Rojnameya Ronahî

‘Tava Sor’ li ser hovîtiya dewleta Tirkan

Rêzefilma “Tava Sor” ku pirsgirêka kurdî, şerê dewleta tirkî, heskirin û têkoşîna Kurdan pênase dike, li rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.
Rêzefilma “Tava Sor” ku pirsgirêka Kurd, şerê dewletê, hezkirin û têkoşîna Kurd pênase dike, li Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin. Ev rêzefilm ji 16 xelekan pêk tê û lîstikvanên wê hemû ji Rojavayê Kurdistanê ne ku weke cara yekem karê lîstikvaniyê di rêzefilmeke wiha de dikin. Niha çêkirina vî rêzefilmê bi dawî bûye û di demeke nêz de wê li ser ekranên Stêrk TV were nîşandan.
Ji bo rêzefilma “Tava Sor” berî sal û nîvekê, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê  girtina dîmenan dest pê kiribû. Rêzefilm ji aliyê du derhêneran ve tê çêkirin. Ev jî Teymûr Avdikê û Andog Nûman in. Senarîstê wê şehîd Bawer Botan e. Ev rêzefilm behsa gelek mijaran dike; xeta welatparêziyê, xeta xiyanetê û xeta têkoşînê. Her wiha di nav de hest, berxwedan û hêza jinan jî xuya dibe. Heft xelekên wê yên destpêkê behsa şerê li Cizîra Botan ê di navbera dewletê û gelê Cizîrê de dike. Xelekên din behsa piştî şer dike ku dewletê zexteke çawa li ser ciwanan dike. Jinên têkoşer di nav vê rêzefilmê de rola xwe baş şirove dikin. Her xelekek serpêhatî û çîrokekê vedibêje û di heman demê de rastiya çand û welatparêziya Kurd derdixe pêş.
Lîstikvanên rêzefilma “Tava Sor” têkildarî armanca rêzefilma xwe dibêjin: “Me xwest êş û zilma ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê kirin, bi civaka xwe re parve bikin.”
‘Hovîtiya dewleta Tirkan vedibêje’
Lîstikvan û her wiha amadekara beşa dekorê, Roza Ibrahîm behsa tecrubeya xwe ya nava xebatê sînemaya Kurdî kir û got, “Piraniya dema xwe me di nav kar de derbas kir ji bo wê bidawîbûna wê hem ji bo min cihê kêfxweşiyê ye hem jî dibe sedema peydabûna hestên nexweş jî.
Xweş e ji ber ku me encama keda xwe dît û nexweş jî bû ji ber me du hevrêyên xwe yên herî bi qîmet ku sitûna vê rêzefilmê bûn ji dest dan.
Ev rêzefilm ji me re bû bingehek ku zêdetir em di xebata sînemayê de xwe bi pêş bixin, ava bikin û jê re bibin pêşeng. Me xwest êş û zilma li Bakurê Kurdistanê ya bi destê dewletê Tirk, bi civaka xwe ya Rojavayê Kurdistanê re parve bikin û rastiya hovîtiya dewleta Tirk ku niha li vir jî heman yekê dike, bi rengekî zelal û zêdetir nîşanî civakê bidin.”
‘Ji bo me şensekî mezin bû’
Lîstikvan Nejbîr Osman jî tevlîbûna xwe ya rêzefilma “Tava Sor” wiha îfade dike: “Ev cara yekem e ez tevlî xebata sînemayê dibim, berê ev xebat çawa dihat kirin, me nizanibû û weke gelê Rojavayê Kurdistanê berî şoreşê qet di xeyala me re jî derbas nedibû. Bi şoreşê re gavên girîng hatin avêtin ji bo me jî şansekî mezin bû em cara yekemîn cihê xwe tê de bigirin. Çîroka me ya rêzefilmê pirr girîng bû berxwedana Cizîra Botan me da nasîn û me ti cudahiya wê ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê nedît, ji ber ku li ku derê êriş, zilm û zordarî hebe, êşa gel heye û li hemberî wê berxwedan heye.”
JINHA