Serbest Etê/Qamişlo
Ji ber kêmbarîna baranê, îsal zeviyên bejî pir xerab in. Lê zeviyên avî rewşa wan baş e û ji bo hatineke baş, alîkariya cotkaran didome.
Baran herî pir li Hîmo û herî kêm li Mergeda bariya
Li gorî amarên fermî yên sazyiyên çandiniyê yên Hikumeta Şamê, li Dêrikê 199.1 ml, Çil Axa 184.6 ml, Hîmo 278 ml, Qamişlo 217.7 ml, li Dirbêsiyê 186 ml, Til Birak 232.5 ml, Hesekê 142 ml, Holê 108 ml, Tiltemir 123 ml, Şedadî 85 ml û Mergeda 63 ml baran bariya. Halbiku li gorî pisporên çandiniyê, rêjeya baranê ya guncaw û pêwîst ji zaviyên çandiniyê re 400-450 ml e.
Rewşa zeviyên bejî çi ye?
Li ser rewşa dawî ya çandiniyê li herêma Cizîrê, Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Qamişlo Nayif Îbrahîm ji me re axivî û diyar kir ku ji ber rewşa avhewaya hişk û ziwha ya îsal ku bû sedema kêmbarîna baranê, rewşa zeviyên bejî (hem yên genim hem yên ce) pir xerab e.
Zeviyên avî û bandora barana dawî…
Nayif Îbrahîm herwisa bal kişand ser barana dawî ya barî û wiha şîrove kir: “Tevî ku di vê dema dawî de baran barî, lê ji ber ku pir derneg bû, zeviyên bejî ti sûd jê negirtin. Ji ber wê, wê hatin û berhemên zeviyên bejî yê vê sale pir kêm bin. Lê ev baran ji bo zeviyên avî, bempû û sebzeyan pir baş bû.”
Alîkariyên Rêvberiyêa Xweser bi cotkaran re
Nayif teqez kir ku Rewşa zeviyên avî baş e û got, lewra hem barana dawî ya barî ji bo wan baş bû, hem desteya Çandiniyê bi diyaloga bi Komîteya Sotemeniyê re, alîkariya cotkaran ji aliyê mazotê ve didomîne. Herwisa wek alîkarî desteyê bendavên avê ji zeviyan re vekirin û zeviyên avî tên avdan li gorî derfetên heyî.
Hevserokê desteya çandinî û avdanê ya kantona Qamişlo diyar kir ku alîkariya wan ji cotkaran re li gorî derfetan didome û ev agahî dan: “Alîkariya desteyê bi cotkaran re di çarçoveya belavkirina mazotê de tenê sînordar namîne, ji aliyekî din ve xebat û alîkarî ji aliyê desteyê ve ji cotkrarann re tê dayîn. Ji aliyê di ve nexweşî li nava zeviyan pir kêm bû. Lewra hem baran kêm bû û hem ji aliyê komîteyan ve derman tê reşandin û pêşinyar ji cotkar re tên dayîn.“
`Her dawî 16 milyon mazot li ser cotkaran hat belav kirin`
Li gorî Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêmê Cizîrê, rûbera çandina avî bi giştî li herêmê 2 milyon û 353 hezar û 777 donim e; rûbera genimû avî jê 1 melyon û 307 hezar û 429 donim e.
Hêjayî gotinê ye ku alîkariya cotkaran ji her alî ve ji aliyê Desteya Çandiniyê ve didome, nexasim belavkirina mazotê ku li herêma cizîrê li ser çar pêlan hat belavkirin. Miqdara pêla çaran 16 milyon bû, li gorî agahiyên Desteya Çandinî û Avdanê ya herêma Cizîrê, eger pêwîst bê dîtin wê pêleke din ya mazotê li cotkaran belav bikin.
Ji bo avadana 210 hezar û 500 donimî 5 bendav hatin vekirin
Di encama xebat û alîkariya cotkaran û zeviyên avî de, li herêma cizîrê 14`ê Nîsanê bendavê Bab EL-Hedîd û Çil Axa ku hêza wê avdana 4000 donimî heye hat vekirin. Herwisa li navçeya Dêrikê 19`ê Nîsanê bendava EL-Hakimiyê ku karîna 2500 donimî av bide û li Tirbespiyê bendava Mizgeftê ku karî 4000 donmiî av bide, hatin vekirin. Li kantona Hesekê jî 8`ê Gulanê bendava Xabûrê Başûr ku karî 200 hezar donimî av bide hat vekirin.
`Ji bo parastina zeviyan ji şewatê komîte ava bûne`
Hevserokê desteya çandinî û avdanê ya Kantona Qamişlo Nayif Îbrahîm li ser tedbîrên çandinyê av agahî dan û axaftina xwe qedand: “Bi riya Desteya Çandinî û Avdanê ji bo parstina zeviyan perspektîf ji sazyî û aliyên pêwendîdar re tên dayîn. Li ser vî bingehî 7`ê Gulanê bi amadekariya Nûneryên Desteya Çandiniyê, Kongereya Starê, Asayîş, Hêzên parastina civakê û Yekîtiya cotkar û kesdkaran û Şaredariyan herêmê civîn hat lidarxistin û Komîteyeke ji bo rewşên awarte hat pêkanîn. Komîte wê erkê wê şopandin û çavdêriya zeviyan li herêmê be. Herwisa pîvan û ferman hatin dayîn ji bo xwediyên deraseyan ku nabe bê agirkuj û depoyên avê kar bikin. Şaneyên ewarte û agirkujên şaredariyan wê di vê demê de di amedabaşiyên de bin. Wê ev komîte bi aliyên û saziyên têkildar re di vê demê de li ser rêgirtin li derketina şewatan bixebitin.”
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wê 25 Gulanê deriyê xwe ji bo girtina berhemên çandiniyê ji cotkraran re vekin û navendên wan li sernaserê bakur û rojhilatê sûriyê di tevgerê de bin.