Şaredariya bajarê Dêrikê bi hevkariya bajarokê Xana Serê ji bo paqijkirina rêya giştî ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de, pêngaveke paqijiyê da destpêkirin.
Beşê Jîngehê yê Şaredariya Gel a Dêrikê ji bo paqijkirina her du aliyên rêya giştî ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de, hemleya paqijiyê da destpêkirin.
Xebatkar û endamên Beşê Jîngehê yê Şaredariya Gel ji saetên sibehê ve dest bi hemleyê kir. Her wiha belavokên li ser girîngiya paqijiyê li ajokaran belav kirin.
Rêvebereke Beşê Jîngehê yê Şaredariya Gel a navçeya Dêrikê Heyfa Hesen têkildarî armanca hemleyê ji ajansa me re axivî û got: “Armanca hemleya paqijkirina rêya giştî hişyarkirin û belavkirina çanda paqijiyê di nava gel û ajokaran de ye, da ku di dema çûn û hatinê de gemarê navêjin.”
Heyfa Hesen diyar kir ku ji ber gemarê bêhneke nexweş derdikeve, bi taybet di havînê de û dibe sedema nexweşiyên vegir. Heyfa Hesen bang li welatiyan kir ku li paqijiya bajêr baldar bin.
Heyfa Hesen her wiha bang li gel û bi taybet li ajokaran kir ku dûvikên cixaran navêjin ser rêyan û got: “Demsala çinînê nêz bûye, divê dûvikên cixaran navêjin ser rêyan da ku berhemên xelkê neşewitin.”
Tê payîn ku hemû şaredariyên kantona Qamişlo beşdarî vê hemleyê bibin da her du aliyên rêya giştî ji deriyê ketina navçeya Dêrikê heta bajarê Qamişlo û navenda bajar û navçeyan werin paqijkirin.
ANHA