Serbest Etê/Qamişlo
Dewletên dagîrker ji Qesra Şîrîn heta avakirina dîwaran, israra wan di konsepta qirkirina gelê Kurd de eşkere dike, herwisa bêçartiya wan li hemberî têkoşîna gelê Kurd nîşan dide.
Kurdistan wek têgeh sedsala 12. ji aliyê Selçûqiyan ve cara yekê ji welatê Kurdan re tê bikaranîn. Wateya wê jî Welatê Kurdan e. Koka têgeha Kurd ji peyva `kur` ya sumerî ya ku wateya wê çiya ye, tê li gorî dîrokzanan. Lê di dîrokê de welatê Kurdan ango Kurdistan bi gelek navan hatiye pênasekirin. Lewra ji heman erdnîgaryê ve Sumer û Aşûran digot Kurtî û Babilan digot Kardû. Dema Grek û Roma jî Kurdistan bi Kardukiyan dihat pênasekirin ev jî li gorî dîrokzan Heredot (B.B 450) û dîrokzan Ksenophon (B.B 430) tê teqezkirin. Herwisa ji milê Ereban ve Bîlad Ekrad tê bikaranîn.
`Şerê desthilatdaran li ser xaka Kurdistanê`
Têkildarî peymanên dagîrkeran û pêvajoya niha li Kurdistanê diqewime, Hevserokê Kongereya Gel Remzî kartal ji me re axivî.
Remzî Kartal diyar kir ku dewleta Osmanî û Sefewiyan şerê desthilatê li ser xaka Kurdistanê dijwar kirin. Bi taybetî di serdema sultanê Osmanî Yawz Selîm de û şerê çaldiranê parçekirina gelê Kurd û Kurdistanê dest pê kirin.
Peymana Qesra Şîrîn…
Di dîrokê de, peyamên di navbera dagîrkerên Kurdistanê de bi tiliyên desta neyên jimartin. Lê peymana yekê ku dagîkeran li hev kir û Kurdistan ji xwe re parçe kirin Qesra Şîrîn e. Ev Peyman li Qesra Şîrîna ya niha nêzî Kirmana rojhilatê Kurdistanê ye, 17`yê Gulana 1639`an di navbera şahê Sefewiyan Tehmasib û Mûradê çaran sultanê dewleta Osmanî de imza bû. Di encamê de Kurdistan li ser van her du dewletan parçe bû. Li ser vê peymanê politîkayên xwe heta sedsala 20`an li dijî Kurdan domandin. Lê dîsa sînorên xwe li dijî Kurdan jinûve dîzayn kirin. Lewra piştî hewldanên dewleta Tirkî ya dagîrker bi riya leşkerî serhildana Agirî ya bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa bişkîne û bi ser neket, peymanek 22`yê Gulana 1926`an bi Îranê re imza kir. Li gorî peymanê, Tirkiyê bajarokê Kotur yê bi ser Wanê ve bide Îranê, li beramberî wê jî Îrana çiyayê Agirî digire.
Qesera Şîrîn bandoreke xerab li gelê Kurd kir
Hevserokê Kongereya Gel herwisa Teqez kir ku bi peyama Qesera Şîrîn ya di navber Osmanî û Sefewiyan de bi parçekirina Kurdisatê bandoreke xerab ji olî, civakî û bîrûbawerî li gelê Kurd kir û dagîerkeran li ser vî bingehî polîtîkayên xwe ava kirin.
Lozan û çar parçkirina Kurdisatnê
24’ê Tîrmeha 1923`yan li bajarê Swîsre Lozanê di navbera Tirk, Îngîlîz, Fransî, Îtalî, Japonî, Yewnanî û Rusyan de li ser navê aştiyê piştî şerê cîhanê yê yekê peymana Lozanê tê imzekirin. Di encamê de Kurdistana parçekirî ya ser du dewletên dagîrker, li ser çaran tê parvekirin.
Tevî çarparçekirina Kurdistanê, pêvajoya komkujî û bişaftina sîstematîk
Derbarê Lozan û çar parçekirina Kurdistanê de Remzî kartal herwiha ev nirxandin kir: “Lê belê parçekirina duduyan bi Sayke Peyko û Lozanê çêbû parçekirineke girin û li her milî jinêve bandor kir, ev parçebûna mezin bû. Ji lewra Modernîtena Kapîtalist xwest li tevyiya cîhanê pergaêla xwe ya hegemon li ser gelan bisipîne. Di vê çarçoveya, Welatan herêmên li ser bingeha dewlet netewe ava kirin. Ji aliyekî din dewleta neteweyên ku ji bo desthilatiya xwe xurtir bikin, peyam, kumkujî û guherina demogarîfîk û bişaftinê pêk anîn.”
Hevserokê Kongereya Gel herwisa diyar kir ku tevî parçekirina Kurdistanê dewletên dagîrker di serî de dewleta tirkî li ser gelê Ermen, Laz û Suryan ji bo tinekirina wan polîtîkayên komkujiyê dijwartir kirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi heman polîtîkayan xwest li ser gelê kurd jî bi vê polîtîkayên bighîje encamê tinekirinê. Ji ber wê gelê Kurd ber bi xetereke mezin ve çû, bi bişaftin çandê ket asta nemanê. Li Qesra Şîrîn armanca wan ferzikirin desthilatê bû. Lê bi lozanê dewletên dagîker pergala kapîtîasyt û xeteriya herî mezin pêvajoya kumkujiî û tinekirin dest pê kir, peyamn parçekirina duyamîn ya herî bi bandor bû û heta niha jî bandora wê heye.”
`Tevgera azadiyê ya Apoyî bûyîneke nû ya gelê Kurd e`
Remzî Kartal herwisa li ser têkoşîna PKK axivî û ev nirxandin kir: “Li ser vî bingehî Tevgera Azadiyê ya Apoyî dest pê kir sala 1973`yan. Rêbertiyê mudaxeleyî vê pêvajoyê kir, li hemberî vê pêvajoiyê serî rakir. Bi damezrandina PKK bûyîneke nû ji gelê Kurd li her çar dest pê kir. Yekîtiya neteweyî ji aliyê ol û bîrûbaweriyan û civakan ya gelê Kurd çêbû.”
`Avakirina dîwaran şkestin û bêçaretiya dagîkeran nîşan dide`
Hevserokê Kongereya Gel diyar kir ku dewletên dagîker li hemberî berxwedana gelê Kurd bêçar man e û tavayiya hêza xwe xistine serferberiyê û axaftina xwe wiha qedan: “Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat tevî êriş û polîtîkayên dagîkeran, encam negirtin. Ji ber wê di navbera Rojava û Bakur de, Bakur û Rojahilat, Rojava û Şingalê de dîwaran lêdike. Ev dîwar tên lêkirin di serî de dewleta tirkî ya dagîker û dewletên din diyar dike ku çiqasî tengav bûne. Neçarita wan nîşan dide, têkçûna siyaseta wan derdixe holê. Ev dîwar jî wê bêwate bibin weke ku peyama berê bêwate bûn. Lewra yekîtiya neteweyî pêş dikeve û temsîla wê têkoşîna gerîla ye. Ji ber wê divê gelê Kurd, rewşênbîr û hewlbstvan û her qadên civakê ji bo çar parçeyên û gelê kurdistanê têkoşîna xwe xurtir bikin.”