Rojnameya Ronahî

`PDK wê bi hevkariya xwe, her çar perçeyên Kurdistanê bindest bike`

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Şanoger Yûnis Dumilî diyar kir ku şerê li hemberî gerîlayên azadiyê tê kirin, şerê hebûn û tinebûnê ye. Yûnis got, bêguman bi saya felsefeya Rêbr Apo, wê projeya demokratiîk bi ser bikeve.  

Bi armanca qirkirina gelê Kurd û yên azadîxwaz, dewleta tirkî ya dagîrker bi hevkariya Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ji 17`ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medya dike. Dewleta tirkî ya dagîrker li hemberî gerîla çekên kîmyayî ku di qada navneteweyî de qedexe ye bi kar tîne.

Ev ne cara yekê ye ku êriş li ser çiyayên azad tên kirin. Sala borî jî 23`yê Nîsanê li heman herêman dewleta tirkî ya dagîrker êrişî Hêzên Parstina Gel (HPG) kir. Lê tevî ku dewleta tirkî li dijî gerîlayan çekên herî giran bi kar tîne,  ji aliyê gerîlayan ve derbên giran dixiwe.

`PKK`ê hebûna gelê Kurd e`

Têkildarî mijarê şanoger Yûnis Dumilî diyar kir ku eger gelê azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd li ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwedî dernekevin, wê dîrok cereke din xwe dubare bike. Yûnis axaftina xwe wiha domand: “Şerê ku niha li hemberî gelê me tê kirin, şerê hebûn û tinebûnê ye. Eger em vegerin dîrokê berî hezarê sala gelê Kurd ji bo parastina mafê xwe, rastî êrişan hatiye û tê. Her car jî tevî berxwedan û têkoşînê, dijmin bi planên xwe yên qirêj, şoreş yan jî em dikarin bêjin serhiladan têk birine. Lê di dema me ya îro de, em Kurd xwediyê şensekî zêrîn in, ku me bi ramanên Rêbertiyê dest bi şoreşa xwe kir. Ji bo gelê me ev derfeteke dîrokî ye.”

Yûnis got, bila cîhan tev vê yekê bizane bi taybetî gelê Kurd ku, PKK`ê hebûna me li ser rûyê cîhanê misoger dike, ti kes nikare vê rastiyê veşêre. Lewra ji bo paşrojeke azad xwedîderketina felsefeya Rêbertiyê û berxwedana gerîla û ya zindanan, pir girîng e.

`Armanc ne PKK tenê ye`

Li ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirkî ya dagîrker re, Yûnis da zanîn ku, Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bi hevkariya xwe xaka her çar perçeyên Kurdistanê dide dagîrkirin û rê ji dijmin re vedike ku bi rehetî êrişê gelê Kurd bike. Dumilî axaftina xwe wiha domand: “Armanca Erdogan qirkirina gelê Kurd e, ne ya PKK`ê tenê ye. Ji bo wê PDK bi hevkariya xwe, her çar perçeyên Kurdistanê dixe xetereke mezin.”

Şanoger Yûnis Dumilî di dawiya axftina xwe de bang li tevayiya gelê Kurd kir ku, ji bo têkbirina planên dijmin li berxwedana gerîlayên azadiyê û berxwedana zindanan, têbikoşin. Yûnis axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêviya me ji gel ew e ku, bi planên dijmin neyên xapandin û ji bo azadiya Rêbertiyê herwiha hevalên zindanan, li ber xwe bidin. Ta ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”