Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava wê 17`ê meha bê ‘Mihrîcana Kobanê ya Wêjeyî’ li dar bixe.
Mîhrîcana Kobanê ya Wêjeyî ya ku Weşanxaneya Ava bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê orgenîze kiriye, dê 17`ê Hezîranê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar bikeve û 23`yê heman mehê bi dawî bibe.
Mîhrîcan ji gelek çalakiyna pêk tê; 4 pêşbirkên kurteçîrokan, helbest bi zimanê kurdî û erebî, semîner, nîqaş, şevbuhêrkên wêjeyî û şahiyên îmzekirina pirtûkan.
Têkildarî bername û girîngiya mîhrîcanê hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Ziyad Elî axivî û got: “Ev mîhrîcan girîng e, nexasim ji bo nivîskarên ciwan ku hewcedarî lidarxistina mîhrîcanên wêjeyî ne, ji ber ku rê li pêşiya wan vedike û pê re jî asta xwe ya wêjeyî nas dikin.”
Mîhrîcana îsal dê bi navê helbestvanê Kurd Şahîn Bekir Sorgulî be.
Şahîn Bekir Sorgulî Kobanê ye, lê li Awistralyayê dima û xwedî gelek dîwanên helbestvan e.
ANHA