Hevseroka Konseya Rêveber ya KCK’ê Besê Hozat daxuyaniya Mesrûr Barzanî ku gotibû ‘Iraq dikare bibe konfederasyonek ji gelek dewletan ku parçe bûye’, wek hewldana qutkirina Başûr ji Iraqê û girêdana wê wek wîlayetekê bi Tirkiyeyê re nirxand.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê û vir ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê dike. Di nava 23 rojên derbasbûyî de artêşa Tirk derbên giran xwar. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser van êrişan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.
PDK û Barzaniyên ku bi navê hikumeta Kurdistanê ya Federe tevdigere, têkiliyên bi Enqereyê re zêde kirin. Li pişt van têkiliyan gelo bazariyeke çawa heye?
Beriya ku bersivê bidim pirsa we, dixwazim di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîdên şoreşê bi bîr bînim. Ji rêberên mezin ên tevgera şoreşê ya Kurdistanê û Tirkiyeyê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn di 2’ê Gulanê de, Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û Huseyîn Înan 6’ê Gulanê, Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya di 18’ê Gulanê de şehîd bûn. Di şexsê van şoreşgerên mezin şehîdên azadiyê û şoreşê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Bi têkoşîneke bi heybet em xwedî li bîranîna wan derdikevin.
6’ê Gulanê di heman demê de salvegera komploya 1996’an e ku li dijî Rêber Apo hate kirin. Komplo niha jî bi rengê tecrîdê û êrişên qirkirinê dewam dike. Komplogeran bi hêrs şermezar dikim.
Her wiha 4’ê Gulanê salvegera 85’an a Terteleya Dersimê ya 1938’an bû. Canên ku di qirkirina Dersimê de bi rûmetî li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan di şexsê Seyît Riza-Besê, Alîşêr-Zarîfe û Nûrî Dersimî de bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînim. Dewleta Tirk a mêtinger qirker zû yan jî dereng wê hesabê kiryarên xwe bide vî gelî. Heman polîtîkaya qirkirinê îro jî dewam dike û dixwazin qirkirinê temam bikin. Mêtingeriya qirker bi êrişa dagirkeriyê ya li ser Zapê re dixwaze terteleya sed sal e dewam dike bigihîne asta dawî. Lê belê bi berxwedana gel û gerîla ev hesab wê bê têkbirin, wê pêvajoyeke welê bide destpêkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi rastiya xwe ya qirker a sedsalî re rû bi rû bimîne.
Em bên ser pirsa we; êdî sirek nîne ku PDK’ê bi Tirkiyeyê re hin peymanên cidî kiriye. Eşkere ye ku dixwaze petrol û gaza li Başûrê Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bike û DYE û Ewropa jî piştgiriya vê dikin. Hin şîrove tê kirin ku krîza gazê ya ku ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê rû da, bi hin aliyan ve bi vî rengî çareser bikin. Lê belê ev şîrove tenê parçeyekî rastiyê ye. PDK bi salan e petrol û gaza başûr difiroşe Tirkiyeyê. Wan bi xwe eşkere kirin ku di vê mijarê de peymanek ji bo 50 salî çêkirine. Sedemeke girîng a pirsgirêkên navbera Iraq, YNK û PDK’ê ev e.
Tirkiye xwe dispêre van peymanan û hewl dide ku heta Mûsil û Kerkûkê serweriya siyasî û leşkerî bike. Bi vî rengî dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlî ku armanca wan a sed salî ye. Dixwaze tevahiya Başûr û Rojava dagir bike û siberojê gava ku konjonktureke siyasî ya guncaw bi dest xist, herêmên dagir kiriye desteser bike. Armanca stratejîk a Tirkiyeyê ku bi dagirkeriyê dixwaze pêk bîne teqez ev e; xwegihandina sînorên Mîsakî Mîllî ye. Ji ber ku PKK’ê weke astengiya herî mezin a li pêşiya van armancên xwe yên stratejîk dibîne, tasfiyekirina PKK’ê ji bo xwe kirine pirsgirêka mayindebûnê. Ji xwe PKK li hemberî polîtîkayên qirkirin, dagirkirin û desteserkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker, mîna dîwarekî mezin disekine.
