Rojnameya Ronahî

Ji bo kesên bêling û bêdest navenda protez derfeteke pîroz e

Darîn Silê/Qamişlo

Navebnda protez (çêkirina dest û lingan) ku li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê ya yekê ye û bi alîkariya çend kesên pispor tê meşandin, ji mirovên bêling û bêdest re dibe hêvî.

Navenda Protez (çêkirina dest û lingan) ku 2015`an ji bo birîndarên şer yên parçeyên bedena xwe dayîn, herwiha kesên sivîl yên dest û lingên xwe winda kirîn û ji bo nexweşên zikmakî li Qamişlo hat vekirin. Ji wê demê ve navendê bi derfetên herî kêm kar û xebata xwe dimeşand. Niha jî ji ber êrişên rojane yên dagîrkeriya tirkî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, rewşa aborî û pirbûna birîndarên şer û qezayan destpêka 2022yan bi hevkariya Heyva Sor ya Kudî û çend rêxistinên navneteweyî navendeke nû û bi rengekî mezintir hat vekirin. Herwiha beşên kar jî zêdetir bûn. Navendê heta niha bi giştî nêzî 5 hezar kesên astengdar û ji dema ku hatiye nûkirin nêzî 120 kes pêpere tedawî kirine. Ev navenda yekê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê bi vî rengî pirsgirêka astengdaran çareser dike.

`Armanc xwedîderketina li kesên astengdar e`

Debarê guhertin û armanca vekirina navenda protez de, rêveberê navendê Rêbaz Elî ji me re axivî. Rêbaz da zanîn ku navenda wan ya berê pir piçûk bû û derfetên wan kêm bûn, ji ber wê pêwîstî bi vekirina navenendeke nû dîtin û axaftina xwe wiha domand: “Destpêkê navenda me li gundê Hîmo bû, niha em li taxa Sînaa ne. Berî niha derefertên me yên kar û endamên me pir kêm bûn. Me zehmetî di vî alî de dikişand. Sal bi sal jî jimara nexweşên me jî zêde dibû û cihê me pir teng bû. Ji bo wê jî pêwîstiya me bi navendekê hebû. Niha karê me bi rengekî baştir tê meşandin. Armanca me ya sereke ji vê navendê xwedîderketina li kesên astengdar e û alîkariya wan ji aliyê madî û manewî ve ye.”

`Sê beş li navendê hene`

Rêbaz da xuyakirin ku sê beş li navenda wan hene û wiha got: “Piştî ku me ev navend vekir beşa psîkolojî jî hat çêkirin. Ji bilî wê jî ya çêkirina dest û lingan û beşa tedawiya fîzîkî jî heye.”

Ji her bajarî nexweş serdana navendê dikin

Rêbaz Elî diyar kir ku ji tevayiya bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê nexweş tên gel wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tevayiya nexweşên Ji temenê du heta 70 salî û ji her deverê qebûl dikin. Her nexweş rewşa wî ji yê din cûda dibe. Em her yek li gorî pêwîstiyê tedawî dikin, hin ji wan ling yê hina jî destê wan nîne.”

Rêbaz got, deh kesên pispor li navendê hene, dema nexweşek tê destpêkê em li rewşa wî meyze dikin. Pişt re qiyasa cihê seqet digirin û li gorî qiyasa dest yan lingê wan em haziriyê dikin û ji wan re siwar dikin. Qalibê ku em çêdikin ji bilastîkê ye. Piştî siwarkirinê jî em rewşa wan dişopînin. Piştî salek yan du salan pêwît e qalib were guhertin, bi taybetî zarok dema mezin dibin qalibê wan mezintir dibin. Ji bo wê jî piştî salekê dema nexweş vegere em careke din qiyasên nû jê re digirin û ji nû ve siwar dikin.

Navenda yekê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê

Rêbaz Elî bîr xist ku ev navenda yekê ye li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê û ev yek li axzaftina xwe zêde kir: “Li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bilî vê navendê ti navendên bi vî rengî nînin. Yê ku pêwîstiya wî hebû neçar dibû biçe Şamê yan başûrê kurdistanê tedawiya xwe bibîne. Ji bo wê jî kesên astengdar pir zehmetî didîtin bi taybetî ji milê madî ve. Mesrûfa tedawîkirinê digihîşt nêzî 6 yan 7 milyonan. Me jî navenda xwe mezin kir da ku em tevayiya nexweşan bigirin û birsgirêka her kesî li vir çareser bikin.”

Rêbaz behsa zehmetiyên ku bi wan re derbas dibin kir û wiha pê da çû: “Herî zêde em zehmetiyan di peydekirina madeyên çêkirina dest û lingan de dibînin. Çimkî peydekirina wan zehmet e û heta ku em peyda dikin dereng dimîne. Rast e karê me hinekî zehmet e, lê dema mirov kesekî radike ser piyan, ew zehmetî diçe.”

Rêveberê navenda protez Rêbaz Elî di dawiiyê de got, navenda protez ji her kesê re vekirî ye. ci kesê ku pêwîstiya wî hebe dikare li vir bêpere tedawiya xwe bibîne.

`Ev navend êşa me sivik dike û pirsgirêka me çareser dike`

Nexweşê bi navê Sûhêl Xidir yê ji bajarê Tilkoçer ku cara duduyan tê navendê, da ku lingê xwe yê seqet tedawî bike wiha got: “Ji ber ku berî demekê qeza bi min re çêbû, min lingê xwe yê milê rastê winda kir. Min pir zehmetî di jiyana xwe de dikişand. Niha ez hatime vê navendê da ku lingekî protez ji xwere siwar bikim. Ez pir kêfxweş im ku navendeke wiha li herêma me heye. Ev navend êşa me sivik dike û pirsgirêka me çareser dike. Eger ne ji vê navendê bûya min nikarî lingê xwe tedawî bikim. Çimkî li deverên din gelek pere ji min  dixwestin, lê li vir bêpere tedawiya xwe dibîmin.”