Rojnameya Ronahî

Aborîzan: Rêveberiya Xweser di nava qeyrana aborî ya cîhanê de çerxa xwe digerîne

Serbest Etê/Qamişlo

Aborîzan Hemîd Kêfo da zanîn ku cîhan di qeyraneke giran ya aboriyê de derbas dibe. Li Sûriyê jî tevî qeyrana cîhanî, şerê navxweyî, roxîna aborî û ampargoyê, çerxa aboriya Rêveberiya Xweser digere.

Li ser qeyrana aborî ya cîhanê û bandora wê li welatên herêmê, Sûriyê û di navê de Herêmên Rêveberiya Xweser aborîzan û Hevserokê Peymangeha Darayî û Rêveberî ya Zanîngeha Rojava Hemîd Kêfo ji me re axivî.

`Cîhan di qeyraneke giran ya aborî de derbas dibe`

Aborîzan Hemîd Kêfo bal kişand ser rewşa pergala aborî ya li cîhanê û ev nirxandin kir: “Cîhan ji ber pêşketina wê ya di her warî de, bi hev ve hatiye girêdan û bi krîzên dewletan, welat tev  bibandor dibin. Ji ber wê çi guhertina neyînî ya aborî li cîhanê çêbe, rasterast bandorê li tevayiya welat û welatiyên vê cîhanê dike. Di encamê de krîzên giştî li cîhanê her welat para xwe jê digire. Ev jî bi zanista aborî tê teqezkirin ku kirînfirotina li bazara Qamişlo û geşdanên li bazarên Amerîka tên kirin, ji hev ne qut in. Ev qeyrana heyî, ji ber rewşa Korona girantir û gelemperîtir bû. Lewra ji ber Korona kargeh, hevpar û saziyên mezin ji kar ketin û aboriya welatan sekinî. Zirareke pir mezin çêbû ku heta roja îro jî bandora wê heye û giran e. Ji ber wê jî helasî (Jiqîmetketina Pereyan) -ku pere pir dibin, bêqîmet dibin û pêdivî li bazaran kêm dibin- li welatan çêdibe. Li hemberî vê rewşê her welat li gorî derfet û hêza xwe li ber xwe dide”

`Li Sûriyê tevî qeyrana cîhanî, şerê navxweyî û roxîna aboriyê`

Li ser rewşa aboriya Sûriyê û ya Rêveberiya Xweser Hemîd Kêfo ev agahî dan: “Tevî qeyrana aborî ya giran ya li cîhanê, Sûriye ji sala 2011`yan ve di şerê navxweyî û qeyranan re derbas dibe. Ji ber wê welat di du qeyranan re derbas dibe û rewşa wê ya aborî girantir û xerabtir dibe. Li gorî lêkolînan, ji sala 2011`yan heta dawiya 2021`ê aboriya Sûriyê bi qasî 650 milyar dolarî zirar dîtiye. Lewra aboriya wê ji her aliyî ve têk çûye. Hikmeta Şamê ji wê demê ve ji ber pêwîstiya wê ya bi pereyan, li ser esasekî bêbingeh dest bi çapkirina pereyan dike. Di encamê de nirxê pereyên welat nema û aboriya wê ji hevsengiyê ket. Vê polîtîkaya aboriyê, Sûriye ber bi herifînê ve bir. Ji ber vê rewşê helasî (jiqîmetketina pereyan) gihand asteke pir dijwar. Di encamê de gavên ji bo çareserkirina rewşê tên avêtin, qeyran û rewşê kambaxtir dikin. Li gorî lêkolînên `Rêxistina Bi Hawara Sûriyê ve` bihayê pêdiviyan ji 140 carî bilindtir bûye. Herwiha diyar kir ku nirxê lîre 98 caran daketiye. Ji ber vê rewşê rêjeya diyardeya bêkariyê li herêmên dagîrkirî û herêmên Hikumeta Şamê bilind bû. Jixwe Berî 2011`yan ev rêje ji sedî 14.9 bû. Niha li gorî amaran ji sedî 83 ye. Bêguman ev, rêjeyên herêmên derveyî Rêveberiya Xweser in.”

`Şerê Ukrayna û Rûsya qeyrana aborî ya cîhanê kûrtir û bibandortir kir`

Aborîzan Hemîd Kêfo herwisa bandora şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de ya li ser aboriyê anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Bandora vî şerî ji aliyê aborîzanan ve wek pêlek ji pêlên helasînê tê nirxandin ku di encamê de qeyran kûrtir û bibandortir bû. Lerwa her du welat bi berhemên xwe dewlemend bûn û ji tevayiya cîhanê re weke çavkanî bûn. Ji ber wê şerê leşkerî yê di navbera sînorên her du dewletan de pêk hatî, ji aliyê aborî ve bêsînor bû û bandor li her welat û welatiyê cîhanê kir. Di encamê de bihayê petrol, genim û tevayiya pêdiviyan bilind bû.”

`Tevî qeyrana aborî ya cîhanê û ampargoyê, çerxa aboriya Rêveberiya Xweser digere`

Aborîzan Hemîd Kêfo diyar kir ku Sûriye jî bi vî şerî bibandor bû. Herwisa ji ber ku herêmên Rêveberiya Xweser beşeke ji Sûriyê ne û ji aliyê pergala darayî jê ne qut e, bandor li wan herêman jî kir û axaftina xwe wiha qedand: “Lê weke ku Rêveberiya Xweser xwe ji şerê navxweyî û roxîna aboriyê parast, di vê pêvajoyê de jî xwe parast. Rêveberiya Xweser bi proje û planên aborî xwe ji vê qeyranê û tengayiyê ku li herêmên din yên Sûriyê gihîştine asta birçîbûn, tazîbûn, bêmazot, bêgaz û bênanbûnê xwe rizgar dike. Ji ber wê tevî van qeyranan, çerxa Rêveberiya Xweser ya aborî digere û ji xweparastina aborî pirtir, herêmên hatîn roxandin nûjen dike. Herwiha tevî dorpêça piralî, ku bazirganî bi azadî nabe û bandora bi cezayê Qanûna Qeyser, di binê vê zoriyê de kar û xebata aborî ya Rêveberiya Xweser didome. Bajar û rê tên nûjenkirin, kargeh tên avakrin û derfetên kar tên peydakirin. Li ser vî bingehî ji bo pêşxistina aboriyê hê gav tên avêtin û proje pêk tên.”