Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jina Kurd di şoreşa Rojava de ji tinebûnê hebûn afirand

05/06/2022
in Uncategorized
A A
Jina Kurd di şoreşa Rojava de ji tinebûnê hebûn afirand
Share on FacebookShare on Twitter
Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Efaf Hiskê diyar kir ku jina Kurd ya helbestvan li Rojava xwe isbat kir û got,  şoreşa Rojava ji bo jinên Kurd vejîneke nû bû. 
Di cîhanê de gel û civakên bêwêje nehatine dîtin. Ji bo ku gel û civak bi tunebûnê re rûbirû nemînin, di şerê man û nemanê de ketine pêşbaziyê. Ew gelê ku ziman, çand û wêjeya xwe parast û bi pêş xist, cihê xwe di lîsteya hebûnê de tomar kir.Di vê pêşbaziya man û nemanê de gelê Kurd xwedî helwestên berbiçav bû ku xwe li ser piyan bigire û hebûna xwe isbat kir. Bêguman rola jina Kurd di vê parastin û pêşketinê de roleke sereke û berbiçav e. Yek ji helbestvanên jin yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Efaf Heskê ye, ku dikarîbû  bi riya nivîsandina helbestan hest û ramanên xwe derxe holê. Herwiha bi helbest û nivîsên xwe hêstên xwe bi civakê re dide parvekirin û peyamekê bi helbestên xwe vedibêje. Li ser jina Kurd ya helbestvan û kurtejiyana xwe, nivîskar û helbestvana Kurd Efaf Hiskê ji me re axivî.
Bingehê afrandinê civak e
Efaf Hiskê diyar kir ku wê di temenê xwe yê piçûk de dest bi nivîsa helbestan kir û wiha got: “Di temenekî piçûk de  min dest bi nivîsê kir. Ya ku bandor li min kir civak bû.  Di temenê 18 salî de min dest bi xwendina pirtûkan kir û di demeke kurt de min mijarên ku li ber çavên min diqewimîn dinivîsandin. Li dibistanê dema mamosteyên min mijarek ji min dixwestin, min dinvîsand lê wekî helbestan derdiket. Malbat, heval û mamosteyên min yên dibistanê alîkariya min kirin û destek dane min. Herwiha yê ku zêde piştgiriya min kir jî, birayê min bû. Lê di wê demê de ji ber zehmetiya bidestxistina pirtûkan û  siysetên li dijî Kurdan min gelek zehmetî dîtin. Ji ber ku min gelek pirtûkên Erebî û Kurdî xwendin, ez di demeke kurt de pêş ketim. Min giranî da nivîsandina helbest û mijarên civakî “
Xebat û berhem 
Efaf bal kişand ser hin kar û xebatên xwe û wiha domand: “Bi  destpêkirina şoreşa Rojava re , min cihê xwe di nava  damezirînerên saziya zimanê kurdî li herêma Cizîrê girt. Di qada çandê de min kar kir û hîn jî xebatên min berdewam in. Herwiha ez yek ji  damezirîner û endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd bûm. Sala 2013’an min dest bi nivîsandina helbestên kurdî kir . Helbesta min ya yekê bi navê  ‘Bihêle Rûpela Min Bibêje’, bû. Di festîvala jin ya yekemîn ya 2015’an de ya li herêma Cizîrê, min ya yekê girt. Ez di gelek festîvalan de beşdar bûm. Herwiha helbestên min di gelek kovarên cîhanî de hatin weşandin, Wekî kovara Siwêdê û Misrê”
Şoreşa Rojava ji helbetvanan re bû şans
Efaf da zanîn ku şoreşa Rojava vejîneke nû bû ji bo jinên Kurd, bi taybetî ji bo jinên helbestvan û wiha domand : ” Ji destpêka şoreşa Rojava jina Kurd roleke sereke di rêxistinbûyên û birêvebirina civake de lîst. Helbestvan û nivêskarên jin di rêza yekê ya şoreşê de bûn. Beriya şoreşê jin bi tirs nêzî wêjeyê dibû û ji aliyê civakê nedihat qebûlkirin. Yek ji wan jinan jî ez bûm, min ji şoreşa Rojava hêz girt û dest bi nivîsa pirtrûkan kir. Li bakur û rojhilatê Sûriyê jina helbestvan gihiştiyê asteke bilind û nasnameya xwe ya nivîsê dayê pêş. Gelek jinên nivîskar bi şoreşa Rojava re derfeta pêşketinê dîtin û xew pêş xistin. Herwiha gaveke pir mezin avêtin û dikarîbûn bibin pêşengên civakê.”
Helbestvan û nivîskara Kurd Efaf Hiskê diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa çand û wêjeya kurdî ye û axaftina xwe wiha qedand : “Pewîst e em zarokên xwe fêrî çanda xwendinê bikin. Herwiha divê em bi pênûsên xwe têkoşîna gel binivîsin û bibin şahidên berxwedanê.”
Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.