Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Perwerdeya ‘refa zabita’ bi 31 endamên asayişa jinan dest pê kir’

05/06/2022
in Uncategorized
A A
‘Perwerdeya ‘refa zabita’ bi 31 endamên asayişa jinan dest pê kir’
Share on FacebookShare on Twitter
Darîn Silê/Qamişlo
Bi armanca perwerdekirina bîrdozî, fikrî û leşekerî, 31 endamên Asyişa jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê, 1`ê vê heyvê derbasî perwerdeya `refa zabite` ya bi navê Şehîd Hîra Wan (Rûken Botan) bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundir ya Jinan (Asayişa Jinan) li bakur û rojhilatê Sûriyê hêza yekê ya parastina jinan e, ku di destpêka şoreşa Rojava de li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat damezirandin. Asayişa Jinan ji bo parastina jinan û civaka bakur û rojhilata Sûriyê, di tevayiya aliyan de kar dike. Herwiha ji bo avakirina ewlekarî û aramiyê li herêmê dixebite. Tevî gelek zehmetî û derfetên kêm karibû li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê şaxên xwe belav bike û xwe bi rêxistin bike. Asayişa Jinan, ji dema damezirandina xwe ve heta niha, rola xwe di êrişên li dijî herêmên bakur û rojhiatê Sûriyê, herwiha di çareserkirina pirsgirêkên civakî û parastina herêmê de dilîze. Ev hêz li kêleka kar û xebata xwe endamên xwe di her alî de perwerde dike û wan li ser fikir û felsefeyeke demokratîk ava dike. Çimkî di ewlekariyê de barê herî giran li ser milê jinan e.
Ji bo pêşxistin û xurtkirina fikir û îradeya jinan, Fermandariya Giştî Ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, 1`ê vê heyvê Fakûlteya Ewlekariya Hundir ya Asayişa Jinan (refa zabîte) li Akademiya Şehîd Hîra Wan (Rûken Botan) li gundê Girsor yê girdayî bajarê Qamişlo vekir. Di fakûlteyê de, wê 31 jin ji Asayişa bakur û rojhilatê Sûriyê werin perwerdekirin. Ev perwerde hem ji aliyê fikrî, hem jî ji aliyê leşkerî ve pir girîng e û wê ji her alî ve dagirtî be. Herwiha wê perwerde 3 heyvan dewam bike.
Derbarê mijarê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundir ya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bal kişandin ser girîngiya perwerdê, herwiha rola Asayişa Jinê di parastina herêmê de û nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
Rêvebera Asayişa Giştî ya bakur û rojhilatê Sûriyê Helîma Mehmûd Bekir diyar kir ku demeke dirêj e amedekariyên perwerdeya refa zabite dikin û axaftina xwe wiha domand: “Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hevalên jin tevlî vê perwedeyê bûne. Perwerde wê bi zimanê kurdî bê dayîn. Hevalên ku tevlî perwerdeyê bûne tev di asta rêveberiyê de ne, hin ji wan jî berî niha rêvebertî kirine. Ev perwerde hem fikrî û meslekî, hem jî leşkerî ye.”
`Armanc pêşxistina Asayişa jinê ye`
Helîma got, armanca me ji vê perwerdeyê, pêşxistina Asayişa Jinan e û wiha pê da çû: “Ji ber ku em di rewşeke awarte de dijîn û ji her alî ve êriş li ser gelê me tên kirin, pêwîstiya me bi perwedeyên wisa heye. Da ku jinên di ewlekariya hundir de xebatê dikin xwe di nava civakê de bi rêxistin bikin û bibin bersiva pirsgirêkên civakê û êrişên dijmin.”
Helîma Bekir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wek hêza ewlekariya hundir ji bo her rewşê amade ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek asayişa bakur û rojhilatê Sûriyê çi êriş li ser xaka me bên kirin, emê cihê bersivê bin. Dijmin çiqas êriş bike emê perwerde û pêşketinên xwe dewam bikin. Herwiha emê serkeftin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.”
`Perwede ji bo me derfeteke pîroz e`
Endama asayişa jinan ya herêma Firatê Nûdem Xelîl jî axivî û got, wek Hêzên Ewlekariya Hundir ji destpêka şoreşê ve, em têkoşînê dikin heta ku gihîştin vê astê. Ji bo wê jî wek jin heta ku em bikarin emê têbikoşînê bikin û hêza xwe pêş bêxin. Herwiha emê perwedeyên xwe dewam bikin. Niha jî bi tevlîbûna 31 jinan emê perwerdeya xwe dest pê bikin. Perwerde ji bo me derfeteke pîroz e.
Nûdem wiha berdewamî da axaftina xwe: “Wek hevalên jin em pir kêfxweş in ku me cihê xwe di nava civakê de dîtiye. Ez bi hêvî me tevayiya hevalên tevlî perwerdeyê bibin sûdê baş jê bigirin û vê perwerdeyê ji xwe re bingehekî pîroz bibînin. Herwiha di aliyê fikir û zanebûnê de xwe pirtir pêş bixin.”
Nûdem Xelîl di dawî de serkeftinê ji tevayiya jinan re bi taybetî endamên perwerdê re xwest û got, em bi hêvî ne perwerdeyên bi vî rengî zêde bibin. Da ku em şexsê xwe pêş bixin û civaka xwe biparêzin.
Post Views: 86
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.