Konferansa 3. ya YPJ`ê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan/Hesekê
Bi dirûşmeya YPJ hêza azadiya jinê , parastina axê û têkbirina dagîrkeriyê Konferansa 3. ya YPJ`ê tê lidarxistin
Bi dirûşmeya `YPJ Hêza Azadiya Jinê , Parastina Axê Û Têkbirina Dagîrkeriyê` û bi beşdarbûna Fermandariya jin yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Rêxistinên jin, fermandar û endamên YPJê, îro (şemiyê 30`ê Nîsanê), saet 10`an Konferansa 3. ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarê Hesekê hat lidarxistin û wê li ser du rojan bidome.
Konferans bi axaftina Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed dest pê kir. Fermandara QSD`ê di axaftina xwe de şehîdên YPJ`ê bi rêzdarî bîranîn û bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê konferansê di demsala Biharê de. Lewra bi Biharê peyama nûkirina xwezayê ye. Herwisa teqez kir ku li hemberî êrişên sîstema desthilatdar ya mêr xweparastin, rêxistbûyîn û xweperwerdekirina jinê.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 4`ê Nîsana 2013`an ji bo rêxistinkirina jinên Rojava û parastina wê hat damezrandin.