Rojnameya Ronahî

Nûrî Malikî rast dibêje

Sîpan Şînda

Her çend hinek ji me vê gotinê bi salan e dibêjin jî, lê bihîstina vê gotinê ji devê serokwezîrekî û xêrnexwazekî Kurdan bihîstin tiştekî cuda ye. 

Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî di axaftinekê xwe de got ‘ku Tirkiye ji yek Kurdî jî hes nake’. Her çend hinek ji me vê gotinê bi salan e dibêjin jî, lê bihîstina vê gotinê ji devê serokwezîrekî û xêrnexwazekî Kurdan bihîstin tiştekî cuda ye. Ew bi salan e di nava polîtîkayê de ye û baş ew dizane ka çi fêhl û finaz, fen û fît di nava çar dewletên hov de li hemberî Kurdan têne kirin. Jiber ku ew bi xwe jî yek ji wa yê ku bi salan fen û fît li hemberî Kurdan pîkanîne ye. Lewra di rastiyê de ev gotina wî li ser xwe danek bû. Îtîrafek bû. Raste, ew weke Erebêkî û siyasetedarê kî ne razî ye ku Tirkiye axa Iraqê dagir dike. Her çend dera ku Tirkiye dixwaze dagir bike Başûrê Kurdistanê ye jî, lê belê ew herêm bi awayekî fermî di nava tixwîbên dewleta Iraqê de ye. Jiber wê ew nerazî ye.

Dewleta Tirk weke gurê har, hema li esmanê heftan ji teyrikek jî bêje ez Kurdim, êrîş dikê û tehemûla wê li ti erdê Xwidê ji Kurdan re nîne. Ev çend sal in geh li Başûr û geh ji li Rojava, heroj êrîşî Kurdan dike û dixwaze wan bifetisîne. Lê Kurdên mejî hişk jî qet vê yekê fêm nakin û gelek ji wan bi vir û zirtên siyasetmedarên tirk dixapin. Gelo heta kengê wê Kurd xwediyê vî eqilî û vî mejî bin? Gelo heta kengê wê Kurd ji xelkê re ga bin û ji xwe re golik bin? Ez nizanim, lê ya ez dizanim neyarên Kurdan jî, li halê Kurdan dikenin û keyfa wan li vê bê yekîtî û bê tifaqiya wan tê. Ew ji bivî hawî pitir keysê xwe ji Kurdan tînin û heroj ji aliyekê ve êrîşî Kurdan dikin û wan zeîftir dikin. Ew jî dizanin ku heta ew bikaribin Kurdan berdin hevdu, bê tifaqiyê di nava wan de mezin bikin û wan pirtir bikine reşê hevdu, wê ji bo wan û siberoja wan jî baştir be. Ka îca were vê li serê Kurdên “fîlozof!” bêxe! Tu devê kîjanî vedikî dibêje ez “fîlozof” im û her tiştî dizanim, lê belê dema mijar dibe yekîtiya netewî, tiştek din derdikeve holê. Gelo ka hinga mirov li derdora xwe dinêre mirov qet nikare eqilekê ji cîranên xwe jî bigire! Gotineke ya pêşiyan heye dibêjin, “Heke tu nezanî feke cîranî.” Ma gelo em qet nikarine qasî misqala zire, piçek eqil ji çar dewletên cîran yên ku Kurdistan dagirkirine bigirine? Tişta ku xwiya dike ev sed sal in me negirtiye û emê negirin jî. Jiber ku eqilê gelek Kurdan ji kîsî neyarê wa ye. Ka îca neyarê mirovî wê çi rêya qencî bide nîşanî mirovî. Welhasil ez dirêj nakim. Maka hezar gotina gotineke. Ji me hez nakin bavê min ha! Vaye ew bi xwe dibêjin lê hê ji em fêm nakine.