Rojnameya Ronahî

Kongreya diyaloga Lubnanî-Kurdî bi encamnameyekê bi dawî bû

Navenda Nûçeyan

Çalakiyên kongreya diyaloga lubnanî-kurdî ku Yekşema borî li Beyrûtê dest pê kiribû, bi encamnameyekê qediya. Di encamnameyê de hat gotin ku pêkanîna vê kongreyê bi armanca avakirina jiyana azad bi pêkhateyan re ye.

Di encamnameyê de hat teqez kirin ku çareseriya qirîza Rojhilata Nawîn biratiya gelan e û wiha hat diyarkirin: “Di kongreyê de hate misogerkirin ku çareserî di pêkanîna biratiya gelan û pirrengiya çand, nasname û yekitiya jinan de ye. Her wiha rizgarkirina ji rewşa biyanîbûnê bi vegera li rihên dîrokî, çandî û şaristanî ya li herêmê ye û ji ber wê divê ev yek pêk werin”

 

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

” Ev kongre di qonaxeke dîrokî ya girîng ji bo Lubnan û herêmê de pêk tê. Li herêmê şerên bi armanca desteserkirina karînên gelan ji aliyê dewletên xwedî berjewendî ve pêk tê, pêkanîna vê kongreyê li Beyrûtê paytexta fikira azad û jiyana aştiyane bi armanca pêkanîna diyaloga di navbera pêkhateyên cuda yên Lubnanê de ye.

Bê guman, nakokiyên cîhanî û herêmî bandorên wê li ser rewşa me heye, taybet Lubnan. Di encama van krîzan de sîstema global hewl dide ji krîza heyî derkeve, ew jî bi rêya nexşekirina jinûve sînorên herêmê ji aliyên siyasî, civakî, çandî û erdnîgarî ve û dûrî vîna gelên herêmê ji Ereb, Kurd, Ermen, Suryan-Asûr û Drûzan. Ev gelên resen ên li herêmê nayên jihevkirin. Bi sedema dîrok û çanda hevbeş ku wan li hev kom dike. Sedema mayîna wan jî çanda wan a hevbeş a bi dirêjahiya hezaran salan heta roja îro ye.

Digel vê krîz û aloziyê me gelek dozên Lubnanê û herêmê nîqaş kirin, me girîngî da nasnameya rasteqîn a hemû pêkhate û gelên herêmê. Pêkanîna kongreyê bi xwe hewldanek ji bo lêgerîna li çawaniya derketina ji vê krîza neteweyî, olî û pêkhatî ye, ya ku dewlet-netewe li dijî jiyana hevbeş a gelan pêk tîne.

Di kongreyê de li ser doza azadiya jinê hate nîqaşkirin ku hewl dide xwe ji bindestiyê rizgar bike, tevî ku berê jin di dîrokê de di warê pêşketina şaristanî û mirovî de li Lubnan û herêmê xwedî rol bû.

Di kongreyê de hate misogerkirin çareserî di pêkanîna biratiya gelan û pirrengiya çand, nasname û yekitiya jinan de ye. Her wiha rizgarkirina ji rewşa biyanîbûnê bi vegera li rihên dîrokî, çandî û şaristanî ya li herêmê ye û ji ber wê divê ev yek pêk werin;

1-Kongre soz dide ku ew ê çanda hevqebûlkirin û îtîrafa bi hemû netewe, çand û pêkahteyan bike û wê weke dewlemendiyekê bibîne.

2-Kongre teqez dike ku rêya çareserkirina doz û nakokiyên li Lubnan û Rojhilata Navîn, diyalog e, ne bi rêya ceng û şerê çekdarî ye. Li ser wê teqez dike ku projeya “Neteweya Demokratîk û dewleta hemwelatîbûn” ji bo avakirina pêşeroja herême bingeh e, navenda aştî,  demokrasî û azadiyê ye.

3-Armanca kongreyê parastin û pêşxistina nirxên çandî, demokratîk, civakî û siyasiya hevbeş a gelên herêmê ye.

4-Kongre teqezî li ser girîngiya pêşxistina diyaloga çandî ya dîrokî di nava gel, nasname, çand û baweriyên li Lubnanê de kir û ji bo wê daxwaza avakirina komîteyekê ji rewşenbîran dike.

5-Kongre siyasetên dewletan ên derxistina dijminatiyê di navbera gel û nasnameyan de, bi rêya komên neteweyî, pêkhate û olî, teşhîr dike.

6-Kongre piştgirî dide azadiya jinê û beşdariya wê di hemû waran de, her wiha li dijî tundiya li ser jinê ye.

7-Kongre girîngî dide redkirina siyasetên dagirkeriya Tirk li herêmê, li dijî bi karanîna ol ji bo pêkanîna berjewendiyên weke avakirina “Osmaniya nû” ye.

8-Kongre soz dide ku têkoşîna li dijî siyasetên navendî dewam bike, ew siyaset di avakirina dewleta hewmwelatîbûnê li ser bingeha nasnameya niştîmanî de bi bin ket.

9-Kongre bawer e ku demokrasî û piştdayîna nimûneyên nenavendî ya berfireh an jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo sazûmaneyên rêveberiyê garantiya pêşxistina azad li welat e û çareyên herî baş ji bo parastina pirrengî û cihêrengiyê ye.

10-Kongre dibîne ku pêwîstiya dewleta hemwelatîbûnê ya nû, têkliyên di navbera gelên Kurd û Ereb û hemû gel û pêkhateyên de ye, bêyî ku mafê tu kesî bê binpêkirin.

11-Armanca kongreyê israrkirina li ser pêkanîna diyalog û nîqaşan di dema nakokiyan de dike.

ANHA