Darîn Silê/Qamişlo
Ji bo kiryarên Tirkiyê yên nû û projaya avayiyên mêtîngeriyê li herêmên dagîrkirî endamê Kombenda Efrînê Ya Civakî Emîn Mihemed got, bicîkirina çeteyan û avakirina avayiyên mêtîngeriyê kiryarên dijmirovî ne.
Di van çend salên dawî de, di encama êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê de li bakur û rojhilatê Sûriyê gelek dever hatin dagîrkirin. Dewleta tirkî şêniyên van herêman bi darê zorê dan koçberkirin û guhartineke demografîk çêkir. Niha jî li Efrînê avayiyên mêtîngeriyê tên çêkirin û malpatên çeteyan bi cî dikin.
Welatiyê ji Efrînê û endamê Kombenda Efrînê ya civakî, ya 24`ê Kanûna 2021ê hatî avakirin Emîn Mihemed, li ser kiryarên dagîrkeriya tirkî, guhertina demokrafiyê li herêmên dagîrkirî û avakirina avayiyên mêtingeriyê axivî.
Emîn Mihemed da zanîn ku dewleta tirkî bi hiceta koçberên Sûrî dixwaze DAIŞiyan û çeteyên xwe li herêmên dagîrkirî bi cih bike û axaftina xwe wiha domand: “Her kes dizane ku bicîkirina van kesan piresgirêkeke mezin e û kiryareke dijmirovî ye. Tirkiye bi riya vê projeyê dixwaze gelê herêmên li dijî hev derxe û şerekî navxweyî bide derxistin. Lê bila Erdoga baş zanibe em û birayên Ereb li dijî hev şer nakin. Kesên ku Tirkiyê wan li van herêman bi cih dike, ne welatiyên Sûrî ne, ne jî şêniyên Efrînê ne, kesin hov in weke Erdogan in. Milyon û nîv kesên ku li van herêman bi cih bûne tev Erdoganî ne.”
`Efrîn ya efrîniyan e, Tirkiyê çi bike jê re namîne`
Emîn di dewama axaftina xwe de got, Tirkiye bi riya vê projeyê dixwaze Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî tevlî erdnîgariya xwe bike. Lê bila baş zanibe, ti caran malê xelkê nabe malê mirov. Efrîn ya Efrîniyan e, Serê Kaniyê û Girê Sipî jî yên xelkê wan in. Ew çi bike di dawiyê de jê re namîne, eger bi milyonan xaniyan çêke jê re namînin. Ev xaka me ye, çima Tirkiyê dest dide ser mal û milkên me û zarokê me dikuje. Tirkiye Kurdekî li kû dibîne êriş dike. Dewleta tirkî ne li dijî miroayiyê tenê, li dijî xwezayê ye jî. Her kesî dît dema Efrîn dagîr kir bi hezaran darên zeytûnan birîn.
`Hevkarên Tirkiyê berjewendiyên xwe pê re didin meşandin`
Emîn bal kişand ser kesên bi Tirkiyê re hevkariyê dikin û axaftina xwe wiha domand: “Gelek dewlet û hêz destê wan di vê projeyê de heye. Tirkiye li ber çavê her kesî guhertinê çêdike. Em bang li van hêzan dikin ku nebin weke dagîrkeriya tirkî, Tirkiye dewleteke xwînvexwar e. Heriwha em bang li rejima Sûrî jî dikin ku derfetê nede Tirkiyê. Mixabin Sûrî jî heta niha tiştek nekiriye. Tevayiya dewkletên ku hevkariya Tirkiyê dikin û bêdeng dimînin, berjewendiyên xwe didin meşandin.”
Emê vegerin, hêvî û baweriya me mezin e
Endamê Kombenda Efrînê ya Civakî Emîn Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: Çima Erdogan van çeteyan li Stenbolê bi cih nake, çima wan li xaxa me bi cih dike. Çimkî dixwaze herêmên me xirab bike û çeteyan belav bike. Lê yê ku nede dû Ergogan, naçe li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi cih nabe. Heta niha em rojane dibêjin; emê vegerin, hêvî û baweriya me mezin e. Em xaka xwe ji dijmin re nahêlin. Eger rojek ji temenê me mabe emê li ber xwe bidin û vegerin cih û warê xwe.