Mihemed Xanim / Qamişlo
Rûken Ehmed: Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye. Gelên herêmê tev bi rêxistin kirin, mafê her kesî da û herêmê jî ji êrişan diparêze.
Rêveberiya demokratîk civakan ava dike û mirov bi rengekî azad dijîn. Lê rêveberiyên desthilatdar cureyek zextê li ser civakê pêk tînin û civakê ber bi tinekirinê ve dibin. Dirêjbûna aloziya Sûriyê rûyê tevayî hêz û aliyên bi navê xizmeta gelên Sûriyê xwe nîşan dan û li gorî berjewendiyên xwe alozî bi kar anîn. Di serî de dagîrkeriya tirkî, van dewletan ji bilî wêraniyê tiştek bi xwe re nanîn. Di nava van aloziyan de, projeya Rêveberiya Xweser nimûne bû. Li ser bingehê hevjiyana gelan hat avakirin û bû modela çareseriyê.
Li ser projeya Rêveberiya xweser û girîngiya qebûlkirina wê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ya Kongra Star Rûken Ehmed ji me re ev nirxanin kir: ” Şoreşa bi navê bihara gelan ji Tûnsê dest pê kir û li gelek welatên Ereban belav bû, lê van tevgeran ti guhertin bi xwe re nanîn. Herwiha ti çareseriyên rastî ji pirsgirêkên welatiyan re nehatin dîtin. Gelên ku bi hêviya azadiyê çirûska şoreşê pêxistin, bêhêvî man, tevgera wan ji cewherê xwe hat dûrxistin û şkandin. Ji ber ku ew bê rêxistin bûn, ketin bin bandora dewlêtên herêmê û ti armanc bi dest nexistin. Heman tişt li Sûriyê hat kirin û yên ku qaşo digotin em şoreşger in, bûn çeteyên dagîrkeran.”
Rêveberî gel e û gel jî rêveberî ye
Rûken di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Rêveberiya Xweser dikarîbû bi derfetên xwe yên kêm jî di nava şoreşê de civakê li ser piyan bihêle, wekhevî û rengên tevayia gelan di nava xwe de biparêz e û axaftina xwe wiha domand: ” Piştî şoreşa 19ê Tîrmehê, herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di gelek pêvajoyan re derbas bûn. Di tevayî aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe bi rê ve birin. Pişt re jî sazî hatin avakirin û bi riya wan tevayî beşên civakê hatin birêxistinkirin. Bi avakirina Rêveberiya Xweser re nirxên şoreşê hatin parastin, her wiha rengê azadî û demokrasiyê li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hat pêşxistin. Baweriya gelê herêmê hişt ku ev rêveberî şaxên xwe berfireh bike û ji tevayî cîhanê re bibe nimûne.”
Projeya Rêveberiya Xweser xizmeta çareseriyê û hêviyên gelên Sûriyê dike
Rûken diyar kir ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo gelên herêmê xwe bi rêxstin kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Bi fikir û felsefeya rêber Apo rêxistinkirina gel bû bingeha şoreşa Rojava. Pir gavên girîng ji bo rêxstikirina civakê hatin avêtin, ji malbat û jinê dest pê kir. Ji ber ku jineke azad wê bi xwe re civakeke azad bide avakirin. Heta em karîbin civakeke exlaqî, polîtîk û demokrat ava bikin, pêwîst e kesayeteke azad were avakirin. Rêveberiyê tevayî rêgezên bîrdozî û exlaqî girtin ser xwe û destanên têkoşînê nivîsandine. Li seranserî herêmên rêveberiyê jî wekhevî, aştî û ewlehî ji gelên herêmê re peyda bû. Lê belê dagirkeriya tirkî û çeteyên wê herêm hedef girtin û êrişên wan li ser herêmê bê navber dewam dikin.”
Hevgirtina gelên herêmê planên dagîrkeriyê têk birin
Rûken bal kişand ser êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û hewldanên têkbirina projeya Biratiya Gelan û wiha got: “Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser xizmeta çareseriyê û hêviyên gelên Sûriyê dike, hêzên dagîrker êrişî wê dikin, dorpêç dikin û planên qirêj bi alîkariya PDKê saz dikin. Lê ji ber baweriya gelên herêmê bi rêveberiyê û yekîtiya wan, tevaya hewldanan vala hatin derxistin û bê encam man.”
Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk yê Kongra Star Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de ji gelên herêmê xwest ku piştgriya Rêveberiya Xweser bikin û axaftina xwe wiha qedand : ” Tişta ji gelên herêmê tê xwestin, bi tevayî hêza xwe berxwedanê bikin û li Rêveberiya Xweser xwedî derkevin. Dagîrkeriya tirkî guhertinên demografîk li herêmên dagîrkirî çêdike. Pêwîst e herêmên dagîrkerî rizgar bibin û gel xwedî li xwîna şehîdan derkeve.”