Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji ber qirêjbûna ava Firatê li Dêrazorê nexweşiyên cuda belav bûne

05/06/2022
in Uncategorized
A A
Ji ber qirêjbûna ava Firatê li Dêrazorê nexweşiyên cuda belav bûne
Share on FacebookShare on Twitter
Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê ku dewleta Tirkan ya dagîrker li ser xaka Sûriyê qut dike, êdî çem bûye cihê belavbûna nexweşiyan û ava wê nayê vexwarin.
Dewleta Tirkan ya dagîrker di kêmkirina rêjeya ava Firatê de berdewam dike, di encamê de li herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê jîngeh qirêj bûye û gelek nexweşiyên wekî jehrî û nexweşiyên çerm berbelav bûne.
Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê ava Firatê paqij dikin û piştre vedixwin, ev jî badnorê li sîstema parastinê ya laş dike.
Welatiyê ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê Nebîl El-Mihemed got, ew li ber deriyê navenda tenduristiyê ya bajarokê Ebû Hesen ê rojhilatê gundewar li bendê bû ku kurê xwe yê pitik derman bike. Piştî kontrolkirinê hate xuyakirin ku ji ber qirêjbûna avê kurê wî jehrî bûye.
Nebîl El-Mihemed diyar kir ku kurê wî zikêşî bûye, lê wan nedizanî ji ber qirêjiya avê ye. El-Mihemed wiha got: “Ez her tim derman ji zarokên xwe yên din re dibim, ji ber ku ew jî zehmetiya pirsgirêkên tenduristiyê dikişînin.”
El-Mihemed bang li komîteya tenduristiyê û aliyên peywendîdar kir ku destekê bidin navendên tibî, derman û destwerdanên lezgîn dabîn bikin da ku ew jî xizmeta gelê herêmê bikin û azarên wan jî sivik bikin.
Hemşîreya li navenda tenduristiyê ya Ebû El-Hesen, Hemde El-Mensûr anî ziman ku rojane 30 nexweş serlêdana navendê dikin, zêdetirî 15 ji wan ji ber ava qirêj jehrî bûne û yên din jî roviyên wan îltîhab girtiye û mada wan diêşe, hem jî pirsgirêkên çerm belav bûne.
Hemde El-Mensûr da zanîn ku navend li gorî derfetên xwe destwerdanên destpêkê ji nexweşan re dikin, ji wan sîrom û dermanên daxistina germahiya laş, ji ber ku ev nexweşî dihêle germahî bilind bibe.
Hemde El-Mensûr destnîşan kir ku navenda tenduristiyê her tim di amadekariyê de ye, nexasim dema bahoz radibe ji ber ku hin kes hene ji ber tozê dixeniqin. Ew ê bi hemû derfetên xwe xeteriya jehriyê derbas bikin, bi taybet di nav zarokan de.
Hemde El-Mensûr di dawiyê de banga destekdayîna ji hemû navendên tenduristiyê yên li rojhilatê gundewarê Dêrazorê kir, bi taybet di vê demê de ji ber ku ava Firatê ji berê qirêjtir bûye, her wiha rewşa hewayê jî tê guhartin.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Herêma Rojhilat Mişel El-Sultan axivî û got, sedema sereke ya jehrê ew e ku ava Firatê qirêj bûye û rewşa hewayê dem dem tê guhartin.
El-Sultan anî ziman ku li gorî raporên rojane têne navenda tenduristiyê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê, zêdetirî 175 kes bi jehrî, îltîhba roviyan û nexweşiyên çerm in. Ev hejmar jî rojane zêde dibe.
ANHA
Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.