Darîn Silê/Qamişlo
Li dijî êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser Herêmên Paratinê yên Medya û hevkariya PDK`ê jinên rojavayê Kurdistanê gotin, gerîla zarokên me ne, emê li pişt zarokên xwe bin û em bang li PDK’ê dikin ku dev ji hevkariya xwe ya bi dijminê gelê Kurd re berde.
Tirkiye ji ber zihniyeta xwe ya netewperwst ti carî statûya Kurdan qebûl nekiriye. Ji bo wê jî her tim êrişî çavkaniya tekoşina azadiya Kurdan dike. Yek ji van çavkaniyan jî Herêmên Parastina Medyayê ne. Li kêleka van êrişên li ser gerîlayên azadiyê, bê navber êrişê Mexmur, Şengal û bakur û rojhilatê Sûrî dike. Herwiha PDK bi fermî daye diyarkirin ku hevkarê van êrişên dewleta tirk ya dagirker e.
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ya dagîrker yên li dijî Herêmên Parastina Mediyayê, herwiha hevkarî û xiyaneta PDK`ê Jinên kurd yên Rojavayê Kurdistan nêrînên xwe ji me re anîn ser ziman.
`Gerîla fikir û felsefeya demokrat e`
Jina bi navê Sînem Hacî êrişên dagîrkeriya tirk yên ser Gerîla şermezar kir û da zanên ku Gerîla li dijî êrişên dagîrkeriyê bi rihekî fedayî li ber xwe didin û got, divê em jin û dayîkên jî bi rihî berxwedana gerila tekoşin bikin û li dijî kiryarên hovane bisekinin. Gerîla zarokên me ne, em ti caran êrişên li dijî wan qebûl nakin. Dewleta tirk her tim di êrişên xwe yên li dijî Gerîla de bin ketiye û disa wê bin bikeve. Çimkî gerîla xwedî hêz, fikir û felsefeyeke demokrat e û li ser vî fikrî têkoşînê dike.
‘Eger hûn Kurd bûna we xwîna Kurdan nedirjand!’
Sînem behsa xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dijminê gelê kurd re kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji mala barzanî re dibêjin, eger hun kurd bûna we xwîna kurdan nedirjand, we bi dijminê kurdan re hevkarî nedikir. We ji bo kurdan çi kiriye, ji bilî xiyanetê me tiştek ji we nedîtiye. Êdî bes e bazirganiya bi xwîna gelê Kurd re, êdî bes e xiyanetê re.”
Sînem Hacî bang li dayîkên Pêşmerge kir ku zarokên xwe ji xeta xiyanetê dûr bixin. Herwiha got, çekdarên bi navê `pêşmergeyên roj` hûn zarokên Rojavayê Kurdistanê ne, werin Rojava bi Kurdên xwe re şerê dagîrkeran bikin. Werin da hûn bibînin li Rojava çi bi serê Kurdan tê kirin. Li şûna hûn Kurdên xwe bidin kuştin, ji wan re bibin destek, ma hûn şerm nakin!.
Sînem Hacî bal kişand ser yekîtiya kurdan û wiha got: “Ji bo pêşîgirtina li êrişan û çareserkirina pirsgirêkan, pêwîst e yekîtiyek were avakirin. Banga me ji tevayiya siyasetmedar û partiyên siyasî re heye ku pirsgirêka yekîtiya neteweyî çareser bikin, da Kurd bi hev re mafê xwe pi dest bixin û dagîrkeran ji welatê xwe derxin.”
`Eger hevkarî nehatibûya kirin Tirkiyê nikarîbû tiştekî bike`
Jina bi navê Liwense Şawîş jî da zanîn ku ev ne cara yekê ye ku PDK`ê xiyanetê dike û axaftina xwe wiha domand: “PDK`ê ji roj roja xwe de xiyanetê dike. Insanê di bin serweriya dijminê xwe de be, çi jê bê xwestin wê bike. Wek jinên kurd, malbat û hevjînên şehîdan em bang li mala Barzanî dikin, ku ji vê rêya xiyanetê û birakujî yê vegerin. Gerîla zarokên me ne, me wan ji esmanan ne anîne. Gerîla ji bo ku mirovayiyê biparêzin têdikoşin. Bila dewleta tirk baş zanibe heta ku jinek kurd li rûye erdê hebe wê li dijî Tirkiyê şer bike. Ji bo mala barzanî jî em dibêjin, ‘eger we hevkarî nekiriba Tirkiyê nikarîbû tiştek kiriba.’ Gerîla naxwaze birakkujiyê bike, aştî û biratiya gelan dixwaze.”
“Dem dema helwesta rûmetê ye”
Liwensa Şawîş di daviya axaftina xwe de got, Armanca êrişan ew ku careke din kurd bê nasname û bê cî û war bimînin. Pêwîste gelê kurd bi yek helwestê li hember planên dagîrkeriyê derkevin û wan vala derxînin. Êdî bese ku dijmin planê xwe bi destê kurdan pêş bixîne, êdî bese ku xwîna kurda bi destê kurda were rijandin. Dem dema helwesta rûmetê ye, yê ku helwesta xwe nede diyarkirin wê di nezera gelê me de were şermezarkirin.