Rojnameya Ronahî

PDK Hespekî trûva ye

FUAT KAV

Dewletên Kurdistanê di binê dagîrkeriyê de digirin, raperînên ku bi hêza xwe ya cewherî nekarîne bitepisînin, xiyanet xistine dewrê û wisa têk birine. Sedema ku ji Harpagos heta îro Kurd ne azad in ew e ku li Kurdistanê xiyanet kirine şêwazekî jiyanê.

Mirov dikare bêje ku sefera Zapê ji bo dewleta Tirk sefera dawî ye. Berfirehî, kûrahî û amadekariya seferê, argûmana wê ya leşkerî û polîtîk nîşan dide ku wisa ye. Pîlansaziyek “Ne ya Bikevê û Derkeve, lê belê biqedîne û encam bigire” ye.

Hedefa sefera “dawî” danîna noqteya dawî ye. “Noqteya dawî”, dixwaze têkoşîna pêncî salî ya derketiye holê di şexsê berxwedana gerîlla de tune bike. Erdogan dibêje “Emê ji Zapê biçin Garê û ji wir jî bigîjin Qendîlê û wê her tişt biqede”; Wezîrê Parastinê ya Tirk dibêje “Êdî veger tune ye, em vê carê dixwazin terorê biqedînin”. Sedemê gotinên wan jî ji ber vê sedemê ye. Yanî pîlansazî li ser esasê danîna noqteya dawî hatiye amadekirin. Argûmanên polîtîk û leşkerî yên vê seferê amadekirine jî nîşan dide ku ev yek wiha ye.

Başe, xwediyên vê konsept û pîlansaziyê çima ew çend zelal û misoger diaxivin? Sedemê wê çi ye wiha tekûz diaxivin. Beriya niha jî axaftinên bi vî rengî kiribûn, bi pîlansazî û konseptên cûda hing av avêtibûn lê belê weke “Tevgera herî mezin û berfireh a Dewleta Tirk” nedidan diyarkirin. Bi rastî jî çima vê carê ew çend zelal û misoger diaxivin? Helbet di nava meselê de propaganda û argûmanên şerê psîkolojîk jî hene, lê gelo hemû ev in?

Raperîn bi xiyanetê hatine tepisandin

Bê gûman na. Li gorî me, di nava vê konseptê de bi esasî rastiya xiyanetê heye. Konsept, sefereke ku xwe dispêre komên kûjer ên girêdayî DAÎŞê yên ji çar aliyên cîhanê ji artêşa Tirk re hatine komkirin û li gorî vê hatiye amadekirin nîne. Di gelek seferên beriya niha de ev kom û hêz hatibûn bikaranîn lê belê encam negirtine.

Belê, palpişta esasî ya vê konseptê xiyanete.

Em dizanin ku dewletên serdest ên Kurdistanê dagir kirine weke qoza dawî û hêza esasî ya di sefera dawî de bikar anîne hêzên xiyanetkar bûne. Li Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de bê hejmar raperîn çêbûne, gelê Kurd tim li ber xwe daye û serî hildaye. Ev serhildan û berxwedan di her seferê de, belê di her seferê de bi destê xiyanetê hatine tepisandin. Dewletên Kurdistanê di bin dagirkeriyê de digirin, raperînên ku bi hêza xwe ya cewherî nekarîne bitepisînin, xiyanet xistine dewrê û wisa têk birine. Rêbaza bi xiyanetê têkbirina serhildanan her daîm qoza wan a dawî bûye. Di serî de Împaratoriiya Osmanî, Sasanî û Safevî, rejîmên Komara Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyê yên piştre ava bûne jî heman rê şopandine, destpêkê serhildan tepisandine û piştre komkûjiyên mezin pêk anîne.

Xaîn ew kesên herî nêzî serokên serhildanan bûn!

Hema bêje di hemû serhildanan de xiyanet weke hespekî Truvayê hatiye bikaranîn. Dewletên dagirker û mêtinger di xalak ku nekarîna encamê bigirin de xiyaneta hûndir xistine dewrê de. Zêdetir kesên nêzî serokên serhildanê di xiyaneta hûndir de weke şûrekî tûj hatine bikaranîn.

Yê ku ji serokên berxwedana Koçgirî û Dêrsimê Alîşêr û Zarîfe qetil kiriye xwarziyê Seyîd Riza Rayber e. Dîsa yek ji pêşengên berxwedana Dêrsimê Şahîn Axa, serê wî ji aliyê birayê wî Xîdo Pîrço ve hate jêkirin û radestî qirkeran hate kirin. Ji serokên baweriyê yên berxwedana Dêrsimê Alî Axa jî bi heman rengî di encama xiyanetê de serê wî ji govdeya wî hate jêkirin û radestî kûjerên li Dêrsimê derketibûn seferê hate kirin.

Yek ji serhildanên herî mezin ên Kurdan Serhildana Bedîrxan Beg, bi xiyaneta xwarziyê Bedîrxan Beg Yêzdanşêr hate tepisandin. Ne ji xiyenata Yêzdanşêr ba îhtîmala biserketina serhildanê mezin bû. Lê belê artêşa Osmanî serhildana ku nekarî bi tena serê xwe bitepisîne bi xiyaneta hûndir a Yêzdanşêr tepisand.

