Hiqûqnasê taybet bi qanûna navneteweyî û mirovî da zanîn ku bersivdana gel û destekdayîna bi pêngava komkirina imzeyan re ya ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” asta girêdana gel bi PKK’ê re misoger dike.
Insiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya ji bo Kurdan di 13`yê Kanûna 2021`ê de dest bi pêngava komkirina imzeyan ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” kir. Vê hemleyê di nava kurdistanî û dostên wan de deng veda. Zêdetirî hezar kesayet ji zêdetirî 30 dewletên cîhanê beşdarî vê hemleyê bûn, her wiha parlementer, akademisyen, hunermend, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan jî tev li hemleyê bûn.
Di heman demê de gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya însiyatîfa gelêrî ku di 12`yê Çileyê borî de hate ragihadnin, tev li hemleyê bûn. Gel bi awayekî zêde berê xwe da însiyatîfê. Bi sed hezeran îmze hatin komkirin û hî jî însiyatîfa komkirina îmzeyan didome.
Parêzer û pisporê qanûna navneteweyî û mirovî Mesûd El-Elî diyar kir ku hemleya ku gelê Kurd ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” daye destpêkirin gaveke rast e û têkildarî destkedayînê bi pêngavê re wiha got: “Hemleyê ji cîhanê re asta hezkirin û girêdana gelê Kurd û gelên dîtir bi PKK’ê re misoger kir.”
El-Elî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk dixwaze doza Kurd bi rêya tawan û hincetan tune bike. Ji wan tawan jî hêzên hegemon navê PKK’ê xist “lîsteya terorê” ku wê ji qada siyasî, leşkerî û diplomatîk dûr bixe. Lê têkoşîna gel ev plan têk bir.”
El-Elî teqez kir ku dewleta Tirk baş dizane ku pêşketin û têkoşîna vê partiyê dê siyaseta wê ya qirêj eşkere bike û wiha pê de çû: “Divê dewleta ku zarokan dikuje, sûcên herî qirêj li dijî sivîlan bi kar tîne têkeve lîsteya terorê. Ew jî ji ber terora ku pêk tîne. Berovajî PKK`ê ye ku ji bo parastina doz û azadiya gelan, dixebite.”
Mesûd El-Elî di dawiyê de bal kişand ser girîngiya vê pêngavê, girîngiya îmzeyên ku hatine komkirin da ku wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar bikin ku PKK`ê xistine “lîsteya terorê” û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê ev îmze ji rêxistina Afaz a taybet bi raya giştî ya navneteweyî ve, ji Wezareta Karên Derve ya Amerîka, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî YE, dadgeha edaleta navneteweyî û komîteyên mafên mirovan re werin rakirin.”
ANHA