Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Peymana civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya şêniyên Qamişlo, hat gotûbêjkirin
Bi tevlêbûna bi sedan ji şênî, endamên sazî û tevgerên sivîl, Îro saet 10`an,li hola Efrîn ya bajarê Qamişlo, reşnivîsa Peymana Civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Piştî xwendina Peymana Civakî ji aliyê Komîteya sazkar ya Peymana civakê ya herêma Rêveberiya xweser ya demokatîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê, başdariyan rexne û pêşinyarên xwe pêşkêşî komîteyê kirin.