Darîn Silê/Qamişlo
Cîgira Hevserokayiya Desteya Jinê ya herêma Cizîrê Belqîs Hemendî diyar kir ku êrîşên hovane yên dewleta tirkî yên ser Herêmên Parastinê yên Medya, Şingal û bakur û rojhilatê Sûriyê, bi armanca şkandina îradeya gelên azadîxwaz û pêkanîna planên xwe yên dagîrkeriyê ye.
Dewleta tirkî ya dagîrker êrîşên xwe yên hovane yên ser Kurdan û Kurdistanê didomîne. Di demekê de ku cîhan bi şerê Rûsya û Ûkraynayê ve mijûl e, dewleta Tirk ya faşîst êrîşên xwe yên ser herêmên parastina rewa, bakur û rojhilatê Sûriyê û Şingalê zêde kiriye. Dewletên navnetewî jî li ser vê yekê bêdeng in. Her kes alîgirê tirkiyê ye û piştgiriya wê dike, heta kesên weke PDK ku dibêjin em kurdin û navê kurdayetiyê li xwe dikin, mixabin bi tirkiyê re dibin alîkar ku kurdan tune bikin. Çimkî naxwazin ku kurd bibin xwedî dewlet. Armanca êrîşan jî ew e ku hebûna kurdan bi dawî bibe, Rêveberiya Xweser ya li Şingal û bakur û rojhilatê Sûriyê ji holê rabe û îradeya gelên azadîxwaz tune bibe, da ku kurd hertim bê çare bimîne.
Têkildarî mijarê Cîgira Hevseroka Desteya Jin ya herêma Cizîrê Belqis Hemendî ji me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di destpêka kirîza Sûriyê de piştgirî û çekan dida komên terorîst û çeteyên DAIŞ’ê, ji bo ku êrîşan li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Lê dema ku dît tevayiya pîlanên wê têk çûne, dest bi êrîşên hovane li ser herêmên Rêveberiya Xweser kir.
Dewleta Tirk ya dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê gelên herêmê ve û bi nûnertiya sîstema xweseriya demokratîk û biratiya gelan tên birêvebirin dike. Herwiha Êrişî herêmên Şengalê û Rêveberiya wê ya ku bi hêza gelê wê hatiye avakirin dike. Di heman demê de êrişî herêmên parastina rewa, ku xeta yekemîn ya parastina gelê Kurd û hebûna gelê Kurd e dike. Derbarê vê yekê de Belqîs wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker bi bihaneya şerê li dijî terorê yan jî li dijî partiya Tevgera Azadîya Civaka Kurdistanê, êrîşên xwe yên hovane pêk tîne, lê kiryarên dagirkeriyê eşkere dike ku ew dewleta terorîst bi xwe ye. Dema ku êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jî dike, cudayî naxe navbera zarok, kal û pîr û ferqê naxe navbera malên sivîlan û deverên leşkerî de. Ji ber ku herêm bi giştî dike armanc û armanca wê jî terorkirina gelê herêmê ye.”
`Armanca dagîrkeran weke çavê rojê diyar e`
Belqîs di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk ne dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ye. Armanca dagirkeran weke çavê rojê diyar e, ku qirkirina tevayiya gela ye, çi Ereb, Kurd yan jî Suryan be. Ev êriş ji bo vejandina xewna Împaratoriya Osmanî ye. Herwiha bi behaneya hebûna terorê li van deveran êrişî çiyayên Kurdistanê dike û êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike û li gel wê êrişên xwe yên ser Şengalê jî berdewam dike.
`Divê gel ji rastiya êrişan baldar be`
Belqis bal kişand ser kesê ku îdia dike ku armanca êrîşên dagirkeriya Tirk şerê li dijî terorê ye yan jî şerê aliyekî taybet e û wiha pê da çû: “Kesê ku vê îdiayê dike, çeteyê dagirkeriyê ye. Çimkî ev îdia ne rast in. Ev yek di êrîşên li ser Zerkan û Kobanî de baş hat xuyakirin, ku Tirkiyê pêkhateyên li herêmê dik hedef. Ji bo wê jî divê gelê me ji rastiya êrişan baldar be, ji ber ku armanca dagirkeriyê hedefgirtina gelên herêmê bi giştî ye û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser ya ku tevayiya gelên herêmê di nav xwe de dihewîne. Gel jî ji bo serkeftina vê Rêveberiyê xebatê dike.”
Bilqis Hemendî da zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker bi tena xwe nikare li Şingal û ne jî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê planên xwe pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her êrişa ku dewleta tirk li ser herêmên kurdistanê pêk tîne hevalên wê hene. Tirkî bi tenê nikare êriş bike. Tevayiya êrişên dagirkeriyê yên li ser çiyayên Kurdistanê biserneketine. Ji bo wê jî niha hewl dide ku bi riya PDK kurdan tine bike. bi hevkariya PDK`ê êrişî Parastina gerîlayên Azadiyê dike. wek ku hat xuyakirin berî demekê jimarek ji gerîla di kemîna PDK`ê şehîd bûn, û cenazeyên wan jî radestî malbatên wan nehatine kirin.”
`Avakirina dîwar ne ji bo parastina Şingalê ye`
Belqîs li ser helwesta fermî ya hikûmeta Iraqê derbarê êrişan de, diyar kir ku divê hikûmet van êrişan weke dagirkirina tevayiya axa Iraqê binirxîne, ne tenê dagîrkirina çiyayên Kurdistanê. Herwiha got, Her kes dizane ku avakirina dîwarê navbera Şingal û Rojava de ne ji bo parastina Şengalê ye, ji bo parçekirin û dorpêçkirina wê ye. Dema çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê, artêşa Iraqê ji wir vekişiya û gel bi tenê hişt. Yên ku Şengal û gelê wê parastin tenê Hêzên Parastina Gel bûn.
Cîgira Hevseroka Desteya Jin ya herêma Cizîrê Belqis Hemendî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê gelên herêmê li ser yekîtî û hevgirtina gelan bisekinin. Herwiha di şer û rûbirûbûna dagirkeriyê de bibin yek. Ancex bi hevgirtina gel re em li hember dewleta dagirker û tevayiya komployên ku li ser me tên kirin bisekinin.”