Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Fatima Ebdullah: Dayîkê Uweyş fêrgeha yekê ya Rêberê Apo bû. Bi anîna dinyayê û perwerdekirina Rêbertiyê dîroka gelên bindest jinûve vejand.
Dayîka Uweyş kî ye?…
Uweyş Ocalan sala 1918`an li gundê Amara yê Navçeya Xelfetî ya Rihayê ji bavekî Kurd û dayîkeke Tirkman tê dinyayê. Di temenê xwe yê piçûk de mêr dike, lê hevjînê wê dimire û pişt re bi Omer Ocalan re dizewice. Dayîka 9 zarokan e, yek ji wan Rêber Apo ye. Dayîka Uweyş di temenê 75 salî de 11`yê Nîsana 1993`yan ji ber nexweşiya dil koça dawî dike.
`Diya min xwedawend bû, şerker, wêrek û tofaneke serîrakirinê bû`
Rêber Apo di kesayeta Dayîkê Uweyş de kesayeta jinê analîz dike û taybetiyên Dayîka Uweyş wiha pênase dike: “Ew dayîkeke xwedawend e. Wate dida jiyana me, bê wê em windayî bûn. Hestê hêzê li cem min ava dikir. Wiha digot: `Çi dibe bila bibe, divê mirov xwedîbersiv be, serî daneyne û tola xwe bistîne. Lewra serîdanînê ti carî napejirîne. Hest û hêzek wisa li cem min ava kir ku ez dikarim şerên mezin bikim û qiyametê rakim. Dayîka min şerkereke bihêrs binavûdeng, wêrek û tofan serîrakirnê bû.”
Rêberî di serpêhatiya Miho-Çemo de ku hem temenê wan ji yê Rêbertiyê mezintir e, hem jimara wan pirtir e û ji aliyê wan lêdan xwaribû, helwesta dayîkê Uweyş di wê serpêhatiyê de wiha tîne ziman: “Neyê li cem negirî. Biçe tola xwe bistîne.”
Ji ber wê Rêber Apo di wî temenê piçûk de diçe tola xwe destîne. Rêbertî di keseyeta dayîka xwe de hem fêrî tolstandinê, hem fêrî xweparstinê dibe.
`Dayîka Uweyş dîrok vejand`
Di salavegera 29`an ya koça dawî ya Dayîka Uweyş de Mamoste Fatima Ebdullah li ser kesayeta daîkê Uweyş û rola dayîkan di avakirina mirov de ji me re axivî.
Fatima destpêkê di salvegera 29`an ya koça dawî ya Dayîka Uweyş de, kesyaeta wê dayîkê û tevayiya dayîkên berxwedêr bi rêzdarî bîr anîn û axafina xwe wiha domand: “Di bîranîna kesayeta Dayîka Uweyş de em berxwedana tevayiya dayîkan bihelwest û jinên têkoşer silav dikin. Bi rastî Dayîka Uweyş bi welidandin û perwerdekirina Rêberê Gelan, Rêber Apo qonaxeke nû ya dîrokê da destpêkirin. Roleke girîng û bingehî di avakirin û perwerdekirina kesayeta Rêber Apo de, lîst. Lewra Dayîka Uweyş dibistan û fêrgeha yekê ya Rêberê ku tevlî di nava çar dîwaran de dorpêçkiriye, lê hê rola xwe wek Rêberê gel û civakan dilîze. Bi milyonan mirovên bindest û azadîxwaz ji hizir û ramanên wî sûdê digirin û li ser felsefeya wî jiyana xwe didin meşandin. Ji ber wê Dayîkê Uweyş di dîrokê de bû Kaniya vejînê.”
`Dayîk kaniya zanîn û rastyê ye`
Herwiha li ser wate û rola dayîkan Mamoste Fatima ev nirxandin kir: “Avakirina mirovên rast û durist bi riya hişmendiya dayîkê û çîrok, hastên wê yên rast û afrîner tê kirin. Ji ber wê niha rûniştandina bi dayîkên bihelwest re perwerdeya herî mezin û ya bisûd e. Lewra dayîk kaniyên zanîn û rastiyê ne. Ji ber wê divê dayîk mîna dayîkê Uweyş zarokên xwe bi hastên welatparêzî, cangorî, serîrakirinê tijî û perwerde bikin. Bi çand û zimanên dayîkên xwe bijîn. Bi perwerde û pêşengiya dayîkan, dîroka ku bi hezarên salan tê windakirin û şerkirin, jinûve tê vejandin.”
Mamoste Fatima Ebduleh herwisa bi vê peyamê axaftina xwe qedan: “Ji ber wê banga me ji dayîkan re ew e ku zarok, civak û malbatên xwe li ser bingehên welatparêzî, tolhildan û nasîna dîroka xwe û diyarkirin riya rast ya jiyanê, perwerde bikin. Ez jî wek mamosteyekê vê çanda dayîkan di nava dibistan û civaka xwe de diçînim û belav dikim .”