Rojnameya Ronahî

Amadekariya Pêşangeha Yakê Ya Pirtûkên Kurdî

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê amadekariya Pêşangeha Yekê Ya Pirtûkên Kurdî dike. Pêşangeh wê li Qamişlo be û 3 rojan dewam bike.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dê di 15`ê Gulanê de anku di Cejna Zimanê Kurdî de, yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê veke.

Li gorî Desteya Çandê pêşangeh 15-18`ê Gulanê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê ye. Têkildarî bername û hûrgiliyên yekemîn pêşangehê hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen ji ajansa me re axivî.

Rewda Hesen got: “Îsal bangewaziyên hezkiriyên zimanê kurdî li ser medyaya sosyal hebûn, ji bo vê yekê me xwest vê pêşangehê vekin. Her wiha da ku bêhtir zimanê kurdî bikeve nava pêşketinê, ji ber vê jî wê di pêşangehê de pirtûk bi hemû zaravayên kurdî hebin, ev yek jî dê ji bo naskirina zaravayan ji aliyê nifşên nû e, derfetek be.”

Rewda Hesen destnîşan kir ku armanc ji vekirina pêşangehê derxistina berhemên nivîskarên Kurd, ji bo nifşên nû ku di dibistanên Rojava de perwerdeya bi zimanê kurdî dibînin.

Têkildarî amadekariyan Rewda Hesen da zanîn ku di nava amadekariyan de Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî û weşanxaneyên Neqiş, Şilêr, Ava û Mezopotamya hene.

Girêdayî şert û mercê qebûlkirina pirtûkan di pêşangehê de Rewda Hesen got: “Ji bilî dagirtina lîsteya pêşwazîkirinê tune ye; ew jî me ji bo naskirina hejmar û nasandina wan sazî, kesayet, weşanxane û navê pirtûkan e.”

Rewda Hesen di axaftina xwe de destnîşan kir ku pêşketina zimanê kurdî li Rojava bi saya hewldanên Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêk hatiye û wiha got: “Hêviya me ew e ku pêşangeh bi dilê civakê be.”

ANHA