Ya ku di têkbirina serhildana Şêx Seîd de roleke diyarker lîst dîsa xiyaneta hûndir bû. Yê ku Şêx Seîd da girtin û darvekirin, birayê hevjîna Xalit Begê Cîbranî û hevlingê Şêx Seîd Bînbaşiyê teqawûdbûyî Qasim Ataç e.

Di serhildana Agiriyê de jî şêwazên cûda yên xiyanetê hatiye bikaranîn. Hin êl û eşîret li dijî serhildana ku di pêşengiya Îhsan Nûrî de hatibû destpêkirin de hatin bikaranîn û serhildan bêyî ku bigîje armanca xwe hate tepisandin.

Sedemê esasî yê van serhildanên ku me bi dirêjî hewil da behsa wê bikin, rastiya xiyaneta hûndir bûye. Xiyaneta hûndir mîna hespekî Trûva mîna ku rihê gelê Kurd teslîm girtiye. Sedemê ku ji Harpagos heta îro Kurd ne azadin ewe ku li Kurdistanê xiyanet kirine şêwazekî jiyanê.

Divê rastiya PDK’ê were famkirin

Bêyî zanîna rastiyê û bêyî li ser esasekî rast analîza wê were kirin rastiya PDKê û sefera Zapê jî wê baş neyê famkirin. Dewleta Tirk, sîh salên dawiyê li dijî Kurdan şer kiriye, çi pêwîst be ew kiriye, ji hêzên navnetewî di asta stratejîk de alîkarî stendiye, lê belê nekarîiye encamê bigire. Çawa ku di qonaxên beriya niha de bûye, vê carê jî di devera ku nikaribe encamê bigire de dixwaze xiyanetê têxe dewrê de.

Bala xwe bidinê dema ku xiyanet xistine dewrê ew demin ku bi hêza leşkerî nekarîne serhildanan têk bibin. Sefera dawî, êrîşa dawî bi destê xiyanetê tê pêkanîn. PDK jî tam di pêvajoyeke wiha de dixin dewrê de. Erdogan dibêje “êdî em hatin dawî, ewê bibe sala ku emê terorê biqedînin, ji bo vê em hemû hêza xwe, hemû derfetên xwe dixin dewrê de. Dostên me, hêzên herêmî, NATOya em endamên wê ne ger wê bibin alîkar, niha tam wextê wê ye. Ji berk u em di nava êrîşeke topyekûn de ne”. Sedemê van gotinên Erdogan jî ji vê yekê ye.

Qesta Erdogan bi “hêzên herêmî” bê gûman PDK ye. Wisa gotiye: “Dostniya me ya bi Neçîrvan Berzanî re gelek gelek cûda ye û hûqûqa navbêra me di asta pêş de ye. Di her mijarê de em hemfikirin, cûdatî di navbêra nêrînên me de tunin. Wî jî got, ewê di vê mijarê de tişta ji destê wan tê texsîr nekin…”

Ev ne dîplomasî ye û ne jî qet têkîliyeke normal e. Ev daxûyanî şêwazê ji devê Erdogan mûkûrhatineke ku di konsepta tûnekirina Tevgera Azadiyê de mîsyonek dane PDKê. Bila ti kes minemin û mizemizê nekin, hewil nedin bi awayekî din şîrove bikin û weke têkîliyeke dîplomtîk bigirin dest! Mîsyona ku dewleta Tirk û Hêzên navnetewî yên ji îdeolojiya PKKê nerehet dibin dane pêşengên Berzaniyan, mîsyona şer a li dijî Tevgera Azadiyê ye. Ti kes bila vê înkar neke û bi awayekî din negire dest!

Dewleta Tirk û hêzên navnetewî dixwazin pêvajoya tunekirina tevgera azadiyê bi destê malbata Berzanî pêk bînin. Çawa ku di serhildanên beriya niha yên Kurdan de bûye, dixwazin di vê serhildanê de jî xiyanetê têxin dewrê de. Dixwazin Malbata Berzanî weke hespekî Trûva bikarbînin û xeta Tevgera Azadiyê û serokatiya wê bê bandor bikin. Divê herkes vê bibîne, fam bike û herkes bi vî rengî li pêvajoyê binêre. Bila neyê gotin “PDK Kurdin, pêşmergeyê wê hene, ji bo Kurdan têkoşîn kiriye û loma xiyanetê nake”. Rayber jî, Qasim jî û Yêzdanşêr jî Kurd bûn. Di ser de jî Malbata Berzanî tenê bi êrîşa li dijî Tevgera Azadiyê xiyanet nekiriye û bi ketina xwîna gerîlla bi sînor nemaye, qetilkirina Saît Kirmizitoprakan jî, înfazkirina bi dehan kesên fermandarî ji Têkoşîna Azadiyê re kirine, dîsa qetilkirina bi hezara şervanên di şerê bi YNKê de jî encama vê xiyanetê ye.

Bi kûrtasî; dewleta Tirk tam di dema pes bike de Malbata Berzanî weke hespekî Trûva dixe dewrê de û dixwaze encamê bigire. Lê belê Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd gîhîştine asta gelekî polîtîk û zane. Loma li gel gerîllayên ku li dijî xiyanet û dagirkeriya li Zap, Metîna û Avaşînê hatiye kirin berxwedaneke mezin dimeşînin wê xiyanetê têk bibin. Dujminê Kurdan dewleta Tirk wê vê carê bi xiyanetê negîje encamê û gerîlla wê xiyanetê ji Kurdistanê jêke û bavêje.