Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Avê 13 hezar donim erd av dide

Li ser daxwaziya komîn û cotkaran, Rêveberiya Avê ya herêma Cizîrê 4 kenalên bendavan ji bo avdana 13 hezar donim erd vekir.

3 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişkesalî heye. Vê yekê bandor li sewaldarî û çandiniyê kiriye, ku ew her du jêdera sereke ya aboriya herêmê ne. Berfbarîna îsal hêvî da cotkaran, lê ji ber ku baran baş nebariya ziyan gihîşt çandiniyê. Cotkarên kantona Qamişlo yên ku zeviyên wan ên çandiniyê nêzî bendavan in, daxwaz ji komîn û meclisan kirin ku Girînendeya Avê xetên avê ji wan re vebike. Li ser wê daxwazê Girînendeya Avê ya girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ji 13`ê Nîsanê ve dest bi avdana 13 hezar donim erd kir.

Ji rêveberên girînendeyê Mûsa Xelef diyar kir ku wan ji bendavên Çilaxa û Zixêriyê, av dan 5 hezar donim erd.

Di qonaxa duyem de jî ji bendava El-Hakimiye ya Dêrikê di 19`ê Nîsanê de av da 3 hezar donim erd  û  20`ê  Nîsanê  ji  bendava  Mizgeftê  ya  Tirbespiyê  av  da  5  hezar  donimî.

Mûsa Xelef da zanîn ku beşek ji 7 bendavên kantona Qamişlo ji ber rewşa hewayê ziyan dîtine û got: “Em ê di nava çend salên bê de çareser bikin.”

Li kantona Qamişlo 7 bendav hene, li navçeya Tirbespiyê Mizgeftê û Maşûqê, li navçeya Çilaxa Zixêriyê û Çilaxa, El-Hikmiyê, Sefan û Heyaka jî li Dêrikê ne.

ANHA