Uwyeş Ocalan ya ku dayîka Rêber Abdullah Ocalan e, li ser gora wê hat bîranîn.
Uwyeş Ocalan ya ku dayika rêber Abdullah Ocalan e, di salvegera 29’an ya wefata wê de li ser gora wê hat bîranîn. Bîranîn li goristana Amarayê ya li Xelfetiyê hate kirin. Parlementerên HDP’ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê Xalfetî û ya Rihayê jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu di bîranînê de axivî û got “Wekî dayika Uveyîş hesreta bi hezaran dayikan, zarokên wan bû. Di şexsê dayika Uwyeş de em bi hezaran dayikên xwe bi bîr tînin. Dayika Uwyeş berxwedêr bû tu carî stûyê xwe xwar nekir. Vê sekna wê herî zêde bandor li kurê wê rêzdar Abdullah Ocalan kir. Rêzdar Abdullah Ocalan got ‘Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe’ vê helwestê hêz da jinan. Jin êdî li her qada civakê pêşengtiyê dikin.Jinan li Rojava şoreş kirin. Ev tişt bi saya bandora dayika Uwyeş a li ser rêzdar Ocalan pêk hat.”
Piştî axaftinê jinan qerenfîl danîn ser goristanê û çûn serdana Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ên ku xwişk û birayên rêber Abdullah Ocalan in.
ANHA