Rojnameya Ronahî

‘Dagîrkeriya tirkî li hemberî hêza jinê bêçare maye’

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Fermandara YPJ’ê Avesta Roj got, dagîrkeriya tirkî li hemberî hêza jinê bêçare maye. Hêza jinan her ku mezin dibe , dibe bingehê guhertina civakê. Eger civak were guhertin û ber bi azadiyê ve biçe, wê nikaribin bibin desthilatdar. Dema kole hebin desthilatdarî li ser piyan disekine, dema kole nebin deshilatdarî diroxe, ti wateya wê namîne.

Bi armanca rêxistinkirina jinên Rojava û parastina wan, 4’ê Nîsana 2013’an Yekîneyên Parastina Jinê ( YPJ ) hat avakirin û di demakê kurt de bû sembola jina azad. Her wiha li tevayî cîhanê dengveda û jinên azadîxwaz pêlbipêl tevî nava refên wê bûn. li ser girîngiya avabûna  Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo jin û civakê , Fermandara YPJ’ê Avesta Roj bersiva pirsên me dan.

Yekîneyên parastina jinan (YPJ) li ser çi bingehî hate avakirin û ji bo xebata xwe çi kir çavkaniya hêza xwe?

 

Li Rojava bi şoreşa jinan  re tovê têkoşîna azadiya jinan ya bi hezarê salan hatî  binerdkirin ji nûve şîn bû. Berxwedana bi sedsalan ya azadiya jinê bi pêşengiya tekoşina azadiya gerilayên jin yên çiyayên Kurdistanê li rojava  gihişt lûtkeyê.

Ev bi hezar salane desthilatdar  ji bo ku civakekê winda bikin di serî de êrîşî jinê dikin û hêza jinê dixin. Ji bo em bikaribin li hemberî desthilatdariyê  rabin û çek rakin , têkoşîneke mezin pêwîst bû û ev nîv sedsaleke jî li xaka Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd ev tekoşina azadiyê bi dijwarî dimeşe. Li hemberî bê bawrebûna  li dijî  jinê ku jin nikare têkoşîn û şer bike , ‘leşkertî tenê karê mêre’ bi berdêlên mezin tekoşinekêbê hempa hat meşandin. Ev yek bi her kêliya xwe şoreşek bû . Digotin ‘jin tenê dikare di xebatên rêxistinî de cihê xwe bigre’ lê hebûnekî ku parastina xwe neke, ew nikare mayinde bibe, wê tenê di hinek qadên têkoşînê bimîne, wê pir lawaz bibe û aliyên din jî  wê girêdayî mêr bin ku minakên wê pir hatine jiyên. Eger artêşeke were avakirin pêwîste li ser bingeke saxlem were avakirin û pêwîste fermandariya vê artêşê di bin fermandariya jinê de jî be. Eger nebe wê disa di bin serweriya mêr de be û wê bibe artêşeke desthilatdar. Wê demê ew şoreş nabe şoreş nakeve bin xizmeta gel, dê di bin xizmeta hişmendiya zilam ya deshikat de be. Lê eger di bin fermandariya jin de be wê hêza jin xurt bibe û wê bikaribe di tevayî aliyên jiyanê de parastina jin û civakê bike. Ji bo wê YPJ’ê jî bingehê xwe li ser tecrûbeyên tekoşina azadiya jinê bi armanca nûjenkirina civakekê azad danî û bi rêya şoreşê re derî ji tevahî jina vekir ku cihê xwe di nava refên YPJ’ê bigre. Ji bo YPJ’ê bû hêviya jinên cîhanê û jinên Afganistanê jî minaka herî berça ve jin êdî baweriya xwe bi hêz û artêşên mêr ku ji deshilata mêr hatîn avakirin naînin. YPJ’ê ispat kir ku tinê şoreşa li ser bingeha azadiya jinê hatî avakirin dikare xwe li ser piyan bigre.

Tevî ku ev 9 sal di ser avabûna YPJ’ê re derbas bû, gelek gav di aliyê azadiya jinê hatin avêtin, lê heta niha şidet û kuştina derheqê jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê tê kirin, sedema wê çi ye?

Cihê mixabiniyê ye ku heta niha li bakur û rojhilatê Sûriyê, cihekî ku şoreş têde mezin bûye, tunditî û kuştina jinê heye. Ev zihniyeta civakê dide diyar kirin, li hemberî têkoşîna me ji aliyê zihniyeta mêr ve hê şerekî dijwar heye. Çiqasî şoreşa jinê mezin dibe, ewqas hatiye isbatkirin ku jin dikare di tevayî qadan de xabêtê bike.  Ev şideta ku tê kirin, tirsa mêr ji mezinbûna hêza jinê ye. Ji bo ku hîza wê mezin nebe rastî şidet û koştinê jî tê .

Li hemberî vê yekê divê di hemû aliyan de em jin xwe xurdtir birêxistin bikin.  Divê tekoşina azadiyê li her cihî belav bibe, jin li her cihî têbikoşe. Pirsgirêkên tevaya jinên rojhilata navî û cîhanê yekin, ew jî azadî ye. Cihê herî zîde dibêjin em azadin Ewropa ye, lê li wir jî kuştin, şîdet û tecawezkirina jinê di asta herî jor de ye; jin ji bo sistema kapîtalist ya desthilad bûye amûrekî herî keftî. Ji bo wê jinên Evrupa jî berê xwe didin nava vê şoreşê. Eger em yekîtiya jinê di tevayî cîhanê de çêbikin , wê pirsgirêkên civakê li tevahî cîhanê bi dawî bibin.

Êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û qadên gerîlayan dewam dike, Hêzên YJA Starê li herêmên parastinê derbeyên giran li dagîrkeriyê dide, helwesta YPJ’ê li hemberî van êrîşan çi ye ? 

Dagîrkeriya tirkî li hemberî hêza jinê bê çare maye. Hêza jin her ku mezin dibe , dibe bingehê guhertina civakê, eger civak were guhertin û ber bi azadiyê ve biçe, ew ê nikaribin bibin desthilatdar bin.  Dema kole hebin desthilatdarî li ser piyan disekine, dema kole nînbin jî deshilad diruxe, ti wateya wê namine.

Hêza me her ku diçe mezin dibe û pêl bi pêl belav dibe. Dagîrkeriya tirkî jî ji hêza jinê ditirse, ji bo wê bi tevayî rêbazan êriş dikin. Rêber Apo dibêje ‘eger tu bixwazî civakekê azad û bi rêxistin ava bikey divê tu jinê rabikî’. Tirs tirsa vê fikrê ye. Sîstema dewleta tirkî dide meşandin, sîstema qirkirina jinê ye. Bê guman li hemberî van êrişan berxwednek mezin  li bakur û rojhilatê Sûriyê û li qadên gerîlayan heye. Hêzên YJA Starê temenekî wanî dirêj  yê têkoşîn û berxwedanê heye. Wan isbat kirin ku li tevayî qadan jin dikare têkoşînê bike,  berxedana wan bê hempa ye. Me jî hêza xwe ji vê bingehê, ji vê felsefeyê girtiye. Em vê berxwedanê silav dikin û em dibêjin êdî ti hêz nikarin xwe li hember tekojina jina azad bigrin, yê winda bike wê deshilad û dagîrker bin.