ku PKK`ê weke partiyeke terorîst pênase dikin, Xalid Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Ji ber tu tiştekî zelal û erêkirin têkildarî pênaseya terorê tune ye. Teror çi ye? Kî terorîst in? Pênaseya terorê encama hin siyaset û peymanan bû. Ev pênase li her dewletekê ji ya din cûda ye. Her dewletekê pênaseyekê li gorî berjewendî û siyasetên xwe û têkoşîna gelan li wê dewletê daniye da ku serdestiya xwe li ser wan gelan ferz bike.”
Xalid Îbrahîm diyar kir ku gelek caran zimanê hiqûqî dikeve bin bandor û xizmeta siyasetê û wiha domand: “Heger dadgeheke serbixwe di dozekê de biryar bide ku aliyek teror e yan na, wê demê nikare bêje ku îsbata hatiye pêşkêşkirin raste yan na. Ew belgeyan dixwîne û li gorî wê biryar dide weke ku çawa li dadgeha Belçîka û Konseyên Dozên Biyanî ya Belçîkayê pêk hat.”
Îbrahîm destnîşan kir ku zimanê siyaset û edaletê pir ji hev cûda ne, têgeh û pênaseyeke zelal ji siyaset û edaletê re tune ye û wiha axivî: “Qanûna Urdunê ji qanûa Sûriyê cûda ye. Ya Sûriyê ji ya Misirê cûda ye. Her dewlet û sîstemek pênaseyekê li gorî siyaset û edaleta ji bo mayîna li ser serdestiyê datîne.”
ANHA