Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salih Muslim: Dewleta tirkî ewleyiya xwe di tinebûna gelê Kurd de dibîne

12/06/2022
in Uncategorized
A A
Salih Muslim: Dewleta tirkî ewleyiya xwe di tinebûna gelê Kurd de dibîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Salih Muslim diyar kir ku, plana dewleta tirkî ya dagîrker ji destpêka krîza Sûriyê bi taybetî piştî şoreşa Rojava, tinekirina gelê Kurd e, ne dagîrkirina xaka Sûriyê ye.

Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo şkandina vîna gel û têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava, careke din dest bi gefan kiriye. Li hemberî vê yekê gel bi çalakiyên cuda ji cîhanê tevê re didin nîşandan ku wê li djiî dagîrkeriya dewleta tirkî heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.

Li ser mijarê Endamê Serokatiya Hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji me re axivî. Salih Muslim got, plana dewleta tirkî ya qirkirina gelê Kurd di avakirina çeteyên DAIŞ`ê de hat eşkerekirin. Lewra dewleta tirkî ya dagîrker bi rêxistinkirina çeteyan xwest ewleyiya herêmê têk bibe. Di berxwedana Kobanê de têkoşîna gelê Kurd ji cîhanê tevê re bû mînak, çimkî ti kesî bawer nedikir ku wê rêxistineke mîna DAIŞ`ê ewqas xetera wê li ser cîhanê tevê hebû, were têkbirin. Herwiha Salih got, Hilfa Nato dama dît ku Hêzên me ji bo rizgarkirina bajarê xwe li ber xwe didin û serî natewînin, destek da şervanan, ev jî bû sedema dînbûna Tirkiyê. Lewra palnên wê tev têk çûn û wê têk biçin.

`Bexwedana Kobanê rê li ber planênê qirkirina gelê Kurd, girt`

Salih Muslim axaftina xwe wiha domand: “Ji berxwedama Kobanê dewleta tirkî ya dagîrker hewl dide ku, Rojhilata Navî biguherîne û bixe binê xizmeta xwe heta ku plana qirkirina gelê Kurd pêk bîne. Lê tersî vê yekê çêbû, gelê Kurd xwebixwe sîstema xwe diyar kir û xwe bi rêxistin kir. Ev yek dihêle dewleta tirkî rojbiroj êrişên xwe li ser herêmê zêde bike. Li dijî vê siyasetê gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe hişyar in û li ber xwe didin, heta ku rastiya dewleta tirkî ji cîhanê re were eşkerekirin.”

Li ser siyaseta dewleta tirkî Muslim diyar kir ku, dewleta tirkî Hilfa Nato ji xwe re dike piştgirî, tevî ku biryarên wê binpê dike. Muslim wiha got: “Ji ber ku bakur û rojhilatê Sûriyê cihekî stratejîk e, dibe armanca dewleta tirkî. Dixwaze bi sayaseta xwe ya xwînmij mîna bajarên me yên dagîrkirî bixe bin destê xwe. Li ber çavê cîhanê tevê koçberkirina miletê me hat dîtin û heta niha jî kiryarên wê yên qirêj li bajarê dagîrkirî tê dîtin.”

`Dewleta tirkî bi pereyan û gotinên xeyalî wan dixapîne`

Li ser helwesta rejima Sûriye û Iraqê Salih Muslim wiha got: “Mijara helwesta hikumeta Iraq û Sûriyê li hemberî êrişan, mijareke dine, ew dewlet in sînorên wan jî hene. Lê dewleta tirkî vê yekê nas nake biryaran binpê dike. Mîna êrişa wê li ser Kerkûk û Mûsilê. Yanî dewleta tirkî xwe bihêz dibîne hesapê ti kesî nake. Lê divê mirov ji bîr neke, tiştê ku di hundirê Sûriye û Bexdayê de dibe, bi fen û fûtên Osmaniyan dibin. Ew jî di riya pereyan de. Armanc Tirkiyê jê siyasetê lawazbûna wî cihî ye. Mînak Mûarede kî ne? Tev Tirk in li Stenbolê û Enqerayê rûniştine nikarin bê Tirkiyê tiştekî bikin, lewra dewleta tirkî ew bi pereyan razî kirine. Mixabin Kurd jî di nav wan de hene, dewleta tirkî wan bi gotina razî dike ku wê di demeke nêz de tevayiya herêmê bixe binê kontrola xwe. Yanî dixwaze ji wan re vê berxwedan û têkoşînê ku gelê me dike, vala derxe.”

