Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Hevserokê MED TUHAD-FED`ê Zekî Baran: Di serî de li Îmralî li hemberî girtiyên Kurd û siyasî şerekî taybet û bêexlaqî tê kirin û bi fermana desthilatê darvekirin pêk tê. Lê teqez wê têkoşêna azadiyê bi ser bikeve.
`Li hemberî girtiyên Kurd û siyasî şerekî taybet û bêexlaq tê kirin`
Li ser rewşa girtîgehên dewleta tirkî Hevserokê MED TUHAD-FED`ê Zekî Baran ji rojnameya me re axivî.
Zekî Baran diyar kir ku girtîgehên dewleta tirkî bi zulm û işkenceyeke sîstematêk û bêhempa tên birêvebirin û ev agahî dan: “Di nava pênc mehên dawî de, ev sîstem dijwartir bûye. Sedema wê jî ew e ku pergal tengijiyê. Hem ji milê dîplomasî, hem ji milê aborî ve têk çûye. Ji ber wê riya xwerizgakirina ji vê rewşê di dijwarkirina faşîz û zora ser civakê de dibîne. Bi rastî di girtîgehan de li hemberî girtiyên Kurd û siyasî şerekî taybet û bêexlaq tê kirin. Herwisa Li ser bedena girtiyan –ku ji bilî wê ti amûrên wan yên berxwedanê nînin- ji bo şkandina îradeya wan işkenceyeke fîzîkî hatiye orgenîzekirin. Ji ber vê rewşê ji 20 termên girtiyan pirtir ji girtêgehan derketine.”
`Li girtîgehan bi fermana desthiltê darvekirin pêk tê`
Hevserokê MED TUHAD-FED`ê herwisa bal kişand ser polîtîkayên li hemberî girtiyên nexweş û ev nirxandin kir: “Bêguman girtiyên nexweş yên 30 salên xwe dîlgirtî temam kirîn, bi behaneyên bêwate bernadin û cezayên wan li ser bingehê siyasî û nehiquqê, dirêj dikin. Sîstemeke wisa dermirovî ye ku girtiyên nexweş derman nakin û wan ber bi mirinê ve dibin. Girtî ji aliyê rêveberiyên girtêgehan ve tên cezakirin. Lê ya rast ev sîstema işkenc, binpêkirin û hovitiyê bi fermana Enqere tê kirin. Li Tirkiye qaşo cezayê darvekirinê nîne, lê bi awayekî eşkere darvekirin bi van kiryaran tê kirin. Ev jî fermana AKP-MHP`ê ye ku li girtîgehan Kurdan bikujin.”
`Sîstema işkenceyê li hemberî jinê dijwartir e`
Baran teqez kir ku di girtîgehan de her çiqas rewş gelmberî be jî, lê weke ku li derve jî li hemberî jinê şerekî mezin û bêexlaqîtir tê kirin, di girtîgehan de bi hezaran jin û zarok hene ku li hemberî wan polîtîkaya şerê taybet û pskolojîk tê kirin û sedema wê wiha şîrove kir: “Sedema ku para jinê ji vê sîstemê pirtir e ew e ku têkoşîna wê ya herî mezin û bêhempa ye û her tim pêşengiya vê tîkoşîna azadî û demokarsiyê dike. Sîstema faşîst di berxwedan Kobanê û têkoşîna ku niha tê kirin de, rastiya jina têkoşer nas û fêm kiriye. Ji ber wê hem di girtîgehan de hem li derve, li hemberî wê êrişên dijwartir bi awayekî sîstematîk pêk tîne.”
`Ewropa piştgiriya faşîzmê dike`
Hevserokê MED TUHAD-FED`ê herwisa helwesta rêxistinên mafên mirova û Yekîtiya Ewropa ya li hemberî vê rewşê şermezar kir û axaftina xwe wiha domand: “Bi rastî tecrîd û işkenceya bingehî li Îmarlî ya li hemberî Rêber Apo ye. Di navbera sîstema li Îmralî û rewşa civak û girtîgehan de, têkiliyeke sîmbyotîk heye. Di encama tecrîdê û işkenceya li Îmralî de, civak di vê rewşê de dijî. Li vir jî helwesta Ewropa û rêxistinên mafên mirovan ya hevkarî û bêdengiyê diyar e. Herî dawî CPT di salên 2017 û 2019`an de rewşa Îmralî ku şopandinbû, di raporên xwe de bi zelalî eşkere kiribû ku tecrîdeke sîstematîk û bêhempa heye. Lê mixabin Ewropa dema mijara dibe Kurd bi awayekî bêexlaq nêzîk dibe. Îro em dibînin ku gelê Kurd di lîsteya wê ya terorê de ye. Îro ji her milî ve piştgiriya Erdogan dike. Bi çekên wê yên kîmyayî xwezaya Kurdistanê talan dike û zarokên Kurdan qir dike. Ewropa ku ji bo tişteke piçûk qiyamtê radike îro ku li girtîgehan mirov tên kuştin, li başûrê Kurdisatnê zarokên Kurdan bi kîmyayê tên kuştin, bêdeng e.”
`Teqez wê têkoşêna azadiyê bi ser bikeve`
Hevserokê MED TUHAD-FED`ê Zekî Baran herwisa diyar kir ku îro dewletên serdest tev dibin yek da ku gelê Kurd tine bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê baş dizanin ku gelê Kurd ne yê berê ye, îro bi pêşengiya Rêber Apo tev digere û bihêz e. Rast e em berdêlên giran didin, lê ev doza heqîqetê ye û teqez emê bi ser bikevin.”