Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Parastina xwezayê parastina jiyanê ye`

01/06/2022
in Uncategorized
A A
`Parastina xwezayê parastina jiyanê ye`
Share on FacebookShare on Twitter
Darîn Silê/Qamişlo
Parastina jîngehê yek ji mijarên herî girîng e û pêwîst e li ber çavan were girtin. Ji bo pêşîgirtina li têkçûna jîngehê û parastina wê, divê civak bi taybetî sazî û dezgehên girêdayî civakê parastina çanda xwezayê bikin û bi hev re herêmeke paqij û ewle ava bikin. 
Derbarê mijarê de Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb ji me re axivî û behsa girîngiya ekolojiya herêmê û projeyên ji bo parastin û pêşxistina wê kir.
`Ekolojî lingekî bingehî yê Neteweya Demokratîk e`
Silêman Ereb di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Ekolojiya herêmê û wiha got: “Di sîstema me de ekolojiya herêmê bi qasî demokrasiyê girîng e. Çimkî ekolojî lingekî bingehî yê Neteweya Demokratîk e. Mirov bê xwzayê nikare bijî. Xweza her tişta jiyanê di nava xwe de dihewîne. Ji bo wê jî pir girîng e ku em vê xwezayê biparêzin. Lewra parastina xwezayê parastina jiyanê ye.”
`Têkoşîn û berxwedana me tev ji bo parastina ekolojiya jîngehê ye`
Silêman da zanîn ku êriş û aloziya heyî, bandorê li xwezaya herêmê dikin û axaftina xwe wiha domand: “Çend sal in herêma me di nava alozî û şeran de ye. Rojane êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê li ser herêmên me hene. Ev rewş jî bandorê li ekolojiyê dike. Aramnca dewketa tirkî ya dagîrker ew e ku xweza têk biçe û jiyan li herêmê nemîne. Berî niha jî ji ber ku rejima Sûrî, ji bo xwezayê tiştek pêş nexistibû, xwezaya herêmê paş ketibû û di rewşke pir xirab de bû. Ji bo wê jî wek desteya ekolojî em li gorî derfetên xwe, hewl didin pêşketineke baş di xwezayê de çêkin û rewşa ekolojiyê bidin guhertin.”
Projeyên parastina ekolojiya jîngehê
Silêman Ereb behsa projeyên ji bo pêşxistin û parastina ekolojiyê kir û wiha got: “Îsal ji bo paqijiyê me li seranserî herêma Cizîrê projeyeke taybet pêk anî û hin zagonên paqijiyê hatin derxistin. Hewldanên me hene ku em erebeyên mazotê û jeneratorên li kolanan kêm bikin, çimkî ev bandoreke mezin li ekolojiya xwezayê dikin. Herwiha projeyên me yên ji bo çandina daran jî îsal pêk hatin. Projeya çandina daran ji bo pêşxistin û parstina jîngehê weke bingehekî girîng e. Çimkî bi çandina daran rewşa hewayê zelal dibe û parastina paqijiya herêmê tê kirin. Me gelek dar li seranserê herêmê çandin û hin projeyên me ji bo daristanan jî hene. Herwiha komîteya me ya tenduristiyê jî heye, wê li tevayiya kargeh û bazarên xwarinê bigerin û rewşa paqijiyê bişopînin, da ku xwezaya me paqij bimîne.”
Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb bang li gel kir ku li çanda paqijiya xwezayê xwedî derkevin û got, çimkî kar û xebata me tev ji bo gel e û axaftina xwe wiha qedand: “Hêza herî mezin hêza gel e, pêwîst e gel parastinê bike. Eger gel alîkar be wê xwezaya me paqij be û wê rewşa tenduristiyê jî baştir be. Divê malbat jî zarokên xwe li ser vê çandê mezin bikin, da ku em karibin civakeke rast û demokrat ava bikin.”
Post Views: 101
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.