Rojnameya Ronahî

Xiyanet û berxwedan

Ahmet Aktaş

Rêber APO, li ser vê mijarê gelek serê xwe diêşîne. Jixwe ev gotin jî ya wî ye: Li Kurdistanê her 2 rê/2 xet li dijî hev hebûn. Yan jî li Kurdistanê her 2 rê/2 zihniyet hebûn: Xiyanet û berxwedan!

Rêber APO, vê mijara girîng, dibe heta kûrayiya dîrokê, heta Gilgamiş diçe û ji wira vedigere vê sedsalê û ya herî dawî jî digihîne Berzaniyan.

Mirov dikare weke sernivîs, wisa rêz bike vê çîroka bêoxir a Kurda ya dîrokî: Ji Enkîdu’yê zemanê Gilgamiş despêdike, bi Ezdîn Şêrê xwarziyê Bedirxan Beg dewam dike, derbasî xiyaneta Qasimê hevlingê Şêx Seîd û Rayberê Dêrsimê, ji wir jî tê bi tenê hiştina Qazî Mihemmed ji aliyê M.Berzanî ve û aşbetal û heta îro bi kur û neviyê Melle Mistefa Berzanî, ev hevkariya neyaran dewam dike.

Di encamê de dujminên gelê Kurdistanê, bi tenê karibûn bi xerakirina yekîtiya gel, sazkirina şerê navxweî û bi xiyanetê serîhildanên gelê Kurd bişkînin û destkeftiyên wan ji destên wan derxin.

Sed heyf û mixabin di dîrokê de, qasî tê zanîn hemû xiyanetên Kurdistanê bi serketine. Sedemên serkeftinên van lîsk û xefkên neyarên gelê Kurd çine û gelo çima li himberî berxwedana bi rûmet û mafdar a gelê me bi serketin? Pirsa sereke ev e!

Bêgûman sedema sereke, lawaziya rêberiyê ye û li encama vêna jî lawazbûna rêxistinbûnê ye û nezanî ye.

Çareseriya vêna jî, hilbet bi vê pirs û bersîvê ve girêdayî ye. Wate; li dora vê rêveberiya bi hêz û hemdemî ya ku heyî, divê  hîn xurtir rêxistin û sazîbûn were çêkirin.

Jixwe eger ku ev 40 sal zêdetir e, şoreşa di pêşengtiya Tevgêra Azadiya Kurdistanê de têk neçûbe, ev rastiyekê nîşan dide. Di pêşengiya dewleta mêtinger Tirkiyê de, her çar dewletên dagirker bi hevre, ev ne bes bû bi alîkariya navdewletî hemû, nikaribûn vê têkoşînê hilweşînin, ev nîşana herî berbiçave ku rêveberiyek gelek xurt, hişmendî û rêxistinbûyînek hêja heye.

Lê bêgûman divê kes qîma xwe bi vê rêxistinbûyîna bi rûmet tinê neynin. Eger bi tinê kar li ser pişta gerîlla were hiştin, ev şaş e. Jiber ku şoreş, ne bi tinê karê gerîlla ye. Erê gerîla, barê xwe yê pêşengiyê hildaye ser milê xwe û bi cangoriyek mezin karê xwe dike.

Lê barê şorêşê, barê hemû civakê ye, lewma divê hemû kesên di hemû qadên civakê de dijîn, bar hildin ser milê xwe û bi ruhekî di çarçoveya yekîtiya neteweyî de tevbigerin. Wê wextê ava şoreşê dikeve cihoya xwe û dimeşe.

Jiber ku li ber çavan e, êrîşên ewqas giran û xedar ên qirkirinê yên dewleta faşîst a Tirkiyê. Her wiha dixwaze xiyaneta herî dawî ya herî mezin, ku pêşengtiya vêna jî Mesud û Mesrûr û Neçirvan ên ji malbata Berzanî dikişînin, jixwe ev demek dirêje bi hev re kar dikin, lê belê dixwazin êdî çi hêzan wan heye hemî bi careke bidin xebitandin.

Jixwe qeder/çarenûsa xwe bi hev girêdane û aşkere ji medya re dibêjin “em herdu jî dujminên PKK’ê ne”. Lewme divê her kesên Kurdistanî destên xwe bixin bin barê xwe yê niştimanî û netewî û mirovperwerî. Jiber ku dewleta AKP-MHP û Berzanî, ne bi tenê dujminên PKK’ê ne, ew dujminên hemû deskeftiyên gelê Kurdistanê ne.

Eger ji vî alîve kêmayî çênebe, her kes bi karê xwe ve rabin, vê carê xiyanet bi ser nakeve, berovajî, bi bin dikeve û bi yekcarî dikeve sergoyê dîrokê.

Lewma mirov dikare bêje “vê carê ne xiyanet, belê BERXWEDAN bi ser dikeve”!