Şehîd Ronahî Kobanê, xwediya têkoşîna her kesê pê re maye şahid e. Ronahî Kobanê pêşengên jin yên şoreşa Rojava weseyet kir ku têkoşînê xurt bikin da şoreş bi ser keve, ango şoreşa jinan bi ser keve.
Şehîd Ronahî, weke navê xwe ye, rêya gelê xwe ronî dike, tevî ku ew rê tijî zehmetî ye, lê wê qet guh neda zehmetiyan, bi vîna xwe hemû astengî derbas kir, bi şehadeta xwe destaneke nû ji destanên şervanên jin ên Kurd nivîsand.
Şehîd Ronahî Kobanê anku “Rodîn Apo” di sala 1996’an de li gundê Mînas ê li rojavayê bajarê Kobanê ji dayik bû. Malbata wê ji 7 kesan; 4 xort û 3 keçan pêk tê.
Şehîd Ronahî li Kobanê bawernameya amadehî bi dest xist, piştre berê xwe da Helebê û dest bi xwendina hiqûqê kir. Weke bi hezaran ciwan û keçan, ew jî tevlî nava şoreşa 19’ê Tîrmehê bû.
Birayê wê Xalid Apo wiha dibêje: “Zilma ku li ser gelê me dihat meşandin, hişt ku xwişka min dest ji xwendinê berde û tev li şoreşê bibe. Her tim digot; ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîn bikim. Bi rastî heta gihişt asta şehadetê têkoşîn kir.”
Şehîd Ronahî destpêkê xebata hemşîretî û dermankirina birîndarên şer ên berxwedan Kobanê li dijî DAIŞ’ê dikir.
2014’an dema ku bajarê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dorpêçkirin şehîd Ronahî cara yekê tev li nava şer bû. Wê demê gel hatibû koçberkirin, tenê YPG/YPJ mabûn û şer dikirin.
ŞEHÎD RONAHÎ NAYÊ WESIFKIRIN
Şehîd Ronahî gelek caran birîndar bû, lê di berxwedana Kobanê de di serê xwe de birîndar bû. Piştî baş bû, careke din vegeriya çeperên şer û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir.
Li ser vê yekê Xalid Apo wiha domand: “Xwişka min xwedî vîna xurt bû, ew di her tiştî de cuda bû, nayê wesifkirin. Ji bo têkoşîna xwe dewam bike, birîna wê nehat bîra wê.”
Piştî çend salan ji têkoşînê û ji ber xebata wê di refên YPJ’ê de, dest bi karê hevserokatiya desteya Parastinê ya herêma Firatê kir. 20 Nîsana borî di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de, li gel her du hevrêyên xwe Ranya Henan (Dilar Heleb) û Cîhan Nîdal Elî şehîd bûn.
Beriya wê jî di 23’yê Hizîrana 2020’an de dema ku balafireke bêmirov a biçek li gundê Helincê malek kir hedef, her du endamên Koordînasyona Kongra Star li herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê dayika Emîne Weysî şehîd bûbûn.
Di 12’yê Cotmeha 2019’an de di dema êrişa artêşa Tirk a dagirker li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de li ser rêya M4 Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokerê wê Ferhad Remedan bi destê çeteyên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbûn.
Hevseroka Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El-Elî, li Akademiya şehîd Jînda ya YPJ’ê şehîd Ronahî nas kir ji ajansa me re axivî.
Beyan El-Elî got: “Çiqas em behsa şehîdên weke Ronahî bikin em ê der heqê wan de kêm wesif bikin. Şerê ku li dijî DAIŞ’ê kirin, cîhanê nikarîbû bikira, wan şerekî destanî da meşandin, bi pêşengtiya jinên Kurd çete hatin têkbirin.”
Beyan El-Elî ev tişt got: “Rojekê jî bi birînên xwe hest nedikir, ji ber fedekariya wê ji bo dozê û nêzîkbûna wê bi şêniyan re, ew weke hevseroka nivîsgeha erka xweparastinê ya herêma Firatê hat erkdarkirin. Ji ber em bawer bûn ku ew ê xizmeta bajarê xwe bike.”
‛HÛN PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ NE…JI BO KU ŞOREŞ BI SER KEVE TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’
Endama rêveber a Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya herêma Firatê Suheyle Kerho ev tişt got:” Heval li dora wê kom dibûn, ji wê hêz digirtin, bandoreke mezin li jiyana me kir, ew bi me re pir dilnizm bû.”
Suheyle Kerho hin gotinên şehîd Ronahî vegotin û wiha ne: “Hûn pêşengên şoreşê ne, , ji bo serxistina şoreşê serkeftî bin. Tevî ku kêmî salekê bi me re kar kir, lê me hest dikir ku em bi salan wê nas dikin, ew pir nêzîkî me bû.”
Endama rêveber a Dîwana Erka Xweparastinê ya herêma Firatê Necah Bozan jî got: “Şehîd Ronahî di karê xwe de çalak bû, me ji wê hêz digirit, ji me re digot xwe li paş zilaman veneşêrin, bibin pêşengên civaka xwe, wê dihişt ku em ji dil kar bikin.”
ANHA