Rojnameya Ronahî

Herêmên dagîrkirî ji jinan re bûne dojeh û riya yekane ya xelasiyê xwekuştin e!

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Heyfa Hesen got, li herêmên di binê dagîkeriya dewleta tirkî û çeteyên wê de, bi sîstematîk atmosfereke ji sûc û tundiyê li hemberî jinê ava kirine. Ji ber van şertûmercên giran jin riya xwekuştinê hildibijêre.

Sûriye û tundiya li hemberî jinê

Li gorî `Pêvana Aştî Û Ewleyî Ya Jinê WPS` ya navenda GOREC TAWN û Navenda BIRYO ya Neteweyên Yekbûyî sala 2021`ê Sûriye di rêza berî dawî ya cîhanê piştî Efxanistanê de ye. Herwisa Sûriye li ser asta cîhanê ji aliyê tundiya sîstematîk ya li hemberî jinê ya herî xerab e. Komîteya Rizgakirina Navneteweyî Ya Neteweyên Yekbûyî, di Roja Keçên Cîhanê de ya 11`yê Cotmeha 2021`ê teqez kir ku Sûriyê yek ji pênc ciyên herî xerab û bixeter ji bo mezibûna keçan e.

`Ji destpêka salê ve li herêmên dagîrkirî 25 jinan xwe kuştiye!`

Li gorî amar û şopedaran, li herêmên dagîrkirî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê rewşa jinan hê xerabtir e; ku ji bilî tundî û destdirêjiya zayendeyî, zewicandina zarokan û xwekuştina jinê pir bûye. Li gorî Tîma Rêxitistinvanên Bihewara Sûriyê di nava heftiya dawî de 2 jinan xwe kuştiye. Her dawî 24ê Gulanê keçeke 15 salî li gundê Kefra ya bakurê Helebê xwe kuşt. Di emncê de jimara jinên xwe kuştîn ji serê salê ve heta niha gihîştiye 25î.

Berdevka Meclisa Jina Sûriyê ya Bûroya Helebê Heyfa Hesen li ser rewşa jinan ya li herêmên dagîrkirî ji me re axivî.

Bi sîstematîk û rewakirin tundiya li hemberî jinê

Heyfa Hesen bal kişand ser taybetiyên van herêman û got, ji ber derbasbûna hizir û çandên çewt, koçberî û komkirina mirovan di hundirê kampan û avahiyên mêtingeriyê de li van herêman pergala civakî nemaye û civakbûyîn ji hev ketiye. Ji ber van polîtîkayên qirêj maf û doz tên windakirin, doz û mafê jinê jî yek ji wan e.

Berdevka Meclisa Jina Sûriyê ya Bûroya Helebê herwisa teqez kir ku rewşa jinan li herêmên destnîşankirî  pir xerab û di şertûmercên giran û jîngeheke pir xeter û dermirovî de dijîn û ev nirxandin kir: “Lewra di hişmendiya wan de jin di çarçoveya pêdiviyên zayîndiyê yên mêr de tenê tê pênasekirin. Ev nerîn, serdest e li van herêman û ti mafê jinê nîne. Ji ber wê bi her awayî tundî û sûc li hemberî jinê bêhisab tê kirin. Li van herêman kuştina jinê bi navê şeref, piranîna jinan, destirêjiya zayendî û bazirganiya bi bedena jinê heye û bi sîstematîk tê kirin.”

`Zewicandina zarokan û ya bi darê zorê pir e`

Heyfa Hesen diyar kir ku ji ber kiryarên çeteyan, jîngeheke bitirs û ne ewle ji jin û keçên zarok re çêkiriye, zewicandina bi darê zorê û ya zarokan pir bûye û got, li gorî peywendiyên ku em bi hin malbatan re dikin, ew dibêjin ku ji bêçareyî zarokên xwe yên keç dizewicînin da ku ji destavêtin û destdirêjiya çetayan qaşo rizgar bikin.

Nebûna qanûnan û Rêxistinên jinan

Li ser xwekuştina jinê Heyfa Hesen ev agahî da: “Di encama tundiya sîstematîk û destirêjiya zayendî de derûniya jinê têk diçe û riya xelasiyê ji vê jîngehê xwe dikuje yan jî jin vê koletiyê qebû nake û heman riyê hidibjêre. Jixwe ti rêxistinên ku piştgiriya jinê bikin û ti qanûnên wê ji tundiyê biparêzin nînin.”

`Bibin dengê jinê`

Berdevka Meclisa Jina Sûriyê ya Bûroya Helebê Heyfa Hesen di dawiya axaftina xwe de sûcên li hemberî jinan li herêmên dagîkirî şermezar kirin û banga li rêxistinên mafên mirovan û yên jinan kir ku bêdeng nemînin û bibin dengê jinên tên kuştin û yên tundî li hemberî wan tê kirin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle