Rojnameya Ronahî

Şerê Zap û Avaşîn hunera şer ya gerîla ye

ŞUKRU GEDÎK
Hewl didin êrişên dagîrkeriyê yên ser başûrê Kurdistanê bi hemû hovîtiya xwe bidomînin. Operasyona leşkerî ya bi navê ‘Pençe Kîlît’ ji operasyonekê wêdetir, di çarçoveya şerekî navlênekirî de dewam dike. Ev şer ne pevçûneke 2 artêşên birêkûpêk e, ne jî şerekî klasîk e. Şerekî bêeman yê berxwedanê ye ku komeke gerîla li qadeke teng, li dijî artêşeke mezin ya dewletekê û destekdarên wê tê meşandin.
Ev şerê ku 18’ê Nîsanê dest pê kir, nêzî 2 meh e dewam dike. Dema em li bîlançoya vî şerê 2 mehan dinêrin, gelekî zelal e ku kontrol di destê gerîla de ye. Heke bi vî rengî dewam bike, şerê dawî ye ku artêşa Tirk tê de têk biçe. Dibe ku taybetmendiya herî mezin a vî şerî ew e ku vîna mirovan derdixe holê ku hema bêje sînorên fîzîkî yên mirovan derbas dike. Sînorên mirovan derbas dike. Lûtkeya dilsozî, wêrekî û fedakariyê ye. Îspata wê yekê ye ku ruhekî fedakar têk naçe.
Şerê Zap û Avaşînê ji me re gelek tişt îspat kirin. Îspata şênber a gotina ‘teknîka herî mezin mirov e’ ye. Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha HPG’ê de hat gotin “Ji ber ku heta niha 6 cure çekên gazên kîmyewî hatine bikaranîn” qelsî û bêçaretiya dijmin radixe pêş çavan. Ji bilî çekên kîmyewî, em ji daxuyaniyên Fermandariya Biryargeha HPG’ê hîn dibin ku tevî bombebaranên hewayî û bejahî jî ku bi şev û roj dewam dikin, encamên têne xwestin li qadên gerîla bi dest nexistine.
Heke hejmara hêzên artêşê yên li dijî gerîla şer dikin, zêdehiya wan a çendanî û çawawnî, cureyê çekên gazên kîmyewî, teknîka modern a gelekî pêşketî, hejmara wesayîtên hewayî û cebilxaneyên hatine xerckirin bên vegotin, dê têkçûna dewleta Tirk belge bike. Hejmara kêm a hêzên gerîla û hejmara bombeyên li her metreçargoşeyeke parçeyekî teng ê Zap û Avaşînê ketine, heta niha gelekî ji şerê Ukraynayê derbas bûne. Ev 2 meh e bi qasî bihostekê jî bi pêş ve neçûye û jixwe îspata têkçûna artêşa Tirk e. Mirov dikare bibêje ku gerîlatiya Apoyî di hunera şer de serdemeke nû vekiriye. Ne pêkan e ku mirov vî şerê ku  di her warî de bê hevsengî ye, bi rengekî din vebêje.
Mixabin artêşa Tirk a mêtinger a faşîst di vî şerê qirêjî de bi tenê nîn e. Divê hêza NATO’yê ya li pişt wê were dîtin û her wiha divê xiyaneta PDK’ê jî lê were zêdekirin. Artêşa Tirk ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ye, rêxistinên terorê yên wekî DAIŞ’ê jî li envantera xwe zêde kirine û hema hema xwe wek dêwekî dibîne, lê li Zap û Avaşînê li pêşberî gerîlatiyên fedaî yên Apocî têk diçe.
Dîktatorê serkêşê dewleta Tirk a faşîst Erdogan di dijminatiya xwe ya li Kurdan de guh nade tu sînorekî û bi vî awayî hatiye zanîn. Di dema herî qirêjî û lawaz a pêvajoya desthilatdariyê de ye. Ew hewl dide bi aktîfkirina tundiya leşkerî û bi hîsteriya êrişê dibêje ‘piştî min dê tofan rabe’ û li pey şer dikeve. Bi rewşeke wisa re rû bi rû ye ku dê zirara wê ji kara wê zêdetir be. Hewldana wî ya şer a li Zap-Avaşînê dê bibe şerê wî yê dawîn. Tevî hemû teknîkên modern ên pêşketî yên şerê leşkeri û her cure taktîkan jî encam bi dest nexistin.
Aliyekî din ê vî şerî jî, şerê piralî yê psîkolojîk e. Tevî hemû propagandayên reş jî şefê AKP’ê mecbûr ma rastiya şer qebûl bike. Dema ku cenazeyên leşkeran çûn, got “Şehîdên me hene, lê yên gerîla gelekî zêdetir in” û hewl dide xwe rehet bike. Lê belê, heke windahiyên gerîla ew qas bûna, dê pir bi rehetî biketana Zap û Avaşînê. Çi zû çi jî dereng, dê hîn bibin ku bi nixumandina derewan, xapandina gel û veşartina cenazeyên leşkeran nagihêjin tu encamekê.
Wek fermandarê giştî yê artêşê ku li Zap û Avaşînê li dijî gerîla têk çû, Erdoganê dîktator ku ji bilî lixwekirina cil û bergên leşkerî xwedî tu merîfeteke din nîn e û niha jî çav berdaye gelê sivîl ê Rojava. Erdoganê dîktator îro wek Dehaqê nûjen ê gelê Kurd e. Goştê mirovan dixwe, xwînawan vedixwe. Di şerê navxweyî yê Sûriyê de bûye sebebê jiyana bi milyonan mirovan. Bi milyonan mirov bê cih û war kirine. Îşkence, destavêtin, revandina mirovan, fîdye, rêbazên dermirovî, bûne wesîle ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe.
Desthilata Erdogan a ku hewl dide vegere serdemên tarî, êdî dawî lê tê. Êdî ne mimkûn e ku li ser desthilatê bimîne. Çi komployan dike bila bike, kîjan taktîkan bi kar tîne bila bike, li ku derê êriş dike bila bike, dê nekare ji aqûbeta xwe û nifirin gelê Kurdistanê û xezeba gerîla xelas bibe.
Gefên êrişê yên li ser Rojava ne nû ne. Hewldana wan a ji bo dagirkirinê heta 30 km’yan, dibe ku sefera dawîn a li ser Rojava be ku ji bo wan jî mirin e. Heke çav berde mal, milk û namûsa gel û Rojava dagir bike, helbet dê gel jî di cihê xwe de nesekine. Hewl didin kula xwe ya li Zap û Avaşînê, li Rojava derman bikin, lê ev hesabê wan şaş e. Jixwe daxuyaniyên rayedarên YPG, YPJ û QSD’ê yên “berdêl wê gelekî giran be” ji raya giştî re hatibûn ragihandin. Rayedarên Rojava û nûnerên Rêveberiya Xweser ji berê de diyar kiribûn ku ew ê “li dijî her cure êrişan amade ne.” Xuya ye li Rojava surprîzên nû ji wê artêşê re hene ku îradeya wê li Zapê şikestiye.
ANHA