PDK piştgiriyê dide plana Tirkiyeyê ya ji bo xwegihandina sînorên Mîsakî Mîllî. Diyar e ku li gorî vê planê li hev kirine ku Başûrê Kurdistanê jî bikin wîlayeteke Tirkiyeyê. Ji ber vê peymana veşartî PDK bi rengekî çalak piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hewl dide zemîneke rewatiyê ji dagirkeran re ava bike. Tirkiye dixwaze bi dagirkirin û desteserkirinê re Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke Tirkiyeyê û yekî ji Barzaniyan jî bike waliyê wê. Diyar e ku di vê mijarê de li hev kirine.
Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK’ê beşeke girîng a Başûr dagir kiriye. Hejmara baregehên leşkerî bi du-sê qatî zêde kiriye. Artêşa Tirk ji baregehên leşkerî yên li Başûr tevdigere û operasyonê dike. PDK’ê derfet daye dewleta Tirk ku ji Başûr êriş bike. Artêşa dagirker ji Şêladizê derbasî Kukrojahro dibe û balafirên xwe ji baregehên li Başûr radibin. PDK bi her awayî derfetên îstîxbaratê, lojîstîkî, ewlekarî, stargehê û ragiahndinê dide artêşa dagirker û bi vî rengî yekser di nava şer de cih digire. Tê gotin, li hin deverên krîtîk leşkerên Tirk bi kincê pêşmergeyan tevdigerin. Lewma jî diyar e ku PDK bi rengekî çalak tevlî plana tasfiyekirina PKK’ê bûye.
Hevdîtinên dawî yên Mesrûr Barzanî yên li Îngilistanê, bilêvkirina konfederasyonê û hewldanên ji bo vê yekê jî tên zanîn. Ev hewldanên malbata Barzanî çawa dikarin bêne şîrovekirin?
Balkêş e ku heman piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan re derbasî Îngilistanê bû û hin hevdîtin kirin. Diyar e ku dixwaze ji bo peymana bi Erdogan re kiriye piştgiriyê ji Îngilistanê û Ewropayê werbigire. Li aliyê din ev hevdîtin rola Îngilistanê ya di vî şerî de radixe pêş çavan. Divê mirov daxuyaniyên Mesrûr ên li ser Konfederasyonê weke hewldanek ji bo nixumandina peymanên qirêj ên bi Tirkiyeyê re û hevkariya bi êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bêne nirxandin.
PDK di nava êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk de cih digire. Mesrûr Barzanî ji bo êrişên dagirkeriyê plan bike bi Erdogan re hevdîtin kir. Rastî bi vî rengî ye, di rewşeke wiha de Mesrûr ji bo peymanên qirêj ên bi dewleta Tirk re veşêre û Kurdan bixapîne got, ‘Iraq dikare bibe konfederasyonek ji gelek dewletan ku parçe bûye’ û hewl dide rastiyê veşêre, berevajî bike. Her wiha ev daxuyanî weke nîşaneya hewldana qutkirina Başûr ji ıraqê û girêdana wê weke wîlayetekê bi Tirkiyeyê re divê bê nirxandin.
PDK ji bo Başûr bike wîlayeteke dewleta Tirk hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, bi vî rengî dixebite. Mebesta Mesrûr Barzanî ji konfederasyonê ew e ku Iraq bi rengê dewletên biçûk bê parçekirin, bi rengê konfederasyona dewletokan rengekî nû yê siyasî jê re bê dayin û dewletoka Başûr jî bi Tirkiyeyê ve bê girêdan. Barzanî vê yekê dibêje ne ku Başûrê Kurdistanê di nava sînorên Iraqê de difikire, ji bo karibe Başûr bi temamî ji ıraqê qut bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide vê yekê dibêje. Ji xwe rêveçûna heyî ber bi vê yekê ye. Bi rewşa heyî jî Başûr mîna wîlayeteke Tirikyeyê ye. Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, aborî, çandî û leşkerî ve serweriya xwe ya li ser Başûr di asteke mezin de misoger kiriye.
Dozeke PDK’ê ya Kurd nîne. Doza PDK’ê ew e ku çavkaniyên Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk a mêtinger qirker bike, dewlemendiya xwe jî zêde bike. Ji xwe tê dîtin ku malbata Barzanî bi mal û milkên xwe yên li DYE, Ewropa, Tirkiye û welatên kendavê re bi dewlemendên cîhanê re ketiye nava pêşbirkê.