Piştî bajarê Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin rewşa jinên wê hat guhertin. Cilên reş ji ser xwe avêtin û parastina bakur û rojhilatê Sûriyê kirin.
Piştî qaşo “Bihara Ereban” di destpêka 2011’an de, DAIŞ li Sûriyê peyda bû. Bi wê re rewşa jinan hate guhartin. Li herêmên çeteyên DAIŞ’ê dagir kirine, jin weke kole dihat bikaranîn. Biryarên tund li dijî wê dihatin dayîn. Ji mafê xwe yê fêrbûn û karkirinê, derketina bi tenê ji malê bê par ma û di sûkan de weke sebî dihatin firotin.
Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku bajarê Tebqa di 2014`an de dagir kir, rola jinê paşguh kir, biryarên negirêdayî di tu destûr an jî şerîtê de tune ne li ser wan ferz dikirin û sûcên hovane li dijî wan pêk dianî.
Piştî nêzî 50 rojî ji hemleya ku ji aliyê QSD`ê ve di 21`ê Adara 2017`an de, 10`ê Gulana 2017`an rizgarkirina bajarê Tebqayê hate ragihandin.
Hemleya rizgarkirinê bi pêşengtiya YPJ`ê bû ku di 4`ê Nîsana 2013`an de damezirandina wê hate ragihandin. Îro di salvegera 5`emîn a rizgarkirina bajar de, endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Tebqa û şervana YPJ`ê Emîra Mihemed hin zehmetiyên di dema çeteyan bajar dagir kiribûn de bi bîr xistin û wiha got: “Li gorî qanûnên ku qaşo şerîî ne hesab ji jinan dihat dixwestin. Lê heger mirov baş balê bide sûcên ku çeteyan dikir, wê bibînin ku komkujî li dijî gelan pêk dihat û di serî de jin. Ev yek jî bi îdiaya ola Îslamî dihat kirin.”
Emîra Mihemed beriya ku Tebqa ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve were dagirkirin mamoste bû û ji ber ev yek ji wan re hate qedexekirin dev ji karê xwe berda. Emîra Mihemed wiha domand: “Min şerê komek ji El-Hisube dikir. Ne tenê wisa lê belê fêrbûn bi hinceta ku ne li gorî hebûna jinê di civaka parastî de ye, hate betalkirin.”
Endama nivîsgeha Şopandinê ya Meclisa Leşkerî ya Tebqa Betûl Ehmed jî wiha axivî: “Pir kêm, me jin di kolanên bajar de didîtin. Dema ku me Cilên reş ku tevahî rû yan jî nîvê wî digire li xwe dikir, em ji xwe ditirsiyan. Tu rola me di civakê de tune bû.”
Betûl Ehmed bi van gotinan axaftina xwe domand: “Jin bûbû kole. Mîna madeyekê ku bazirganî li ser dihat kirin. Ji ber wê jî ez û zarokên xwe piştî du salan ji dagirkirina bajar ji hêla DAIŞ`ê ve ji bajar reviyan. Rojeke pir tarî bû. Ez û zarokên xwe derketin (3 keç û kurek) reviyan bajarê Hesekê. Me bi meşê dirêjahiya di navbera her du bajaran de derbas kir da ku em bi ewle li herêmên Rêveberiya Xweser bijîn.”
‛MERTALÊN ZINDÎ’
Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Tebqa û şervana YPJ`ê Emîra Mihemed diyar kir ku dema ku QSD`ê bajar rizgar kir, ew di nîva bajar de bûn û li benda hatina YPJ – YPG`ê û QSD`ê bûn û wiha pê de çû: “Em ber bi gundewaran ve çûn ku QSD`ê li wir bûn. Lê çeteyên DAIŞ`ê em xistin çemberê, da ku me weke mertalên zindî bikar bînin, dema ku zext li wan dihat kirin. Em li bendên bûn, em ji wan kesên hov ên ku jin bi tawanên nerewa dixistin girtîgehan, bihatana rizgarkirin. Piştî xistina girtîgehê 15 roj jin dixistin “perwerdeya şerîî” bi hinceta jin li rêya rast vegerin.”
Emîra Mihemed di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Bi nêzîkbûna QSD`ê re, 8 mehan li herêma Kehreba ya nêzî bajarê Reqayê em hatin dorpêçkirin. Ji ber êrişan em ji malekê diçûn malekê. Paşê em çûn herêma El-Kesrat a gundewarên başûrê Reqayê heta ku ji aliyê QSD`ê ve hatin rizgarkirin.”
Bi rizgarkirina Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê, serdemeke nû ya jinê dest pê kir. Jinan cilên reş ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de li xwe dikirin, avêtin. Li şûna wan, cilên leşkerî li xwe kirin û parastina bajarê xwe ji xeteriyên derve kirin. Ev jî guhertineke berçav ji rewşa wê re ye.
Emîra Mihemed destnîşan kir ku her kesên ku beriya hatina QSD`ê herêm xistibûn bin serweriya xwe biryarên li gorî çavnebariya xwe ferz dikirin û wiha anî ziman: “Em li hêviya hatina QSD`ê bûn ku me ji van qanûnan rizgar bike.”
‛DEWLETA TIRK SÛCÊN DAIŞ`Ê DIDOMÎNE’
Piştî têkbirina DAIŞ`ê ku dewleta Tirk a dagirker destek dida û hîna jî dide wê, dewleta Tirk hewl da bi hemû rêbazan vîna gelê serbixwe têk bibe, lê ya herî zêde hiştiye bikeve nava tirs û fikaran ew e ku jin pêşengtiyê dike û civaka Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibe. Ji ber wê bi rêya balafirên bêmirov dest bi hedefgirtina vîna wan kir. Herî dawî jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya 3 endamên YPJ’ê hedef girt û di encamê de Hevseroka Desteya Parastinê ya Kobanê Ronahî Kobanê, endamên YPJ’ê Dilar Heleb û Kobanê di 20’ê Nîsanê de şehîd bûn.
Emîra Mihemed têkildarî êrişên ku dewleta Tirk li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ev tişt anî ziman: “Îro dewleta Tirk sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê dikir, didomîne. Jinan dike hedef nexasim jinên rêveber. Ji ber ji her demê zêdetir ji jinan ditirse ku jinan di eniyên şer û hemû aliyan de, xwe îsbat kir.”
Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Emîra Mihemed di dawiyê de teqez kir ku YPJ`ê amade ye ku li hember çi êrişên ku dewleta Tirk li dijî wan pêk bîne, bisekine.
ANHA