`Kesek ku ji bo me şer bike nîne`

Herwiha Salih bal kişand ser mijara gotinên xapînok ku Erdogan mirov û cîhanê tevê pê dixapîne ku dibêje emê herêmeke ewle ava bikin, Muslim wiha got: “Ji destpêkê ve em dizanin ku dewleta tirkî di mijara avakirina herêma ewle de, derewan dike. Gelo wê herêmê ji kê bike ewle. Kesê ku bi rastî bixwaze herêmeke ewle ava bike, wê leşkerên xwe li ser sînoran ji bo çavdêriyê bi cih bike. Lê armanca wê dagîkirin e, ewleyiya herêmê di tinekirina gelê Kurd de dibîne. Neteweyên Yekbûyî ti şewqa kesk nedaye dewleta tirkî ku êrişî herêma me bike, lê ew ji bo berjewendiyên xwe nikarin şerê dewleta tirkî bikin. Lewra divê gelê me jî vê yekê baş bizane ku kesek ji bo me şer bike, nîne.”

Salih Muslim got, dewleta tirkî bi avakirina avayiyên mêtingeriyê, kemereke reş li dora xwe çêdike. Kesê ku ji çeteyên DAIŞ`ê mayîn yên ji Cebhet El-Nsra mayîn, wan di avayiyan de bi cih dike. Ta ku li hemberî me û rejima Sûriyê bi kar bîne. Muslim axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye birêxistinkirina çeteyan cîhanê tevê tehdîd dike. Me dît çawa ew şandin Libyayê û Ewropayê. Jixwe ev yek diyar e ku dewleta tirkî van çeteyan ji bo bikaranîna wan li dijî dewletan, birêxistin dike.

`Dewleta tirkî nema dizane çawa xelkê bêdeng bike`

Li ser xwepêşandanên li Efrînê Muslim diyar kir ku, xwepêşandanên li Efrînê, nerazîbûna xelkê ji siyaseta dewleta tirkî re ye. Lê bi hiceta nan û avê derdikevin xwepêşandanan. Lewra ew nikarin li dijî dewleta tirkî şer bikin. Muslim axaftiina xwe wiha berdewam kir: “Bêguman xelkê li bajarê Efrînê dimînin siyaseta dewleta tirkî baş nas kirine ku ew, rehmê li ti kesî nake ji bilî kuştin û revandinê li gel wê nîne. Destpêka ku dewleta tirkî bajar dagîr kir xelkê wê bi perayan razî kir, lê niha ji ber ku ketiye krîzeke aborî, êdî nema dizane ka wê çawa welatiyan bêdeng bike.”

`Bi hevgiritina gelên herêmê planên dewleta tirkî têk diçin`

Endamê Serokatiya Hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li ser erkê ku tê ser milê gelên herêmê axaftina xwe wiha bi dawî kir. “Tiştê ku li vê derê dibe, li ser me ye. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe armanca dewleta tirk in. Ji hezarê sala ye her kes dizane ku ji bilî serjêkirinê li gel dewleta tirkî nîne. Jiyana wekheviyê û demokratiyê ku niha li vê derê tê meşandin, dihêle dewleta tirkş har û dîn bibe. Lewra armanca êrişên wê têkbirina ewleyiya herêmê û derxistina tevlîheviya navbera gelan e. Hêzên ku niha ji bo berjewendiyên xwe li vê derê dimînin, dema bibînin em bi yek helwestê bi yek dengî li dijî siyaseta dewleta tirkş disekinin, wê ew bixwe destekê bidin me. Ji bo wê tişta herî girîng û pêwîst ew e ku, em xwebixwe welatê xwe biparêzin, ji bo hinek pere nebin sîxurê dewleta tirkî. Herwiha divê em rê nedin ti kesî ku di navbera me de şerê navxweyî derxe.”

Post Views: 104
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.