Rojnameya Ronahî

`Îsal rewşa sewalkariyê ji sala borî baştir e`

Darîn Silê/Qamişlo
Ji Rêveberiya Sewalkariyê ya herêma Cizîrê Dr. Rûken Şêxmûs da zanîn ku rewşa sewalkariyê ya îsal ji sala borî baştir e. Heriwha got, wek Rêveberiya Sewalkariyê em hewl didin bandora rewşa ziwabûna li ser sewalkariyê sivik bikin û parastina sewalên li herêmê bikin.    
Sewalkarî beşeke bingehî ji beşên aboriya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Çimkî herêm ji aliyê sewalkariyê ve dewlemend e. Herwiha jêdera sereke ye, ya ku sewalvan debara xwe pê dikin. Lê di van salên dawî de ji ber guherîna hewayê û nebarîna baranê bandor li rewşa sewlan hatiye kirin. Gelek sewal ji ber vê yekê mirin û yên mayîn jî bi erzanî dihatin firotin. Ji bo çareserkirin û pêşîgirtina li vê rewşê rêveberiya sewalan ya herêm Cizîrê hewl dide sewalên herêmê biparêze û êm ji wan re peyda bike.
Li ser rewşa sewalkariyê ya herêma Cizîrê, serjimariya sewalan ya îsal û hewldanên rêveberiya sewalkariyê ji bo parastina sewlan, ji Rêvebera Sewlkariyê ya herêma Cizîrê Dr. Rûken Şêxmûs ji me re axivî û nêrîna xwe ji me re anî ziman.
`Rewşa sewalkariyê û hewldanên rêveberiyê` 
Rûken Şêxmûs da zanîn ku ji ber guherîna rewşa hewayê û nebarîna baranê, du sal in rewşa sewalan ketiye xeterê û axaftina xwe wiha domand: “Her kes dizane dema baran kêm dibare, rewşa hewayê tê guhertin û zevî tev ziwa û hişk dibin. Li herêma me jî du sal in baran baş nayê, ev rewş bandorê li çandinî û sewalkariyê pir dike. Li kêleka wê êmê sewlan pir biha dibe. Ev jî dibe sedem ku gelek sewalvan sewlên xwe bi nirxekî kêm bifroşin, hin ji wan jî ji bo ku karibin êm ji sewalên xwe re peyda bikin nîvê wan bidin firotin, da ku êm ji nîvê mayî re peyda bikin. Wek rêveberiya sewalan em salan e sewalên li herêmê bi giştî vaksîn dikin, ev alîkariya sewalan dike ku karibin di vê rewşê de bijîn. Herwiha dema nexweşî bi sewalan re çêdibe, komîteyên me sewalên nexweş venêrîn dikin.”
`Ji bilî rewşa ziwabûnê bandora şerê jî li ser sewalan heye`
Rûken behsa cudahiya navbera salên çûyîn û îsal de kir û wiha got: “Jimara sewalan ya salên 2018`an, 2019`an ji 2022`yan baştir bû. Îsal jimar pir kêm e, çimkî du sal in rewşa hewayê wiha ye û baran baş nabare. Sala çûyî rewş pir xirab bû û baran bi derbê de nehat. Îsal jî baran dereng hat, lê rewşa sewalan ji sala çûyî baştir e û êm jî peyda dibe. Par êm tinebû bû û pir biha bû. Ji bilî rewşa hewayê, rewşa dagîrkerî û şer jî bandorê li sewalan kir, çimkî gelek sewal di şer de, dema ku ji herêma xwe dihatin herêmeke din di rê de dimirin. Ev tev dibe sedema ku sewal li herêmê kêm bibin.”
`Serjimariya sewalan ya îsal`
Rûken ji bo serjimariya sewêlan ya îsal li herêma Cizîrê got, îsal jimara çêlekan 56 hezar û 90 serî ye, pez 4 milyom û 500, bizin 39 hezar û 661, deve 4 hezar û 525, hesp 7 hezar 86 û yê gamîşan jî 3 hezar û 250 serî ye.
Rûken diyar kir ku wan îsal du caran êm li sewalan belav kir û wiha pê da çû: “Ji bo her serî çêlek gamêş û deve, di her carê de 50 kîlo dihat dayîn, ji bo sewalên piçûk jî 10 kîlo hat dayîn. Her şeş heyvan êm tê belavkirin. Ev miqdar têra sewalan nake, pêwîst e em her du heyvan carekê belav bikin. Lê ji ber êm li herêma me pir kêm e em neçar dibûn her şeş heyvan belav bikin. Em hewl didin di dema pêş de her du heyvan êm belv bikin, da ku têra sewalan bike û sewalvan jî zehmetiyn di peydekirina êmê sewalên xwe de nekşînin. Heriwha proje û palnên me yên ji bo peydekirina êm hene.”
Sewalvanê bi navê Delîl Mûnîr yê ji gundê Topis yê girêdayî bajarê Qamişlo, ku 20 sal in sewalan xwedî dike, derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez 65 serî mî xwedî dikim. Ev du sal in ji ber nebarîna baranê em astengiyan di xwedîkirina sewalên xwe de dibînin û sehmetiyan di peydekirna êmê wan de dikşînin. Êmê ku rêveberiya sewalan daye pir kêm e têra sewalan ji bo heyvekê nake. Du sal in em zevî ji cotkaran dikirin da ku sewalên me jê biçêrin. Em ji niha ve haziriyên dema çile dikin û êm peyda dikin. Rast e ez xisarê pir dibînim, lê pezê min li ser dilê min pir şêrîne û nikarim dev ji wan berdim.”
Delîl got, xwedîkirina sewalan pir girîng e. Çimkî berhemên sewalan yên wek penêr, mast, şîr û her wekî din hene. Eger sewal nemînin xwerekên bingehî jî namînin. Çiqas mirov li sewalên xwe xwedî derdikeve ewqas berheemê baş ji wan digire.
Sewalvan Delîl Mûnîr di dawiya axaftina xwe de bang li rêveberiya sewalkariyê kir ku, alîkariyê bide sewalên herêmê. Çimkî sewal ji vir qut bibin, wê bandoreke neynî li herêmê bê kirin.