Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîteya Tenduristiyê ya Reqa têkildarî nexweşiya iltîhaba çermê mejî bang kir

01/06/2022
in Uncategorized
A A
Komîteya Tenduristiyê ya Reqa têkildarî nexweşiya iltîhaba çermê mejî bang kir
Share on FacebookShare on Twitter
Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl ya Reqa di çend rojên dawî de nêzî 400 rewşên nexweşiya iltîhaba çermê mejî (Sehaye) tomar kiribû. Endamê komîteyê Ebûd El-Bidêwî bang li welatiyan kir ku li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigerin.
Di demên dawîn de li bajarê Reqayê û gundewarê wê nexweşiya iltîhaba çermê mejî (Sehaye) belav bû, nexasim di nava zarokên kêmî deh saliyê de.
Têkildarî mijarê endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebûd El-Bidêwî ji ajansa me re axivî û anî ziman ku di demên dawîn de nexweşiya iltîhaba çermê mejî (Sehaye) li bajarê Reqayê belav bûye.
El-Bidêwî da zanîn ku beriya niha Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqa 380 rewşên vê nexweşiyê tomar kiribû, piraniya wan zarokên kêmî deh saliyê bûn.
El-Bidêwî destnîşan kir ku ji ber guhertina avhewayê yê vê dawiyê li herêmê ev nexweşî belav bûye.
El-Bidêwî diyar kir ku nexweşiya îltîhaba çermê mejî (Sehaye) zêde ne metirsîdar e û dermanê wê heye û wiha dewam kir: “Lê divê nexweş 15 rojan di bin kontrolê de be ku bi temamî baş bibe. Ger germahiya laşê zarokan bilind bû, serêşî çêbû yan jî laşê wan tevzî divê serî li navendên tenduristiyê yan jî doktorekî bidin.”
El-Bidêwî bang li gelê Reqa û gundewarê wê kir ku li gorî tedbîrên xweparastinê tevbigerin, destên xwe bişon û li paqijiya zarokan hayedar bin. Her wiha destnîşan kir ku divê dûrî kesên nexweş bikevin û derziyên taybet bistînin. Ji ber ku ev nexweşî bi rêya oksejînê û bikaranîna alavên nexweşan tê vegirtin.
Têkildarî hewldanên Komîteya Tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê, El-Bidêwî got, “di dema niha de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) tîmek erkdar kiriye da ku navên pêketiyên vê nexweşiyê li Reqa û gundewarê wê tomar bike ku hîn zêdetir nexweşî belav nebe.”
ANHA
Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.