Navenda Nûçeya/Qamişlo
Dayîkên gerîlayên azadiyê gotin, em siyaseta PDK`ê qebûl nakin û şermezar dikin. Emê pişta zarokên xwe bernedinn. Herwiha divê gelê Kurd bi zarok, jin, mêr, pîr û kalan ve rabe ser xwe`
Amadekariya êrişan û avakirina dîwar
KCK`ê 26`ê Adara bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir dewleta tirkî ya dagîrker û PDK` bi planeke nû dixwazin êrişî qadên gerîla bikin. KCK`ê tevlîbûn û hevkariya PDK`ê bi dagîrkeran re di êrîşa li dijî gerîla de wek êrîşeke li dijî destkeftiyên başûrê Kurdistanê nirxand û bang li partiyên siyasî kir ku li dijî planên dagîrkeriyê bisekinin û divê gelê Kurd li hemberî van siyasetan hişyar be.
Herwisa ji aliyekî din ve ji destpêka meha Adarê ve hikûmeta kazimî û PDk di navbera Rojava û Şingalê de dîwarekî bi dirêjiyiya 205 KM. ava dikin
`Kurdistan di mejiyê me de nayê parçekirin`
Li ser avakirina dîwar û amedakariya êrişan yên ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker û PDK`ê ve dayîka gerîla û endama Kongera Stare Xaliya Necar ji me re axivî.
Xaliya diyar kir ku dijminên gelê Kurd, li Lozanê Kurdistan parçe kirin û di nava gelê Kurd de xwestin sînoran çêkin da wan lewaz bikin û ev nirxandin kir: “Lê di aliyê mejiyê gelê Kurd de nikarîn armanca xwe pêk bînin. Ji ber wê li her parçeyî gelê me li xwe xwedî derket. Em wek dayîkên gerîla jî her tim bi vê hişmendiyê tev digerin. Li ser vî bingehî jî zarokên me li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest têdikoşin.”
`Emê li hemberî siaysetên dijmin û PDK`ê piştgiya zarokên xwe bikin`
Lê hemberî vê têkoşînê dewleta tirkî ya dagîrker êriş dike. Ji aliyekî ve dîwaran lê dike û ji aliyekî din ve li seranserê Kurdistanê êrişên xwe yên hovane bi hevakariya PDK`ê li ser gel û gerîla pêk tîne. Mixabin PDK bi dijminî vê role dilîze, heman siyasetên dijmin li hemberî gelê Kurd dike. Herî dawî rola PDK`ê di avakirina dîwarê di navbera Rojava û Şingalê de û amdekariyên şer û êrişkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê derket pêş. Em dizanin ku di vê sedsalê de siyaseteke nû ya dewletan li dijî gelê Kurd tê kirin. Dewletên serdest û NATO dixwazin li Kurdistanê xwe bi cî bikin û Tevgera Azadiyê tine bikin û gelê Kurd qir bikin. Em wek gel, jin û dayîkên gerîla ji vê re şiyar in û emê ti carî qebûl nekin. Herwisa em wek dayîkên gerîla vê şermezar dikin û bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî siyasetên dewleta tirkî ya dagîrker û PDK`ê xwedîhelwest be û serî rake. Emê qet pişta zarokên xwe bernedin.
`Êdî bes e koletî. Zarok, jin, mêr, pîr û kal rabin ser piyan`
Li aliyekî din Eyşana Mihemed dayîka du gerîlayên azadiyê Garan Agirî û Murad Tolhildan ji me re axivî û teqez kir ku siyaseta PDK`ê ya herî dawî bi avakirina dîrwar û êrişa ser qadên gerîla ne bi serê xwe dike, dijmin jî dixwaze û ew jî pêk tîne.
Dayîka Eyşanê di dawiya axaftina xwe de bang li gel Kurd kir ku li hemberî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û PDK`ê bi zarok, jin, mêr, pîr û kalan ve rabe ser piyan û axafina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd êdî bes e koletî, dayîk û bavên me bi sedê salan di binê vê koletiyê de tên kuştin. Divê gel rabe û PDK li xwe û gelê xwe vegere.”