Rojnameya Ronahî

`Di her hevdîtinê de planeke qirêj`

Dilîn Ehmed-Qamişlo
Rihan Loqo got, ji ber ku şoreşa Rojava çirûska azadiya gelê blindest e bi taybetî ya gelê Kurd, dewleta tirkî ya dagîrker, rojbiroj êrişên xwe pirtir dike.
Ji destpêka şoreşa Rojava ve bi taybetî vê dema dawî ji bo têkbirina ewleyiya herêmê, dewleta tirkî ya dagîrker bi her rêbaza şer û gefxwarinê, êriş dike. Li dijî van êrişan gelê herêmê li seranserê cîhanê çalakiyan li dar dixe.
`Bêdengiya dewletên berpirsyar binpêkirina mafê mirovan e`
Li ser vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rihan Loqo, ji me re axivî. Rihan diyar kir ku, dewleta tirkî bi çirûska 19`ê Tîrmehê re, dest bi êrişan kir û heta niha bi piştgiriya gelek dewletan êrişên xwe berdewam dike.
Rihan axaftina xwe wiha domand: “Êriş û siyaseta ku niha li Rojhilata Navî tên meşandin bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyê, planên gelek dewletên navneteweyî ne. Ev yek di dagîrkirina bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de, hat eşkerekirin. Heta roja me ya îro jî bêdengiya rêxistinên mafê mirovan li dijî, destdirêjiya li ser jinan revandin û kuştina mirovan bê sûc, vê yekê isbat dike. Lewra yê ku van sûcan li ber çavan dibîne û xwe bêdeng dike, ew jî piştgiriiya wan dike.”
`Yekîtî û hevgirtina pêkhateyên herêmê wê rê li ber dagîrkirinê bigire`
Rihan got, tişta ku rê li ber êriş û dagîrkeriyê bigire, berxwedan û têkoşîna gelê herêmê ye. herwiha Rîhan Loqo bal kişand ser wekhevî û yekîtiya navbera pêkhateyên herêmê de û got, her kes dizane ku dewleta tirkî ya dagîrker li dijî projeya demoratîk e, lewra armanca êrişan ewe ku, ewleyiya herêmê têk bibe û agirê şerê navxweyî di nava pêkhateyên herêmê de gur bike.
Rihan Loqo di dewama axaftina xwe de, diyar kir ku her hevdîtina Partiya Demokrat ya Kurdistan (PDK) bi dewleta tirkî re, dibe sedema êrişên ser xaka Kurdistanê. Rihan axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî niha di aloziyeke aborî ya pir xerab de ye, ji bo wê dixwaze bajarê me dagîr bike da bi saya aboriya herêmên me, xwe dewlemend bike. Mixabin bi alîkariya PDK`ê bi rehetî êrişê welatê me dike. Lewra her hevdîtina PDK`ê bi dewleta tirkî re, dibe sedema şerekî mezin û biplan. Yek jê êrişa 17`ê Nisanê ya li ser Herêmên Parastina Medyayê bû.”
`Xwedîliderketina li berxwedana gerîla parastina mafê gelê blindest e`
Rihan got, şerê ku niha diqewime şerê hebûn û tinebûna gelê Kurd e. Lewra divê gelê Kurd hişyar be, bi lîstokên hêzên serdest neyên xapandin. Herwiha Rihan da zanîn ku gelê Kurd niha di qonaxên dîrokê de derbas dibe. Ji bo dîrok careke din xwe dubare neke, divê li dijî kiryar û êrişên dewleta tirkî ya dagîrk, bi yek dengî bi yek helwestê, li kolanan şermezar bike.
Endama Kordînasyona Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rihan Loqo axaftina xwe wiha domand: Bi hezarê salan e gelê Kurd ji bo bidestxistina mafê xwe û rizgarkirina xaka Kurdistanê, bi sedhezaran keç û xort şehîd bûne. Ji bo xwedîderketina li xwîna şehîdan û pêkanîna xewn û xeyalên wan, divê em asta têkoşînê xurttir bikin. Ji bo wê banga min ji gelê Kurd re li seranserê cîhanê bi taybetî li her çar parçeyên Kurdistanê, piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê bikin. Lewra yên ku mafên me û azadiya me ji dijmin bistînin gerîlayên me ne.