Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rejima Şamê zanîngeh kirine sîleh

05/06/2022
in Uncategorized
A A
Rejima Şamê zanîngeh kirine sîleh
Share on FacebookShare on Twitter
Berpirsên Zanîngeha Firatê ya ser rejima Şamê, du vebijêrkan datînin pêşiya xwendekaran, yan wê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê rabin, yan jî wê fakûlteyên wan veguhêzin Dêrazorê. 
Berpirsên Zanîngeha Firatê ya ser bi rejîma Şamê, du vebijêrkan datînin pêşiya xwendekaran, yan wê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê rabin, yan jî dê fakulteyên wan veguhêzin Dêrazorê. Bi vê yekê bi siberoja 30 hezar xwendekaran dilîzin. Ev careke din niyeta hikûmeta Şamê a polîtîzekirina perwerdeyê eşkere dike.
Hikûmeta Şamê bi rêya parêzgerê Hesekê Xesan Xelîl beriya çend mehan, hewl da bi hincetên wekî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî taxa Xiwêran fakulteyên Zanîngeha Firatê ji Hesekê bibe Dêrazorê û çend mehan jî dewama fakulteyan da rawestandin.
Bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê cihgirê serokatiya Zanîngeha Firatê û Berpirsê Fakulteya Hiqûqê ya li Bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di ezmûnên niha de xwendekaran li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê sor dikin û ji xwendekaran re gotine, heger hûn li dijî her du aliyan dernekevin, ew ê fakulteyên Zanîngeha Firatê veguhêzin Dêrazorê.
Rêveberiya Xweser helwêsta hikûmeta Şamê wekî reva ji berpirsyariya xwendekaran bi nav kir, da ku fakulteyan bi hincetan veguhêze herêmên din û rastiyan berovajî bike.
Li gorî malperên medya civakî, her wiha hin xwendekarên ku ji ber sedemên ewlehiyê navên xwe eşkere nekirin, ji ANHA’yê re gotine, ew ji biryara fakulteyê ne razî ne mat û bêhêvî mane.
Gef xwarin ku fakûlteyê veguhêzin
Xwendekaran îşaret bi tevdîrên bi destpêkirina ezmûnan re kir û got, “Berpirsê Fakulteya Hiqûqê Ebdullah El-Selmo bi me re civiya û ji me re got, cihgirê serokatiya Zanîngeha Firatê Mihemed El-Tehtûh wê bê serdana zanîngehê da ku li nêrînên we guhdarî bike. Di nav axaftinên xwe de berpirs ji xwendekaran xwest ku li ser ragihandina ji nişka ve ya destpêkirina ezmûnan, nerazîbûnên xwe nîşan nedin û gef xwar ew fakulteyan ber bi bajarê Dêrazorê ve veguhêzê. Xwendekar ji ber tirsa ji bo siberoja xwe, gotina berpirsê fakulteyê qebûl kirin.”
Xwestin xwendekar li ber Rêveberiya Xweser rabin
El-Tehtûh di civînê de ji xwendekaran xwest ku li ber Rêveberiya Xweser û QSD`ê rabin, û heger vê yekê nekin, ew ê fakulteyan veguhêzin Dêrazorê û wan ji ezmûnên bê, bêpar bihêlin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 30 hezar xwendekarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li fakulte û peymangehên şaxê Zanîngeha Firatê ya Hesekê li 8 fakulte û 12 peymangehan dixwînin.
ANHA
Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.